Jinên ji Til Temirê: Em ji bo şer amade ne, emê rûmeta xwe biparêzin

Jinên navçeya Til Temirê derbarê êriş û gefên dewleta tirk a dagirker ku di vê dema dawî de xwar gotin ku wan li hemberî êrîşan amadekariyên xwe kirine û heya dawî bi şervanên xwe re wê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin.

Hesekê - Dewleta tirk a dagirker du meh in ku dîsa gefa êrîşeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Di pêvajoyên dawiyê de bi rêya awayî li ber çavên cîhanê cîhanê êrişên xwe yê li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûrî zêde kiriye. Tenê di çend rojên dawiyê de li Qamişlo, Kobanê û herî dawiyê jî li ser Til Temirê êriş pêk anî ku di êrişa li ser Til Temirê de welatiyek jiyana xwe jidest da û 2 jê jin 4 welatî jî birîndar bûn. 

Der barê vê mijarê de jî jinên navçeya Til Temira Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêrînên xwe anîn ziman.

"Di roja me ya îro de xwedîderketina li ax û rûmeta welatê xwe pir girîng e"

Nûra Şêxmûs ji gundê Bab El-Xêr ê ku dikeve navbera navçeya Zirgan û Til Temirê zêdetirî 2 sal û nîv li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ber xwe didin, der barê gefên ku di vê dawiyê de li wan dixwin de wiha dibêje: "Li hemberî êrîşên ku du sal in li ser gund rû didin, em li ber xwe didin û li hemberî vê êrîşê jî em bi îradeya xwe ya xurt mane û em ê bimînin jî. Heya dilopa xwîna dawî di canê me de hebe, em ê ax û rûmeta xwe biparêzin û terk nakin. Ji me re dibêjin çima heya niha hûn di xeta agir de mane û xwe daye ber guleyan û xetera mirinê, bersiva me jî ev e; yê ku îro dest ji ax û welatê xwe berda, sibê wê bikaribe dest ji her tiştî jî berde û pişta xwe bide wê. Em bi saya şehîdan gihiştine vê rojê, îro jî eger em xwedî li wan dernekevin û dest ji her tiştî berde. Ev jî dibe îxaneta bi şehîd û welatê xwe re. Ger mirov baş bifikire û nirxên vê yekê bizanibe wê bibîne ku saetek di hundirê mala xwe de û li ser axa welatê xwe hêjayî dewletan û xweşiya wan e, ji ber ku her tişt ne pere û xweşî ye."

"Ger dixwaze bila êrîşe bike lê bila vê carê jî xwe li ber berxwedana gel û şervanan bigre"

Nûra Şêxmûs da zanîn ku ew amade ne û wiha domand: "Di warê xizmetguzarî yan jî leşkerî de em ji bo her tiştî amade ne. Ne em tenê, îro em û gelê herêmê jî bi hev re li ber xwe didin. Gihîştiye asteke wisa ku zarokên me jî êdî bi biryar in û xwedî îradeyeke mezin in. Psîkolojiya me ji bo şer jî amade ye. Ger dewleta tirk a dagirker diwaze êrîş bike, bila êrîş bike îro me amadekariyên xwe kirine û wê rastî berxwedaniyeke bêhempa were. Di van 3 salên dawî de her digot ez ê axa we dagir bikim lê hat û dît ku gel ne ew gelê berê ye û pir zor e ku dest ji axa xwe berde û jê re bihêle. Îro gel ji dewleta tirk bi hêztir e. Her ku dagirker gefeke nû dixwin, em bêtir xurt dibin û girêdana me ya bi axê re zêde dibe. Ne tenê şervan, îro gel jî li pişta wan e û em ê bi hev re li ber xwe bidin û dijmin bişkînin."

"Çawa berê li dijî DAIŞ û Cebhet El-Nusra me şer kir îro jî em ê dagirkeran têk bibin"

Zîlan Mihemed jî ji navçeya Til Temirê ye dibêje ku îlankirina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di dema xwe de hatiye û wiha got: "Ji bo ku gelê me şiyartir be, pêwîstî bi vê biryarê hebû. Gefên ku tên xwarin ne tiştekî nû ne, 10 sal in bi nav û rêbazên cuda dewleta tirk a dagirker êrîşî herêmên me dike. Em jî wekî gel amade ne li dijî êrîşan li ber xwe bidin. Berê DAIŞ û Cebhet El-Nusra ku niha bûye (Heyet Tehrîr El-Şam) êrîş li dijî herêmên me pêk dianîn lê dema ku dewleta tirk dît li hemberî hêz û berxwedana gel û şervanan şikestin, bi xwe daket meydanê. Berê bi rengekî veşartî bû lê niha xwe eşkere kirin. Çawa berê me li ber xwe da, vê carê jî em ê li hember wan bisekinin, li ber xwe bidin û piştgiriyê bidin şervanan."

"Em ê bi şervanên xwe re têbikoşin"

Zîlan Mihemed wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî ragihandina rewşa awarte, gel ket nava tevgerê û gelek ji wan jî navê xwe dan komîteyan ku rewşek şer derbikeve wê  bi çi rengî ji şervanên xwe re bibin pişt û hîn bêtir birêxistinkirî bin. Çawa em bi şervanên xwe hene, şervan jî bi me hene û heya dawî em ê bi hev re vê rewşa zor û zehmet derbas bikin û êrîşa dagirkeran bişkînin."