Giyayên derman ên ji Çiyayê Cîlo bi destên jinan tên berhevkirin

Jinên ku ji bo berhevkirina giyayan diçin Çiyayê Cîlo, piştî kedeke dijwar mîna ku bi xwezayê re dibin yek, giyayên derman tînin û sifreyên xwarinê pê dixemilînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Li Colemêrgê ku yek ji bajarên hênik e, piştî ku berf dihele, welatî ji bo berhevkirina pincarên berê xwe didin çiyayan. Li çiyayên ku giyayên cuda û derman li deverên bilind şîn dibin, ji bajarên derdorê jî gelek kes ji bo berhevkirina pincaran tên wan çiyayan. Yên ku pêşengiya vî karî dikin jin in. Jinên ku bi çenteyên li pişta xwe diçin Geliyê Bihuşt-Dojehê yê Çiyayê Cîlo, mendêya ku ji binê berfa ku derdikeve û di her xwarinê de tê bikaranîn berhev dikin.

Li geliyê ku bi dehan welatî ji navend û navçeyan tên hewa hê nû hinek germ bûye. Li bajêr ji berfê hê jî gelek rê nehatine vekirin, li Çiyayê Cîloyê ku qeşaya wî hê nû dihele, şêniyên herêmê dest bi berhevkirina pincaran kirin. Jinên ku bi kêran û çenteyên di destê xwe de diçin quntarên bi berf ên çiya, bi stranan bi dûrên komunal dixebitin, çenteyên xwe tijî dikin hevalên xwe yên li kêleka xwe dikin. Ew ref bi ref serê sibê diçin gelî, beriya ku bibe şev, çenteyên xwe hildigirin û vedigerin.

'Pincarên ku em berhev dikin ji bo hemû nexweşiyan derman in'

Fatma Kara diyar kir ku bi hilkişîna Çiyayê Cîlo hem bêhna xwe dide û hem jî pincarê kom dike wiha got: “Ev der mîna mîna bihuştê ye. Her derê axa me xweş e. Demekê ev der girtin û niha jî ji nû ve vekirin. Em nikarin her sal werin vê derê îsal em hatin. Giyayên mende, siyabo, rewas û hwd. kom dikin. Dema em nikarin werin vir em ji sûkê dikirin. Gelek kes hene ku vê dikirin û difiroşin lê îsal em li vir kom dikin. Pincarên ku em berhev dikin ji bo hemû nexweşiyan baş in. Ev giya bi ava berfê şîn dibin û em dikarin wê di her xwarinê de û di nava penîr de bi kar bînin. Her derê axa me pir dewlemend e, her tişt li vir heye. Em hem ji van deran hem jî ji keda xwe hez dikin.”

'Keda herî mezin a jinan e'

Bese Topkan a ku ji navenda Colemêrgê ji bo komkirina pincarê tê deştê, du salan carekê diçe gelî yan jî çiya ji bo berhevkirina pincaran. Besê Topkan, diyar kir ku gelê li vê derê her biharê dest bi demsala pincarê dike û wiha got: “Her pincara ku li çiya şîn dibe, nav û feydeya wê heye. Em ji bo sûdên wan bikar tînin. Em tên û di her demsalê de çi derdikeve berhev dikin. Van pincaran dixin nava xwarin, penîr û nan û di her tiştî de bi kar tînin. Dema zêde ma jî em davêjin dolabê ji bo zivistanê. Hem mêr hem jin tên vê derê, bi hev re dixebitin lê herî zêde jin kedê didin. Piştî komkirina wê em digrin û dişûn, paşê dipêjin û hildidin. Em diwestin lê hêjayî westandina me ye.”

'Ez ji bo zarokên xwe kom dikim'

Kamîle Tekîn jî got: “Ez ji bo zarokên xwe hatim. Hevjînê min wefat kir û ez hewl didim wan xwedî bikim. Ji ber vê yekê ez bi cîranên xwe re hatim vê derê. Em bi hev re kom dikin û bi hev re malê tînin. Ji ber ku bi tendurist e ez berhev dikim, piştî ku bibim malê ez ê wan bişûm û bipijînim. Carna em bi gotina stranan kom dikin, carna jî bala xwe didin berfa li çiyayan. Em bi giştî giya mendê yê di bin berfê de berhev dikin.”