Firişte Edîb: Em bi berxwedanê dikarin bigihîjin armancên xwe

Firişte Edîb yek ji wan jinan e ku dikaribûye bi tirûşta gelek kêşeyan di malbat û civakê de, ji nava dijwariyên jiyana xwe serfiraz derkeve.

BIHARAN LEHÎB

Kabul- Şert û mercên Afganistanê wisa giran in ku mirov nikare bêhnê bistîne. Jinên vê axê ji bo bidestxistina mafên xwe yên herî biçûk neçar in şer bikin. Firişte Edîb yek ji wan jinan e ku dikaribûye bi tirûşta gelek kêşeyan di malbat û civakê de, ji nava mercên dijwar ên jiyanê serfiraz derkeve. Tevî ku her carê hatiye tepisandin jî dîsa li ber xwe daye û ji bo jiyana çêtir têkoşiyaye.

‘Tevî gotin û qefên mêrên herêmê dawiyê me xwendina xwe qedand’

Firişte Edîb li ser jiyana xwe wiha dibêje: “Min ji sifirê dest pê kir da ku jiyana xwe biguherînim. Bi qebûlkirina gelek pirsgirêkan, di saziyên hikûmetê û saziyên sivîl de xebitîm. Niha jî ez li yek ji navendên perwerdeyê kompîtorê fêrî keçên ciwan dikim."

Firişte Edîb der barê sekna xwe ya li hemberî pirsgirêk û astengiyên li pêşiya xwe de ku çawa dikaribûye bi wan re şer bike dibêje: “Ez ji ber hebûna Talîbanê bi awayê veşarî keçikan perwerde dikim. Dibistan jixwe min li navçeyek dûr xwend. Di rewşeke wisa de bû ku li herêma me tu jinen nediçû dibistanê lê me sê jin bûn û tavî gotin û qerfên mêrên li herêmê jî me xwendina xwe heta dawî domand. "

Piraniya jinên Afganistanê dibin qurbaniyên zewacên bê dilê xwe û hemû xeyalên wan têk diçin. Kêm ji jinên ciwan piştî zewaca xwe di kar û xwendinê de bi ser dikevin lê gelek jin hene ku nikarin xwendin û xebata xwe bidomînin, an jî bi pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin re têdikoşin. Firişte Edîb yek ji wan jinan e ku piştî qedandina pola 12’an dizewice lê bi îradeya xwe bi hemû hêza xwe dixwîne û bi biryar dixebite.

‘Ji ber pirsgêrêkên malbatî neçar mam dev ji xwendinê berdim’

 Firişte Edîb dibêje: “Min di zanîngeha Kabulê de di beşa wêjeya Îngilîzî de di ezmûna têketinê de derketim lê ji ber pirsgirêkên malbatî neçar mam dev ji xwendinê berdim.”

Firişte Edîb di dema xebat û xwendinê de bû xwediyê du zarokan û di vê heyamê de ceribandina di alî perwerdeyê, xebata bi jin û zarokan, hunera destan, Hişyariya bi gel re û derûnnasiyê de bi dest dixîne. Firişte Edîb dibêje ku dema bi jin û zarokan re dixebitî rastî gefan hatiye. Navborî bi teşwîqa hevkareka xwe bi xwendina di qada aboriyê de didomîne, û zarokên xwe ji mûçeya xwe mezin dike.

‘Min hem dixwend hem jî dixebitîm ’

Firişte Edîb di berdewamiya gotinên xwe de dibêje: “Dema ku min careke din dest bi zanîngehê kir, hevjînê min ne li gel min bû, ji bo xebatê çûbû Îranê lê li wir xebateke bi warîde bilind pê nebû. Ji ber vê yekê ez neçar bûm hem bixwînim hem jî bixebitim."

Firişte Edîb, heta ku Talîban careke din vegeriyaye ser desthilatdariyê di wezaretek de wek lêkolîner kar dikir û ew nû ji seferê vegeriyabû dema ku Kabul ket destên Talîbanê. Mîna bi hezaran jinên din ên Afganî, wê jî karê xwe ji dest da. Heta ku salek şûnde dest bi hînkirina kompîturê ji bo keçên biçûk kir.

Firiştê Edîb di dawiya axaftina xwe de peyam ji tevahî jinan re şand û wiha bi dawî kir: "Tu carî dest jê bernedin! Rê û têkoşîna xwe bidomînin, em tenê dikarin bi rawestana li ser piyên xwe bigihîjin armancên xwe."