Girtîgeha El Demûn ji bo jinên Filistînî cihê destdirêjî binpêkirin û îhmalkariyê ne
Di bin şert û mercên girtîgehên Îsraîlî de ku tu çavdêriya navneteweyî tune ye, jinên Filistînî yên girtî rojane rastî nexweşiyên çerm ên wekî skabyoz, nebûna tedawiyê û binpêkirinan tên.
NEXEM KERACÊ
Filistîn - Di nava odeyên teng de ku ji şert û mercên paqijî û hewayê bêpar in û di navbera dîwarên ku têkilî bi temamî ji cîhana hatiye birîn de; dîlgirtiyên jin ên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê de di nava mercên bê tendurist dermirovî de dijîn. Rewşa ku her diçe dijwartir dibe bi xwe re gelek binpêkirinên mafan û sûcên li dijî mirovahiyê tîne. Ji bilî sînorkirinên li ser serdan û pêwendiya bi malbatan re, giliyên li ser belavbûna nexweşiyên çerm, kêmbûna pêdiviyên paqijî û dermanan û xirabûna şert û mercên jiyanê li girtîgeha El-Damûn a ku piraniya dîlgirtiyên wê jinên Filistînê ne, zêde dibin.
Agahiyên nû yên ji girtiyên Filistînî nîşan didin ku di nava jinên girtî de nexweşiya gurîbûnê (skabyoz) hatiye tesbîtkirin. Di heman demê bi raporan tesbît dibe ku gelek kes bi nexweşiyên xurandin, leke û guhertinên çerm ketine. Ev hemû di nava şert û mercên wekî şilî, nebûna hewaya baş û kêmbûna cil û bergên paqij de diqewimin û ev yek hemû dibin sedema belavbûna vegirtinê. Klûba Girtiyan a Filistînî ragihand ku herî kêm deh bûyerên gurîbûnê di nava jinên girtî yên li Girtîgeha El-Damûnê de hatine dîtin û da zanîn ku li wê girtîgehê nêzî nod jinên girtî tê hene.
Pirsgirêk ne tenê nexweşî ye, metirsiya herî mezin ew e ku girtî nikarin bigihîjin teşhîs, derman û parastinê. Daxuyaniyên berê diyar kirine ku bersiva bijîşkî di hinek rewşan de tenê bi pişkinînê sînordar maye, tu derman û melhemên pêwîst nadin girtiyan. Di heman demê de, li gorî raporên mafên mirovan, dîlgirtiyên jin her dem ji ber kêmbûna cil û bergan û pêdiviyên paqijî û pêdiviyên kesane yên bingehîn, bi gazin in.
Di Hezîrana 2026’an de, Desteya Karûbarên Girtî û Berdanan dîlgirtiyan, piştî serdana parêzera xwe ya bo Girtîgeha El-Damûnê, ragihand ku 87 jinên girtî tê de bûn û nêzî ji sisê yek jinên girtî bi awayê îdarî û bêyî ku tawanek li dijî wan hebe, hatine girtin. Her wiha behsa şert û mercên girtinê yên dijwar, qelebalixiyê û pirsgirêkên ku bandorê li ser mafên bingehîn dikin jî kir.
Di meha Tebaxê de, desteyê ji parêzera ku serdana girtîgehê kiribû daxuyaniyên nû li ser xirabûna şert û mercên girtinê veguhestin; di nav de giliya jineke girtî ya ku ji qutbûna rehê mil, têkçûna glanda troîdê û ftiqîna masûlkeyên zik dinale. Her wiha daxuyaniyeke din behsa xirabiya xwarinê û kurtbûna dema serşokê kir, bi awayekî ku hinek jinên girtî nikarin baş xwe bişûn. Dema ku mijar dibe nexweşiyên vegirtî, metirsiya van şert û mercan zêdetir dibe.
Xirabûna tenduristiyê ji teqawidbûn û bêparbûna ku jinên girtî tê de dijîn nayê veqetandin. Li gorî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor bixwe piştrast dike, ji 7’ê Cotmeha 2026’an ve, Xaça Sor a Navneteweyî nikaribû serdana tu jineke dîlgirtî ya Filistînî li cihên girtinê yên Îsraîlî bike. Komîteyê diyar kir ku ew bi berdewamî daxwazê ji rayedaran dikin ku destûrê bidin wan ku bigihîjin girtiyan û serdanan ji nû ve bidin destpêkirin.
Destdirêjî û binpêkirinên zayendî
Çalakvana jin Nisrîn Ebû Emera dibêje ku divê doza jinên girtî di rojevê de be weke mijareke neteweyî were dîtin û bal kişand ku li gorî agahiyên girtine, girtî ji cil û bergan bêpar in, bê xwarin û derman in. Her wiha diyar kir ku li dijî girtiyên tevgerên bêrûmet, destdirêjî û binpêkirinên zayendî tên kirin.
Nisrîn Ebû Emera wiha got: "Jinên girtî ji aliyê malbaten xwe ve rastî tecrîdeke dijwar tên û têkiliya wan ji cîhanê hatiye birîn. Ez bang dikim ku komîteyeke navneteweyî bê avakirin, li ser giliyên têkildarî binpêkirinên zayendî û muameleya ku jinên Filistînê di girtîgehan de pê re rûbirû dimînin lêkolînê bike. Divê tiştên ku diqewimin di qada navneteweyî de werin dîtin. Her wiha ez ji saziyên jinan û navneteweyî dixwazim ji bo parastina jinên girtî û hesabpirsîna ji berpirsên binpêkirinan bikevin tevgerê û li gorî pîvan û rêgezên mirovî tevbigerin.”
Zagona navneteweyî çi dibêje?
Zagona mirovî ya navneteweyî mirovên girtî di şert û mercên şer de bêparastin nahêle. Xala 76’an a Peymana Cenevreyê ya Çaremîn diyar dike ku divê girtî xwedî şert û mercên xwarin û paqijiyê bin, tenduristiya wan were parastin û ji bo dermankirinê çi pêwîst be werin kirin.
Der barê tundiya zayendî, îşkence û muameleya dermirovî de, pîvaneke zagonî ya metirsîdartir digire dest. Sîstema Roma ya Bingehîn a Dadgeha Ceza ya Navneteweyî di nava çalakiyên ku dikarin bibin tawanên li dijî mirovahiyê de, heke di çarçoveya êrîşeke berfireh an sîstematîk de li dijî nifûsa sivîl werin kirin, girtin an bêparhiştina ji azadiyê li dijî rêgezên bingehîn ên zagona navneteweyî, îşkence, tundiya zayendî, zordarî her wiha çalakiyên dermirovî yên ku dibin sedema êşa giran an zirarê didin tenduristiya bedenî û derûnî, dihewîne.
Bandorên neyînî
Nisrîn Ebû Emera bawer dike ku metirsiya tiştê jinên girtî pê re rûbirû dimînin ne tenê di girtina nexweşiyên çermî de ye, di mayîna girtiyan de ye di jîngeheke girtî de ku tê de veqetandina rewşên nexweş zehmet e, yan jî misogerkirina bidestxistina amûrên parastin û dermankirinê ji bo hemû girtiyan e û got: “Belavbûna nexweşiyeke vegirtî di nava jinên girtî de divê bibe hişyariyeke tenduristî ku destwerdaneke lezgîn dixwaze; ji ber ku berdewamiya wan şert û mercan tê wateya ku dibe nexweşî berfireh bibe. Di dema ku girtî xwedî şiyana derketina ji cih an bidestxistina derman ku pêdiviya wê pê heye bi îradeya xwe nîn e. Ev yek berpirsiyariya aliyê ku girtinê bi rê ve dibe di peydakirina lênêrîn û parastina tenduristî de du qat dike.”
Nisrîn her wiha destnîşan kir ku êşa jinên girtî bi fizîkî bi sînor namîne, veqetîna demdirêj a ji malbatê û nebûna pêwendiya bi cîhana derve re bandoreke derûnî ya xirab li ser jinên girtî dihêle.
Nisrîn her wiha tekez kir ku dayîk, keç an jinên bi meh û salan di pişt hesinên girtîgehan dimînin. Da zanîn ku bêyî bizanibin çi bi serê malbatên wan ve hatiye, ji zarok û xizmên xwe dûr û bê agahî dijîn û got ku ev jî awayekî din ê cezakirinê ye bi nebûna azadiyê re barê girtiyan du qat girantir dike. Parastina jinên girtî divê mafê wan ê tenduristî, ewlehiya derûnî û pêwendiya bi malbatên wan re bihewîne. Ji ber ku girtin nayê wateya tunebûna mafên mirovî yên bingehîn ên jinan.
Pirsên cihêreng
Di bin siya nebûna berdewam a serdanên navneteweyî de, pirsek wiha derdikeve pêş: “Kî tenduristiya jinên girtî dişopîne? Kî misoger dike ku nexweş dermanên xwe digrin? Kî li ser giliyên têkildarî bêrûmetkirin, tundî û binpêkirinên zayendî lêkolîn dike? Ya herî girîng, kî misoger dike ku bêdengiya li ser van şert û mercan nabe perdeyek ji bo berdewamiya wan?”