‘Hevjiyana azad çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e’

Krîzên li Rojhilata Navîn û şerên ku encamên planên dewletên desthilatdar û dîktatoran in, krîzên mezin li Rojhilata Navîn çêkirine. Dewlet dixwazin rastiya gelan berovajî bikin, çareseriya vê yekê rizgariya jinan a ji koletiyê ye.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo-  Endama navenda Jinelojiyê Alya Ramadan teqez kir ku mijara azadiya jinan û hevjiyana azad a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir çareseriya hemû krîzên li Rojhilata Navîn e.

Der barê avakirina civakeke azad û demokratîk bi riya avakirina malbateke demokratîk, endama navenda Jinelojiyê Alya Ramadan got: “Jiyana hevpar bingeha şoreşa Rojava ye, Rêber Abdullah Ocalan mijara hevjiyana azad weke çareseriya bingehîn ji hemû jiyanê re danî. Eger em bixwazin rewşa niha şîrove bikin em dibînin ew li ser bingeha berjewendiyên dewletên diktator desthilatdar li Rojhilata Navîn giştî ava bûye, têkiliya di navbera mêr û jinan de ji rastiya xwe dûr ketiye ku li gorî siyaseta dewletên cîhanî yên xwedî hişmendiya baviksalarî ye.”

‘Pirsgirêkên malbatê li ser hemû civakê bandorê çêdikin’

Alya Ramadan li axaftina xwe zêde dike û dibêje: “Pirsgirêkên malbatê li ser civakê bi giştî bandorê çêdikin, dema em bixwazin civakek azad demokratîk ava bikin divê destpêkê em têgehên malbatê û pêşxistina wê ya li ser bingeha hevjiyana azad sererast bikin. Her wiha divê em kesayetên demokratîk ava bikin, ev jî barê li ser milê hemû saziyên di bin sîwana Projeya Netewa Demokratîk û Rêveberiya Xweser kar dikin de ye weke çareya hemû gelên azadîxwaz.”

Alya Remedan di berdewamiya axaftina xwe de der barê çareseriya hemû krîzên li Rojhilata Navîn de teqez dike ku ev yek tenê bi riya azadiya jinan û hevjiyana azad pêk tê û got: “Divê em li rêbazên çareseriyê bigerin bi riya avakirina civakên dadwer û hevjiyana azad. Ger em vê yekê pêk bînin em ê bigihîjin civakek azad demokratîk, ev jî tenê bi rizgrkirina jinan ji hemû qeydên hişmendiya mêrsalarî desthilatdar ku ji hezar salan ve serwer e pêk tê. Divê mêr jî ji vê hişmendiyê rizgar bibin ji ber ku sedema şer û rûxandinên gelek salan ev yek e.

‘Malbatên demokratîk bandorên erênî li ser civakê çêdikin’

Alya Ramadan wiha domand: “Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema Rêveberiya Xweser dikaribû gavên berbiçav bavêje ber bi avakirina civakek demokratîk ve bi riya sîstema hevserokatiyê ku mafên herdu zayendan di rêvebirina saziyan û hemû civakê de daniye. Hevjiyana azad çareseriya hemû pirsgirêkên civakê ye bi taybetî mijarên jinê ku di civakên Rojhilata Navîn de gelekî kûr bûne. Dema malbateke demokratîk ava dibe bandorê li civakê giştî dike, bi riya pêşxistina malbatê û rewşenbîriya wê civakek demokratîk ava dibe ji ber ku malbat bingeha civakan in.”

Alya Ramadan di dawiyê de diyar kir ku civak temam nabe bêyî hebûna herdu zayendan û hevjiyana azad û got: “Divê herdu zayend hewl bidin hevjiyana azad ava bikin û pirsgirêkên civakê ji kokê ve çareser bikin û dawî li pirsgirêkan bînin.”