Gelê Kobanê ziman û çanda xwe parastin"
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê, Kelîme Demîr dibêje ku gelê Kobanê zimanê xwe ji pişaftinê parastiye û bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê zindî kiriye.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Li seranserî Kurdistanê têkoşîna ji bo parastina çand, ziman û nasnameya Kurdî bi şêwazên cuda hat kirin. Lê bi destpêkirina Tevgera Azadiyê re hebûna Kurdan bi awayekî şênbertir hat parastin. Gelek neteweyên ku ji pêkhateya Kurdan mezintir bûn hatin pişaftin û bûn Ereb, Tirk ango Faris. Lê gelê Kurd bi derfetên kêm û tevî ku di gelek komkujiyan re derbas bûn, xwe ji asîmîlekirinê parastin.
Li Kobanê ku weke bajarê yekemîn ê ku şoreşa 19'ê Tîrmehê lê hatiye destpêkirin û navenda destpêkirina tunekirina DAIŞ`ê tê naskirin, gelê wê çand, ziman û civakbûna xwe ji tevahî cureyên pişaftinê parastin. Mînaka ber bi çav ew e ku bandora zimanê Erebî ya li ser beşekî ji gelê Kobanê şikestiye. Her wiha desthilatdarî û nijadperestiya rejîma Baasê li ser tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn heye lê gelê Kurd serî netewand û bi rengekî veşartî waneyên zimanê Kurdî dît. Di heman çarçoveyê de jî rejîma Baasê hewl da ku navê Kobanê veguherîne bike Eyn Ereb lê gelê Kobanê û gelê Kurd bi giştî di nava hev de navê Kobanê parastin. Bi wesîleya cejna Zimanê Kurdî, ajansa me nêrîna endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kelîme Demîr ku beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê di şert û mercên zehmet de xwe hînî zimanê Kurdî kiriye parve kir.
"Di parastina ziman de rola sereke ya dayikan e"
Kelîme Demîr di destpêkê de ev roj li dayikên Kurd pîroz kir û wiha got: "Dema ku Tevgera Azadiyê xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêxêstin kir, xebatkarên wê ji me re digotin dema ku dewletê zimanê Kurdî qedexe kir dayikên me bi riya lorandina li ber dergûşa zarokên xwe zimanê xwe diparastin. Ji ber vê mirov dikare di vir de rola dayikan a di parastina ziman de bîne ziman. Ez weke kes eşqa min a fêrbûna ziman hebû, ji ber vê ez her tim di nava vê lêgerînê de bûm. Derfeta fêrbûna zimanê Kurdî jî bi saya Tevgera Azadiyê ket destên me."
"Li dijî zextên rejîma Baasê têkoşîna fêrkirina ziman"
Kelîmeyê li ser fêrbûna xwe ya zimanê Kurdî û bûyerên ku beriya Şoreşa Rojava jiyaye wiha parve kir: "Wê demê em biçûk bûn, em 5 kes bûn û mamosteyekî me hebû. Me di hefteyê de sê rojan wane didît. Em wê demê tenê hînêı tîp, xwendin û nivîsa bi zaravayê Kurmancî dibûn. Wê demê zextên rejîma Baasê pir dijwar bûn, ji ber vê me her waneyek di maleke cuda de didît. Dema me wane didît, kesek weke nobedar li ber deriyê malê dihişt. Rejîmê em tu caran negirtin lê belê du caran dewriyeyê bi ser me de girt û ji bo em neyên girtin em yekser belav bûn. Piştî ku ez fêr bûm min xwest kesên li derdora xwe jî perwerde bikim. Ji ber vê 6 grûbên min ên zarokan hebûn lê ji ber ku rejîma Baasê bi hemû rêbazan hewl dida doz, ziman û çanda Kurdî bide pişaftin li me gelek zext dikir. Ez ji ber vê sedemê neçar mam ku di hefteyê de du rojan wane bidim. Her wiha min çend kesên bi temen mezin jî fêrî elfabeya Kurdî kirin."
"Li Kobanê zimanê Kurdî zindî ye"
Kelîme Demîr diyar kir ku şêniyên Kobanê xwedî li zimanê xwe derketine û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di vê çarçoveyê de xaleke balkêş a gelê Kobanê heye ku zimanê wan ê Erebî şikestiye û gelek kes nizanin jî. Em bi vê yekê serbilind in û em tu carî şerm nakin. Nezanbûna zimanê Erebî tê wateya vala derxistina êrîşên rejîma Baasê û parastina zimanê xwe yê zikmakî. Di pêvajoya beriya şoreşê de xwendekarên ku li bajarên Sûriyeyê dixwendin hewl dan ku zimanê Erebî derbasî nava civaka Kobanê bikin. Lê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û destpêkirina perwerdeyên zimanê Kurdî, girêdana ciwanan û xwestina fêrbûna zimanê dayikê zindî bû."
"Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin"
Kelîme Demîr di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser pêşketinên di warê zimanê Kurdî de û wiha axivî: "Di roja îro de dema ku zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin em gelek kêfxweş dibin. Em dizanin keda ku me da vala neçû û bi encam bû. Her wiha wê ev pêşketin û gav ji nifşên pêşerojê re bibin bingeh. Niha dibistan, peymangeh û zanîngehên me bi zimanê Kurdî ne. Bêguman ev berhem di encama berdelên giranbuha de pêk hatin. Ji ber vê em deyndarên şehîdên xwe ne, ji lewre divê em xwedî li keda wan, ziman û çanda xwe derkevin."