“Hemû bûyerê li kampa Holê diqewimin veşartî dimînin”

Penaberên ji Iraqê yên li Kampa Holê, der barê rewşa kampê û bûyerên ku di nav kampê de rû didin de axivîn û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku vegerin welatê xwe.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundir ve hatibû destpêkirin berdewam dike. Di sê rojên derbasbûyî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 27 çeteyên DAIŞ'ê girtin û 5 tunelên ku şaneyan ji bo xweveşartinê çêkiribûn dîtin û xirab kirin.

Ji jinên penaber ên Iraqî Fatima Casim û Amina El-Hemed ên li kampa holê dijîn der barê rewşa kampê, xetere û metirsiya ku dijîn de ji ajansa me re axivîn. 

"Li vir gelek bûyer çêdibin"

Fatima Casim a ji Enbara Iraqê ye, rêwîtiya xwe ya ji Iraqê ber bi Sûriyeyê ve wiha anî ziman: "Ger tu rastî dixwazî, li kampê aramî qet tune ye. Li vir gelek bûyer çêdibin, ji kuştinê heya girtin û serjêkirinê. Di şerê navbera Emerîka û Iraqê de di salên 1991'ê de, min pê li mayînê kir û di encamê de ez birîndar bûm. Heya niha ez nikarim li ser lingê xwe bisekinim û sê tiliyên min ên destan jî jêbûn. Piştre em neçar bûn werin kampê. Belê, ez dixwazim di demek nêz de vegerim welatê xwe."

"Her tişt veşartî çêdibe"

Amina El-Hemed ji Enbara Iraqê ye lê di 2018'an de ji ber êrîşên DAIŞ'ê li ser wan û şerê li wir rû dide berê xwe dide Kampa Holê. Di vê kampê de bi gelek tiştan re rû bi rû dihat heya ku nexweş ket. Amina wiha ji me re behsa rewşa kampê dike: "Em ji ber şer û zilmê reviyan hatin kampê, qaşo rojek û du roj in wê rewşa herêma me baş bibe em ê vegerin. Lê em herî dawî li vir sekinîn û man. Ma rehetî di vê kampê de li ku derê heye? Em di rojê de hezar car dimrin û radibin. Bi çavên xwe me nedît ku kes hatibe kuştin lê belê her kes di kampê de vê mijarê diaxive. Êdî em dixwazin derkevin herin welatê xwe, emrê xwe yê mayî li wir derbas bikin. Li vê derê gelek bûyerên hovane diqewimin, her tişt veşartî dibe."

"Bi hatina kampê re nexweşî zêde bû"

Amina El-Hemed got ku bi hatina wê ya Kampa Holê re nexweşî pê re derketine û wiha domand: "Em dixwazin biçin ciyekî dûr û bi ewle li wir êdî heta dawî bijîn. Bi hatina me ya kampê re bi dehan nexweşî bi me re derketin. Ji emeliyata çavan bigre heya nexweşiya dil û tansiyona xwînê. Bi peyatî be jî dixwazim di demek zûtir de vegerim welatê xwe."