Hem ji axa xwe, hem ji dayika xwe mehrûm ma

Narîman Mihemd a 46 salî bi dilekî şewat dayika xwe bi bîr tîne û dibêje ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rê nedan cara dawî dayika xwe hembêz bike û xatir jê bixwaze.

RONÎDA HACΠ
Hesekê- Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî bajarê Girê Spî û navçeya Serêkanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrîşan de her du herêm jî hatin dagirkirin û bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Rêveberiya Xweser ji bo koçberên Girê Spî li navçeya Eyn Îsa kampa Til Semin ava kir û ji bo koçberên Serêkaniyê jî li Kantona Hesekê kampa Waşûkanî ava kir. Niha koçber rûxmê êş, azar û zehmetî li ber xwe didin. Her wiha bi êrîşan re di dilê her koçberek de çîrokek bi êş heye. Yek ji wan jinan Narîman Mihemed e. Narîman eslê wê Tirkmen e û piştî bajarê wê tê dagirkirin neçar dimîne koçber bibe û niha li kampa Waşûkanî dijî. Narîman bi koçberiyê re êşa ku jiyaye parve kir. 
"Li Serêkaniyê hemû pêkhate bi hev re dijiyan"
Narîman diyar dike ku Serêkanî weke dayikek bû, bi êrîşên dewleta tirk re bi hezaran şêniyên Serêkaniyê ji dayika xwe mehrûm man û wiha pêl da gotinên xwe: "Me beriya dagirkeriya Serêkaniyê bi pêkhateyên Suryan, Êzidî, Ereb, Kurd, Tirkmen û Çaçan re bi hev re dijiya. Her malbatek bi ked û xwêdana canê xwe mal û milkên xwe bi rê ve dibir. Li Serêkaniyê tiştek bi hêsanî nehatiye avakirin hemû bi ked û nirxên mezin hatine avakirin. Di êvara 9'ê Cotmehê de dewleta tirk bi balafir û çekên giran êrîşî sivîlan kir û bajarê me bi çekên kimyewî dagir kir. Niha mal û milkên me di destên çeteyên dewleta tirk de ne. Di tu zagonan de nîn e ku gelên resen ji axa xwe dûr bikeve û kesên çete ango biyanî werin tiştên ku bi hezaran salan û kedek mezin hatiye avakirin li ser rûnin. Her wiha li gorî ku em dişopînin çeteyên dewleta tirk mal û milkên me hemû firotine û erdên me talan kirine. Em xwedî ked û erd bûn, niha em di şert û mercên herî zehmet ên koçberiyê de jiyana xwe bi rê ve dibin. Li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdengiyek navneteweyî heye. Ka wijdanê mirovahiyê! Bi dagirkirina Serêkaniyê re dewleta tirk armanc kir ku herêma me biguherîne. Zindîkirina desthilatdariya Osmaniyan, qirkirina gelan e."
"Hesreta dayikê di dilê wê de birînek kûr vekir"
Narîman di berdewama gotina xwe de destnîşan kir ku dayika wê ya bi navê Zelîxa gelek girêdayî axa xwe bû û wiha behsa dayika xwe dike: "Dayika min temenê xwe li Serêkaniyê de derbas kiriye, dema dewleta tirk axa me dagir kir em neçar man koçber bibin. Lê dayika min Zelîxa koçberiyê tehemul nekir. Bi israrek mezin careke din vegeriya Serêkaniya dagirkirî. Dema dayika min vedigere malê dibîne çeteyan mala me dagir kirine. Dayika min çawa dibîne mala me çete bi cih bûne tehemul nake û derdikeve der ve. Piştî çend kêliyan teqînek mezin rû dide û dayika min gelek ditirse. Piştî demekê dayika min ji ber kiryarên li Serêkaniyê nexweş dikeve û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Min dixwest cara dawî dayika xwe bibînim lê bajarê me hatibû dagirkirin loma min nedikarî xatir dawî ji dayika xwe bixwazim. Hesreta dîtina dayika min, heta niha jî di dilê min de birînek kûr ava kiriye. Ez hem ji axa xwe, hem jî ji dayika xwe mehrûm mam."
"Me xeta berxwedanê hilbijart"
Narîman di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Serêkaniyê li kampan û wiha bi dawî kir: "Dema dewleta tirk êrîşî herêma me kir hemû pêkhateyan hedef girt. Lê ruxmê wê jî hemû pêkhate rastiya dewleta tirk dizanibûn loma neçarî koçberiyê bûn. Niha hemû pêkhate li kampê bi ruhê wekheviyê dijîn. Dema mirov serdana konan dike, di her konekê de çîrokek bi êş heye. Ji bilî wê rewşa jiyanî pir zehmet e û bi ser êşên koçberiyê de jî dewleta tirk ava Elok û Firatê qut kiriye. Niha ji ber av nîn e cereyan jî nîn e, em ji germahiyê nexweş ketine. Ruxmê van zehmetiyan jî em ê li ber xwe bidin û bi israr in ku heqê me li me vegere û ji çeteyan re nemîne. Divê saziyên pêwendîdar heqê me ji dewleta tirk bistîne, hemû rêbazên li dijî exlaqê mirovahiyê bi kar tîne gelo çima her kes çav û guhên xwe ji van kiryaran re digre. Ji hemû kesên ku banga mafên mirovan dikin re em dibêjin mixabin ger bi rastî mafên mirovan hebûya dê halê me ne ev hal bûya û rê li ber dagirkeriya dewleta tirk bihata girtin. Bila her kes bizanibe me li dijî dagirkeriyê xeta berxwedanê hilbijartiye û em tu carî nawestin, ji ber ku em doza mafên xwe dikin."