Her ku Şengalî vedigerin Êzidxana pîroz dixemile

Rexmê tevahî êrîş û planên ku PDK û dewleta Tirk dixwazin li ser civaka Êzidî bimeşînin jî bi vegera 39 malbatên ji kampa Bêrsivê ya Başûrê Kurdistanê, careke din civaka Êzidî sekna xwe ya welatparêzî û dilsoziya ji bo ax û baweriya xwe nîşan da.

EMÎRA ZOZAN

Şengal – Her ku li Şengalê veger çêdibe birînên fermanê dikewin. Bi hezaran şêniyên gund navçe û bajêrê Şengalê di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de koçberê Başûrê Kurdistanê û derveyî welat bûn. Ruxmê 9 salên piştî fermanê ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ve tişek ji bo Êzidiyên koçberbûyî nehatiye kirin. Berovajê wê, keç û xortên Êzidî di wan qampan de hatin kuştin û ji bo ji riya Êzidayetiyê derbikevin her cure qirêjî li dijî wan dan meşandin. Di encamê de jî gele ciwanên Êzidî ji Kampên Başurê Kurdistanê berê xwe dan derveyî welat. Civaka Êzidî her ku dikeve ferqa lîstikên qirêj ên xêrnexwazan pêl bi pêl vedigerin warê xwe vedigerin Êzidxana xwe ya pîroz.

Di sala 2022’an de vegera gel a li ser axa Êzidxanê di asteke bilind de çêbu. Herî dawî jî berî vê çar rojan ji kampa Bêrsivê ya girêdayî Dihokê 39 malbat vegeriyan bajaroka Tilizêr û Gundê Siba Şêx Xidir. Vegera gel a ji bo Şengalê bi qasî wan kêfxweş kir di heman demê de civaka Êzidî jî yên li Şengalê kêfxweş kir. Ji ber ku her dema veger çêdibe civaka Êzidî ji bo avakirina Şengalê û ji bo xweseriya Şengalê li keda xwe kedê li rêxistinbûna xwe rêxistinbûnê zêde dike.

Jinên ku ji Kampa Başurê Kurdistanê Bêrsivê vegeriya ser axa xwe kêfxweşî û hestên xwe bi van hevokan anîn ziman.

‘Ew kêlî hatin ber çavê min’

Xirnuf Elyas da zanîn ku weke malbat tev vegeriyane ser axa xwe û wiha qala kêfxweşiya xwe kir: “Me biryar da ku em vegerin ser axa xwe ji ber em li ser axa xwe tenê dikarin rehet bijîn. Di rêwîtiya xwe ya vegera Şengalê de min ji roja fermanê heya wê kêliyê hemû tiştan anî ber çavên xwe. Min kêliyên hestiyar derbas kirin lê ez niha pir kêfxweş im ji ber em hatin Tilizêra xwe û em niha jî mala xwe ava dikin. Pêdiviyên me bi kelûpelên malê hene her wiha ji ber ev mal vala bûn hê me kehrebe nekişandiyê lê ev tiştên hêsan in em ê bi alîkariya cîranên xwe çareser bikin.”

Dayê Xirnuf Îlyas di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê li kampan dimîne kir ku vegerin Şengalê.

‘Li ser axa xwe me henase girt’

Nîsan Berekat jî hestên xwe wiha anîn ziman: “Em bi hatina xwe ya Şengalê gelek kêfxweş in. Me gelek bêriya warê xwe kiribû. Li kapman her çiqas cîranên me baş jî bûn jiyana wir pir zehmet bû. Ji ber ku kesê serê xwe ji bo me nediêşand ji bo wê me gelek zehmetiyan dît. Lê niha em hatine pir kêfxweş bûn dema em hatin Şengalê me nefeseke rehet kişand. Em bang li gel dikin ku vegerin Şengalê, ji ber ku encex em bi vegera xwe bikaribin Şengalê ava bikin û bi hev re bijîn.”

‘Şengal ji her derê xweştir e’

Leyla Berekat jî ji ber pêwistiya mala wê ya beriya fermanê lê dijiya bi çêkirinê heye niha li mala mirovan dimîne wiha got: “Ji hatina me ve gel tu alîkariyê texsîr nekir. Şengal ji her derê xweştir e. Me dixwest em zûtir werin. Lê ji ber musada me nîn bû em nikaribûn werin.” Leyla Berekat ji bo vegerin li ser axa xwe bang li civaka Êzidî ya hê li kampan de ne kir.

Gewrê Silêman jî anî ziman ku ew ji kampa Bêsivê hatine wiha got: “Em bi hatina xwe ya Şengalê kêfxweş in. Bi vegerê re me got emê dîsa destê warê xwe hilînin.”

Koçer Yusuf Xidir a ji Sîba Şêx Xidirê jî da diyarkirin ku veger pir xweş e û wiha got: “Li kampê jiyan zehmet bû. Agir bi konan diket. Hinek hebûn nedikarin zarokên xwe xilas bikin ji agir. Em bi eşq hatin.”Koçer Yusuf bang li civaka Êzidî kir û got, “Zorî çi di bin bila bibin divê Êzidî vegerin Şengalê xwedî li axa xwe derbikevin.”