“Girtîgeh bûne cihên mirine!”

Dayika girtiyê nexweş a giran Ekîm Polat Songul Îlker 3 hefte ne çalakiya xwe ya rûniştinê li ber Girtîgeha Denîzliyê didomîne û kurê wê jî li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Yekane daxwaza wê ew e ku tabûta girtiyek din ê nexweş ji girtîgehan derneke

NÎLGUN YILDIZ

Navenda Nûçeyan  - Li Tirkiyeyê rastiya girtiyên nexweş birîneke kûr a welat e. Girtî ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve bi raporên "Dikare di girtîgehê de bimîne" berdana wan tê astengkirin. Dema hezar û 517 girtiyên nexweş li gelek girtîgehên Tirkiyeyê têkoşîna jiyanê didin, ji wan 651’ê ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve “girtiyên nexweş ên giran” tên nirxandin. Yanî 651 girtiyên nexweş li benda mirinê ne.

Di 8 mehên destpêkê yên sala 2022’an de 44 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Îbrahîm Yildirim ê 68 salî ku gelek caran daxwaza berdana wî dihat kirin, tevî ji sedî 96 astengiya xwe nehatiye berdan û 14 roj beriya berdanê di 14'ê Tebaxê de li Girtîgeha Xarpêtê jiyana xwe ji dest da. Dema rewşa girtiyên nexweş ewqas li ber çavan e, malbatên wan ji bo ku zarok û xizmên xwe bi tabûtan pêşwazî nekin li gelek parêzgehên Tirkiyeyê berxwedana xwe didomînin. Ji Stenbolê heta Wanê, ji Wanê heta Amed û Îzmîrê malbat, parêzvanên mafên mirovan û parêzer ji gelek navendan bangên ji bo berdana girtiyên nexweş dikin, bênavber didomînin.

Ji bo zarokê xwe di çalakiyê de ye

Dayika Ekîm Polat, Songul Îlker, piştî ku kurê wî yê nexweşê giran dest bi greva birçîbûnê kir, li ber Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê, dest bi çalakiyê kir. Songul Îlker a ku 3 hefte ne li ber girtîgehê di nobetê de ye, destnîşan kir ku sedema bingehîn a li ber girtîgehê ketina çalakiyê piştgirîdayîna ji bo kurê wê ye û daxwaza wî ya sereke ew e ku ji bo tedawîkirina wî hestiyarî çêbibe.

Songul Îlker dibêje ku kurê wê 6 sal in girtî ye, pêvajoya darizandinê ya weke “bêhiqûqî” bi nav dike, wiha behs dike;

 “Bi dosyayên bi giştî sexte tê ragirtin. Dema 16 salî bû, em bi hev re tevlî Berxwedana Geziyê bûn. Di vê pêvajoyê de bi bombeya gazê birîndar bû. Ji aliyê medyaya alîgir ve bi gotina "terorîstê zarok” hedef hat nîşandan û piştre li ser zarokê min eşkence û zext zêde bûn. Dema Berkîn Elvan li nexweşxaneyê bû, ji Ekîm re pirsên wekî "tu çima çûy, tu çima beşdarî çalakiyên civakî bûy" hatin kirin. Ji bo tevlî çalakiyên civakî nebe zext li wî hat kirin. Ekîm di çalakiyên cînayetên karkeran, çalakiyên mafan û Geziyê de bi min re bû. Zarokê min ê 16 salî hat binçavkirin û girtin.”

25 roj eşkence dît

Songul Îlker got ku zarokê wê beriya bê binçavkirin û girtin bi tendursit bû, bi van gotinan diyar kir ku tu têkiliya Ekîm bi mijarên darizandinê re nîn e û got: “Zarokê min 25 rojan di îşkenceyê de ma. Dema di binçavan de bû rastî gefan hat û dema di binçavan de bû hat xwestin ji bûyerên li derve diqewimin berpirsyar bê dîtin." Songul Îlker diyar kir ku Ekîm Polat ji bo poşmaniya bi bandor qebûl bike rastî ferzkirinan hat, bi van gotinan pêvajoya girtin û darizandina kurê xwe vegot: “Ekîm bi gotinan sûcê ku min nekiriye qebûl nakim û kesekî din jî sûcdar nakim helwesta xwe anî ziman. Ji ber der barê wî de tiştekî şênber nîne, li ser nasnameya wî ya Kurd êrîşî wî dikirin.”

"Ev sê hefte ye li ber girtîgehê dirûnim”

Songul Îlker got ku nexweşiyên wî li girtîgehê çêbûne û da zanîn ku berê bi tendursit bû, fikarên xwe yên derbarê greva birçîbûne ya Ekîm Polat ji ber îşkenceyê û zextên li girtîgehan tên jiyîn dayê destpêkirin û berdewam dike jî anî ziman: “Dema teşhîs hat kirin bijîşkan pêşniyar kirin ku li nexweşxaneyê were razandin lê bi hinceta kêmbûna leşkeran nehiştin li nexweşxaneyê were razandin. Rêvebiriya nexweşxaneyê nahêle li nexweşxaneyê bê razandin.”

Songul Îlker dibêje ku pêkanînên xerab ên li girtîgehê ji aliyê malbatên girtiyan ve jî hatine piştrastkirin, wiha dibêje: “Ekîm digot “ger hûn îşkenceyên li vir bibînin, hûn ê ji mirovbûna xwe şerm bikin” niha malbatên girtiyên edlî yên ji bo dîtina zarokên xwe tên jî dibêjin îşkence heye. Di mejiyê wî de ûr çêdibe pêwîstiya wî bi emeliyatê heye. Lê ji bo nexweşiya xwe û tedawiya wî bê kirin di greva birçîbûnê de ye. Ev 3 hefte ye ez li vir li ber girtîgeh rûdinim."

Raya giştî bêdeng e

Songul Îlker anî ziman ku metirsiya jiyanê ya Ekîm Polat pir zêde ye û di girtîgehê de 2 caran krîza dil derbas kiriye, bi van gotinan balê dikşîne ser bêdengiya li ser rewşa girtiyên nexweş: “Tevî ku metirsiya jiyana wî pir zêde ye jî di greva birçîbûne de ye. Lê em hê jî hewl didin nexweşiya Ekîm vebêjin. Ekîm çima di greva birçîbûnê de ye? Ji ber ku Ekîm dibêje li girtîgehê îşkence heye û dixwaze dawî li vê yekê bê anîn loma ketiye greva birçîbûnê. Ne hêsan e ku dema metirsî pir bilind be mirov xwe birçî bihêle lê em hê jî hewl didin nexweşiya Ekîm vebêjin.

Songul Îlker dibêje ku roja Ekîm Polat birine girtîgehê dermanên wî yên dil avêtine çopê, wiha axivî: “Ji ber vê nexweşiyê 2 caran krîza dil derbas kir. 21 salî ye! Di 21 saliya xwe de krîza dil tê wateya kurtbûna jiyana wî. Divê dermanên şekir, dil bi kar bîne û ew tên avêtin. Li nexweşxaneyan sewqa wî tê betalkirin. Em nikarin derdê xwe ji kesê re bibêjin. Pirsgirêka Ekîm a sewqê tune ye lê nayê tedawîkirin.”

Songul Îlker got ku ew dixwaze sazî û parêzer bikevin dewrê, xwest Yekitiya Tabîban, ÎHD û Komîsyona Mafên Mirovan jî bikevin dewrê û got ew dixwaze pir bi lez daxwazên wê yên dermankirinê bên bicihanîn.

 "Heta ku îşkence bi dawî nebin dê dest ji greva birçîbûnê bernede!"

Dayika Songul Îlker a got herî dawî roja sêşema borî Ekîm Polat dîtiye, bi van gotinan hevdîtina xwe vedibêje: “Gelek bêhal bû. Rûyê wî biçûk bibû... Ji ber nexweşiya wî çavê wî yê çepê kêm dibîne. Nizanim çiqas dibîne, tu nikarî ji zarokê xwe bipirsî kêm an zêde dibînî, ma mirov dikare jî zarokê xwe pirsek wiha bike? Di greva birçîbûnê de vîtamîn nehat dayîn û piştî deh rojan hat dayîn. Ez ne li dijî grevên birçîbûnê me lê niha pêkanîna wê pir giran e. Ez wek dayikek rêzê ji biryara wî re digrim lê wek dayikek jî bi fikar im. Got heta îşkence bi dawî nebin û tedawiya wî dest pê bike ew ê dawî li çalakiya xwe neyne.”

“Girtî bi mirinê re rûbirû tên hiştin”

“Min her dem got û ez ê careke din bibêjim, yên ku serê xwe dikin bin qûmê yên ku dihizirin gava bêdeng bimînin dê dest nedin wan dê ji me pir girantir vê rewşê bijîn. Yên destpêke biçin jî dê ew bin. Ji ber ku em niha vê rewşê pir dijwar dijîn lê yên ku bêdeng bimînin dê bibin şirîkên vî sûcî. Êdî kes nikare windakirina mirovekî rabike, her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Heya ku bêdengî hebe dê girtîgeh veguherin malên mirinê. Pêwîst e her kes dengê xwe derxe. Yên ku îro deng derdixin dê bibin dengê girtiyên nexweş lê sibê ev deng wê bibe dengê wan, wê ji bo xwe têbikoşin. Bila tu kes berpirsyariyeke wiha negire ser milên xwe û nebe şirîkê cînayeteke wiha. Tişta li dijî Ekîm tê kirin hewldana cînayetê ye. Li dijî hemû girtiyên nexweş hewldana cînayetê heye. Pêwîst e her kes vî dengî bibihîze û piştgirî bide.”