‘Gundê Jinwar alternatîfa jiyana azad e’

Endama Rêveberiya gundê Jinwar, Hêvî Ciwan li ser avakirina gundê Jinwar û têkoşîna jinan a li dijî hemû cureyên tundiyê ev tişt got: “Jiyana gundê Jinwar naşibe jiyana derve, ji ber serdestî, koletî û nefêmkirin di gund de tune ye.”

ROJ HOZAN

Qamişlo-Yek ji destkeftiyên jinan di qada jiyanî de û têkoşîna li hemberî tundiyê gundê Jinwar e. Gundê Jinwar a di 25’ê Mijdara 2018’an de hat avakirin weke cihê ku êdî jin jiyana xwe ya komînalbûnê tê de bijîn her wiha bi afrîneriya jiyanê re xwedî ked û berhem bin. şêniyên gundê Jinwar li dijî hemû cureyên tundiyê jiyana wekhevî, rêzdarî, zanist, ked û bi sûd afirandine. Her wiha li kêleka wê bi rengekî rêxistinî û perwerdehî jiyana xwe didomînin. Dibe ku Jinwar ne gundê yekemîn be di Rojhilata Navîn de lê ew yekem gund e li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo jinan hatiye avakirin. Di gundê Jinwar de jin biryara jiyan û tevgera xwe didin û bi hev re li dijî hemû xerabiyên derve têdikoşin. Têkildarî avakirina gundê Jinwar, têkoşîn û tevgera jinên gund Endama Rêveberiya Gundê Jinwar Hêvî Ciwan nêrînên xwe ji me re anî ziman.

‘Pêwîst e em 25’ê Mijdarê bikin pratîka jiyana xwe û esas bigrin’

Hêvî Ciwan destpêkê têkoşerên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê bi bîr anî û wiha dest bi axafina xwe kir: “Dema qala tundiyê tê kirin her dem jin tên bîra me, ji ber ku êşkişandiyên sîstemên serwer jin in. Bi salan e em her dem vê yekê di gotin û jiyana xwe de tînin ziman û dixwazin hemû jin jî di ferqa bêbextiya dîroka rojên tundiyê de bin. Em nikarin peyva tundiyê ji dîroka jinan înkar bikin ji ber ku ev rastiyeke dîrokî ye û îsbata wê di hemû zanistan de hatiye kirin lê ya girîng ew e ku niha em wê têkoşîna jinan li dijî vê tundiyê bidin pêş û bibêjin jinan guhertinên çawa bi xwe re anî. Şoreşên berê yên ku li dijî sîstemê radibûn hemû vala derdiketin ji ber rola jinan di wan de tunebû, ne li ser bingeheke rast dihatin destpêkirin. Em weke jin têkoşîna xwişkên Mîrabel li dijî tundiyê esas digrin ku yek ji esasên bingehîn bû hişt jin li hemberî tundiyê serî hildin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî em dixwazin vê yekê bidin pêş bê çawa jin li hemberî hemû kiryarên weke, qetilkirin, hedefgirtin, dagirkerî û koçberiyê li ber xwe dane û şoreşek bi xwe re ava kirine. Gere em watedariya 25’ê Mijdarê ne tenê bi gotin bînin ziman, bikin pratîka jiyana xwe ku di riya wê re em xwe bigihîjînin hemû jinên cîhanî yên rastî tundiyê tên.”

‘Li Jinwar serdestî tune ye jiyana jinan komînal e

Hêvî Ciwan bal kişand ser avakirina gundê Jinwar weke alternatîfa jiyana azad, li dijî tundiyê û wiha domand: “Helbet di salên borî de ji ber şer û êrîşên li ser herêmê gelek mirovan xizmên xwe winda kirin, ji derveyî wê tundiya li ser jinan zêde bû yanî bi rengekî tevliheviyeke mezin bi xwe re anî. Pêwîst bû di wê rewşê de em weke jin dîsa destên xwe bidin hev, hevgirtin û rêxistina xwe xurt bikin. Hêdî hêdî rêxistbûyûna jinan bi pêş ket û dîsa di qada şoreşê de serkeftinên mezin mayinde kir. Projeya avakirina gundê Jinwar ji sala 2017’an ve bingeha wê hatibû danîn û ket meriyetê. Jinan bi alîkariya hev gundê xwe ava kirin û bûn bersiv ji van hemû rewşên ku tê de dijîn re. Jiyana gundê Jinwar naşibe jiyana derve ji ber ku her jin bi keda xwe di nava têkoşînê de ye ji siharê heya êvarê bi kedê re rojên xwe derbas dikin. Serdestî, koletî û nefamkirin di gund de tune ye, jiyana me komînal e û em hemû pêdiviyên jiyana gund bi xwe diafirînin. Zarokên gund li ser esasekî demokratîk perwerdeya xwe ya dibistanê dibînin. Jinên gund parastina xwe dikin, perwerdeya xwe dibînin û li vir bi tama azadiyê dijîn. Bi rastî jî jin rehetiya xwe li vir dibînin ji xwezayê bigre heya mirovan di nava hezkirinê de ne. Jinwar alternatîfa jiyana azad e li dijî tundiya li ser jinan.”

‘Di Jinwar de pêşeroja jinan li ser esasekî demokratîk ava dibe

Hêvî Ciwan behsa rewşa jinan di gundê Jinwar de kir û wiha pêde çû: “Di gundê Jinwar de rewşa jinan di nav erêniyeke pir xweş de ye û derûniya jinan rehet e. Dema destpêkê jinan berê xwe dan Jinwar, texmîn nedikirin wisa bijîn lê di pratîkê de dikaribûn bigihîjin xaleke hevbeş ew jî têkoşîna bi jiyanê re ye. Piraniya van jinan cîrokên wan ên dirêj bi tundiyê re hene lê ya girîng niha heya vê astê dikaribûn ji tundiyê re bibin bersiv ev yek ji serkeftinên Jinwarê ye. Îro pêşeroja van jinan li ser esasekî demokratîk ji me re girîng e ji ber ku ger jin ne birêxistinkirî bin wê nikaribin li hemberî zehmetiyên vê jiyanê li ber xwe bidin. Jinwar warê jinan e û deriyê gundê me ji hemû jinan re vekiriye. Di Jinwar de ne tenê jinên Kurd, jinên Ereb, Êzidî lê dijîn û hemû jin dikarin berê xwe bidin Jinwar. Dîroka van jinan, şiklê wan, nasnameya wan, mezhebê wan ji bo me ne pirsgirêk e, em dixwazin her jin bi hêza xwe hevgirtî be da tu pergal, dewlet, hikûmet, mêr nikaribin dest bavêjin nirxên wê yên pîroz û tundiyê li ser bidin meşandin.”

Bila hemû rojên jinan bi azadî bin’

Hêvî Ciwan bang li jinan kir ku li dijî tundiyê têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Bila jin ji hêza xwe bawer bin, her jin dikare civakê birêve bibe. Kirasê tirsê ji ser xwe bavêjin û bê tirs li rûyê celadê xwe binêrin ji ber qedera me di destên me de ye. Em bi boneya 25’ Mijdarê avakirina Jinwar li hemû jinan pîroz dikin û dibêjin bila hemû rojên jinan bi azadî bin.”