“Her şev balîfa min bi rondikên dîtina wêneyên gund şil dibe”

Zehra Îbrahîm a 70 salî ji ber dagirkeriya dewleta tirk, ji gundê Qasimiyê neçarî koçberiyê dibe û li taxa Hemra ya navçeya Til Temirê dijî, behsa bîranînên gundê xwe kir û got: "Tenê min kilîta mala xwe bi xwe re derxist bi hêviya ku rojekê ez vegerim mala xwe û dîsa deriyê mala xwe vekim û li bin siya dara xwe jiyana xwe bidomînim."

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Dewleta tirk yek ji ew dewletên ku di NATO'yê de cih digre. Bi hevkariya hêzên hegemon li Rojhilata Navîn planên xwe yên dagirkerî û berjewendiyên xwe pêk tîne. Piştî ku dewleta tirk bi hevkariya Amerîkayê di 9'ê Cotmeha 2019'an de, êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, bi sedhezaran gelê resen ê vê axê, neçarî koçberiyê bûn. Niha dewleta tirk bi 3 km. Bakurê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve. Malbatên wî gundî hemû Kurd in. Di serdema rejîma Beasê de, ferq û cudahî dixist navbera gelê herêmê û li gorî wê her neteweyek gundekî ji wan re çêdikirin. Gundê Qasimiyê, yek ji ew gundên ku malbatên wê bi çandiniyê ve girêdayî bûn û di rêya wê de dewlemend jî bûn. 
"Qasimiyê: Kembera parastina Til Temir bû"
Qasimiyê ya ku dikeve navbera gundê Dawidiyê û Rîhaniyê Bakurî navçeyê, ji bo navçeya Til Temirê kembera parastinê bû. Lê dewleta tirk û çeteyên wê bi balafirên bêmirov (SIHA) her wiha bi top û bombebarana giran bi kar anî heya ku karibûn wê dagir bikin. Li Qasimiyê destanên giranbiha ji aliyê şervanên YPJ/YPG û QSD'ê ve hatin nivîsandin.
"Çete ji bo dizîna malan pev diçin"
Qasimiyê niha di bin dagirkeriyê de ye, çeteyên ku gund dagir kirine hemû milk û malên sivîlan ku bi xwêdana eniya xwe ava kirin, dizîn. Li aliyê din jî pevçûnên di navbera çeteyan de ji bo dizîna mal û milkên sivîlan qet ranaweste ku ev yek jî bandoreke pir mezin li xaniyên heyî kiriye û bûye sedema rûxandina malan.
"Yek ji girîngtirîn baragehên dagirkeran li nêzî gund e" 
Di çarçoveya plana dewleta tirk a dagirker de, li dijî herêmê ew e ku rewşeke bêaramî bêîstîqrarî biafirîne. Her wiha dagirkeran li dora gundê Qasimiyê ku bi Dawidiyê ve jî girêdayî ye, satirekî ji ax ava kirine û dora gund girtine, ji ber ku li gundê Dawidiyê yek ji girîngtirîn baregehên wan li Til Temir û Serêkaniyê hene. Her wiha çeteyan jî dibistana gund veguherandine noqteyeke leşkerî. 
Ji ber gundên Kurdan in, dirûxînin û vediguherînin nuqteyên leşkerî
Dagirker rê nadin ku sivîl nêzîkî gund û gundên derdora Qasimiyê jî bibin, ji ber ku ev gund xwedî kesayeteke Kurdî ye. Ji lewre bi zanebûn malên Kurdan dirûxînin, xira dikin û vediguherînin noqteyên leşkerî. Li gorî ku tê zanîn tenê dîwarên hinek malan mane lê pencere, derî, dar û berên wê hemû hatine şikandin û birîn. 
Têkildarî vê mijarê, me li serpêhatiya dapîra Zehra Îbrahîm a 70 salî guhdarî kir. Ku ew jî ji ber dagirkeriya dewleta tirk, ji gundê Qasimiyê neçarî koçberiyê dibe û li taxa Hemra ya navçeya Til Temirê bi cih dibe. Dapîra Zehra dayika law û keçekê ye. Hevjînê wê 55 sal zêdetir jiyana xwe ji dest dide, dema ku şivantiyê dike û mar pê vedide her wiha keça wê jî ku dayika 2 zarokan e, ji ber nexweşiya penceşêrê li Bakurê Kurdistanê wefat dike û kurê wê jî niha li Bakurê Kurdistanê ye, li wir dijî û dixebite. Dapîra Zehra wiha serpêhatiya xwe bi me re parve kir.
"Bîranînên gund, bi bîr tîne û dirêse"
Zehra wiha dest bi vegotina rêwîtiya jiyana xwe kir: "Gundê me ji gundên din balkêştir bû, ji ber ku girîngî didan çandiniyê û xwedîkirina sewalan. Tevahî jinên gund hem koçer bûn hem jî li deverên pir dûr bêrî dikirin. Min jî li gelek cih û bajaran û Çiyayê Kizwanan bêrî û koçerî kiriye. Ev karê jinên gundan bûn, em jî bi karê xwe serbilind bûn, ji ber ku wê demê rastî bêhna gundan bêhneke pir cuda bû. Ruxmî ku rewşa me ya aborî pir baş bû jî me dest ji gundan bernedida. Min û kurê xwe kevir bi kevir mala xwe ava kir û tê de jiyan. Min gelek jinên cotkar pêşwazî dikirin û ew xwarin û av dida wan. Min jî bêrî dikir, penêr, mast û dew dikla û çêdikir. Wê demê jiyana me, bi wate bû."
"Min kevir bi kevir ava kir lê dagirkeran di kêliyekê de hilweşand"
Zehra bi van gotinan behsa koçberiya xwe dike: "Em koçber nedibûn lê dema ku me dît dewleta tirk bi top û hawanan gund topbaran dikir, em neçar man ku axa xwe terk bikin. Em bê moral bûn, me hîs kir ku pişta me şikest dema me pişta xwe da gund û em derketin. Were bi dehê salan mala xwe ava bike, kevir bi kevir lê bike û mezin bike û ji nişkêve bikeve destê neyaran, wê rewş çi be û çawa bibe? Lê hêviya vegera gund qet neşikest û min got em ê vegerin, ger ku piştî deh salên din be."
"Kilîtên deriyên mala min, zingar nagrin"
Zehra bal kişand ser rewşa gund û ev yek anî ziman: "Dema ku ez ji mala xwe derketim, min tenê kilîtên xwe ku heya niha min nehiştiye zingar bigre derxist û heya niha jî li cem min in. Ez bendewara mizgîniya wê kêliyê me ku bêjin Qasimiyê rizgar bûye ku ez vegerim û axa wê maç bikim. Lê çeteyan mal û milkên me hemû dizîne û talan kirine. Mal rûxandine û tenê dîwar hiştine û malên kelpîçan jî bi erdê re kirine yek."
"Her şev balîfa min bi rondikan şil dibe" 
Zehra da zanîn ku wê mala xwe ya ji aliyê dagirkeran ve hatiye rûxandin dîsa ava bike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Wekî çawa ku me di destpêkê de ava kir û dagiker û çeteyan xirab kirin em ê ji nû ve ava bikin. Ew der axa me ye. Her şev ez telefona xwe radikim û tînim ser wêne û dîmenên gundê xwe û li mala xwe dinêrim û rondikên min li ser balîfa min dibarin û şil dibin."
"Çavên miriyên me li rêya me qerimîn"
Zehra destnîşanî goristana gundê xwe kir û got ku ev 3 cejn û cejna 4 tê û çavên keça wê li rêya wê ye û wiha pêl da gotina xwe: "Goristana miriyên me li gund e, di wir de hevjîn û keça min û gelek mirovên min lê hene. Her berbanga cejnê û şeva îniyê em diçûn serdana wan. Lê ev 3 cejn û 4 jî tê û me serdana miriyên xwe nekiriye û çavên wan li rêya me qerimîn. Gunehê van miriyan û gelê ku koçber kirin û ew qetilkirin, di stuyê Erdogan de ye. Ji ber ku qatil e."
"Rojek jî bimîne ez ê vegerim bin siya dîwarê mala xwe rûnim"
Zehra wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger ku ez nemirim ez ê vegerim gundê xwe û dîsa lê bijîm. Ger ku jiyan ji min re hebe, bila li gundê min be. Bêrîkirineke ne normal bêriya gundê xwe dikim. Ger rojek jî bimîne, ez ê vegerim û li bin siya darên xwe û mala xwe rûnêm û emrê xwe yê mayî bijîm."