Hewldana ‘Tu dikarî bikî’ li dijî zewicandina zarokan malbatan şiyar dike

Li Misirê hewldana ‘Tu dikarî bikî’ (Teqdarî) li bajarê Asyutê, hewl dide bi xebatên xwe ferasetên şaş û paşverûtiyên civakî yên li dijî pêşeroja zarokên keç dibin asteng, biguherîne û mafên zarokan biparêze.

ÎMAN SAMÎR ALÎ

Misir – Li gundê girêdayî bajarê Asyûtê yê Misra Jorîn El-Hawatkayê, Maha Ebdulwehab, pêşengî ji helwdana bi navê “Teqdarî” (Tu dikarî bikî) re dike. Bi wê hewldanê armanc ew e ku der barê xeterên zewaca zarokan de şiyarî çêbibe, di warê parastina zarokan de rola malbat û civakê were bihêzkirin, derfet were dayîn ku zarok bikaribin perwerdeya xwe bidomînin û pêşeroja xwe ava bikin. Hewldan ji bo têkoşîna bi yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakî, zewicandina zarokan û veqetandina ji dibistanê re bi têbikoşe hatiye avakirin.

Hewldana bi navê "Teqdarî" piştî ku Maha Ebdulwehab dît, li gundê wê rêjeya zarokên ku dest ji dibistanê berdidin û zewicandina zarokan zêde dibe, beriya çar mehan hat destpêkirin. Vê rewşê berê Meha da xebateke qadê. Di enama xebatê de, diyar bû ku ji sedî 50 zarok ji ber hatine zewicandin dest ji dibistanê berdane. Maha bi daneyên ku bi dest xistin, li gorî pêdivî û derfetên civaka herêmî, armancên zelal ji xwe re diyar kir.

Maha, diyar dike ku li dijî tabloya ku dîtiye fam kiriye çareseriya pirsgirêkê tenê bi sûcdarkirina malbatan nabe; divê ku motîvasyona malbatan were famkirin û der barê xeterên zewaca di temenê biçûk de werin hişyarkirin. Ji bo vê yekê jî divê bi malbatan re rasterast diyalog were danîn û serdanên malan çêbibin.

Maha li ser vê esasê, ji bo bigihîje malbatan û zarokên keçik, li tecrubeyên wan guhdar bike û mercên nîqaşê ji bo pêşeroja zarokên keç, mafên wan ên perwerde, jiyana bi ewle ava bike, diçe serdana malan, kampanyayên gera mal bi mal dimeşîne.

Desteka ji bo keçên ku zû dizewicin

Maha Abdudlwehab diyar dike ku di hevdîtinên bi keçên di temenê biçûk de hatine zewicandin re kiriye de, cudahiya di navbera pêşdaraziyên di warê zewacê û piştî jiyana zewacê de tiştên dîtine eşkere bûye. Van şahidiyan, bûn sedem ku hewldan ne tenê pêşî li zewacên nû bigre, di heman demê de destekê bide keçên ku jixwe zewicandî ne û bibe alîkar ku bi rewşa tê de ne, bikaribin têbikoşin bi zirareke kêm derbikevin serî.

Pirsgirêkên hiqûqî û civakî

Pirsgirêkên ku ji aliyê hewldanê ve hatin diyarkirin, tenê yên rojane û derûnî nebûn. Bi taybetî di rewşên ku zewac bi awayê fermî nedihat belgekirin de, pirsgêkên tevlîhev ên hiqûqî û civakî jî di nava xwe de dihewand.

Maha Ebdulwehab, behsa çend bûyerên ku di dema xebata qadê de rast hatiye dike û wiha dibêje: “Yek jê, mirina mêreke ciwan ku hevjîna wê bi cêwiyan ducanî bû. Zewaca wan fermî nebû, ev yek jî di warê qeyda zarokan û diyarkirina bavê wan de bû pirsgirêk. Malbat ber bi nelihevkirinên hiqûqî ve çû. Bûyereke din jî jina ciwan a ku hevjînê wê li derveyê Misirê mir bû. Ji ber ku malbatê nedixwest bipejirîne ku bavê zarok ew e, bavê jinê zarok li ser navê xwe qeyd kir. Vê rewşê dûre di warê kok û mîrasê de bû sedema tevlîheviyan û piştî mirina bapîrê zarok, di navbera malbatê de bû sedema nelihevkirinên mezin.

Hewl dide malbatan der barê encaman de agahdar bike

Maha Ebdulwehab, di xebatên hayjêbûnê de hewl dide malbatan der barê endamên neyînî yên zewaca di temenê biçûk de û ji derveyî fermiyetê de agahdar bike. Armanca wê ew e ku bi malbatan bide famkirin, biryarên ji bo hinek pirsgirêkan weke çareseriyeke lezgîn tên dîtin, di pêşerojê de bi xwe re gelek krîzan tînin.

Xebatên ji bo zêdekirina hayjêbûnê

Maha Ebdulwehab dide zanîn ku wê fam kiriye, ji bo guherandina rewşa zarokan divê malbatên wan jî beşdar bibin û wiha didomîne: “Divê bi taybetî di malbatên mezin de, bandorên li ser jiyana zarokek keçik li ber çavan bê girtin. Ez van xebatên xwe yên ji bo zêdekirina şiyarî û hayjêbûnê diyarî dayîk, welî û xesûyan dikim. Ji bo ku xeterên zewaca di temenê biçûk de li ser derûniya zarokek keç ku beriya ji aliyê fizîkî ve amade be berpirsyariyên malê dikevin ser milên wê werin dîtin; ez semîneran li dar dixim û rûbirû hevdîtinê bi malbatan re dikim.”

Bi xebatan encamên erênî çêbûn

Yek ji encamên ku zêde hat dîtin, guherîna helwestên hinek malbatên li gundê Al-Hawatka bû. Piştî ku dayîk der barê xeterên zewaca di temenê biçûk de bûn xwedî zanîn, helwest nîşan dan û li dijî zewicandina zarokên xwe yên keçik derketin. Hinek ji wan dayîkan jî tevlî kampanyayên hayjêbûnê bûn û tecrubeyên xwe bi malbatên li gundên din re parve kirin. Vê jî nîşan da ku ji bo guherandina baweriyên civakî şahidî û tecrubeyên jiyana jinan gaveke girîng e.

Maha Ebdulwehab, diyar kir ku bi semînerên hayjêbûnê hinek malbatan fam kiriye zewaca di temenê biçûk de, ji aliyê tendirustî, derûnî û civakî  ve li ser zarokên wan ên keçik bandorên nebaş çêdike, ji temenê wan girantir bar dide ser milên wan. Maha Ebdulwehab wiha bi dawî kir: “Armanca vê hewldanê, ew e ku zarok ji zewaca biçûk werin parastin, têgihîştinên şaş ên ku weke ‘îstîqrar’ tên dîtin, werin rastkirin û balê bikşîne ser girîngiya perwerdeyê. Em dixwazin zarokên keçik di temenê guncaw de dema mezin bûn bi xwe bikaribin biryarên xwe bidin.”