Fehîmeya ciwan tevî xeyalên xwe yê mezin bû hedefa êrişan

Fehîma Reşo ya 17 salî ku di encama êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe jidest da, tevî xeyalên xwe yên mezin bû êrişa dagirkeran. Malbat û mamosteya wê qala xewn û xeyalên Fehîmeyê kirin.

HESNA MIHEMED

Şehba - Dewleta tirk a dagirker bi riya obîsên xwe di 26'ê Tîrmeha 2022’an de zeviyên gel ku tê de kar dikir hedef girt. Di encama vê êrîşê de 6 jin birîndar bûn û keçek ciwan şehîd bû. Fehîme Reşo jî yek ji wan kesan bû piştî wê birin nexweşxaneya Helebê ji bo tedewiyê di 1'ê Tebaxê de di 17 saliya xwe de şehîd bû. Fehîma bi dayik û xwîşka xwe Rûxaş Reşo re di nava zeviyan de li bajaroka Til Rifetê kar dikirin rastî êrîşên dagirkeriyê hatin. Fehîma di jiyana xwe de kesayetek nerm û zîrek bû, di heman demê de hezkirina wê ji xwendin û fêrbûnê re zêde bû. Ew ji gundê Remedana yê Cindirêsê yê kantona Efrîn Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê ye. Malbet û mamosteya Fehîma Reşo der barê jiyan û kesayeta wê de bi ajansa me re axivîn.

"Fehîma zû xatir ji vê jiyanê xwest"

Dayîka şehîd Fehîma Reşo Xezal Mihemed Xelîl bûyera ku qewimî û keça wê şehîd bû wiha tîne ziman: "Em li Til Rifetê bi cih bûne ez û herdu keçikên xwe karê çolê dikin ji bo debara jiyana xwe bikin lê min nizanibû ku ev debar wê mala min wêran bike û keça min li pêş çavên min jiyana xwe ji dest bide. Dîroka 26'ê Tîrmehê tu carî ji bîr nakim dema ku dewleta tirk êrîş kiriye û di encamê de keça min yek şehîd bû, ya din jî birîndar bû. Me rakirin nexweşxaneyê Fehîma nêzî pênc rojan di nexweşxaneyê de ma di roja şeşan de şehîd bû. Ne wexta Fehîma û mirinê bû wê dixwest xwendina xwe bidomîne gelek di dibistanê de serkeftî û zana bû kesayetek di nav jiyanê de dihat hezkirin.”

"Xeyalên wê pê re hatin oxirkirin"

Xezal Mihemed Xelîl wiha behsa xewn û xeyalên Fehîmayê dike û dibêje: "Dema ku Fehîma şehîd bû xewn û xeyalên wê pê re hatin oxirkirin û winda bûn. Fehîmayê dixwest di demên pêş de bibe bijîşk an dermanfiroş. Bi hevalên xwe re gelek baş bû û nedixwest tu kes bi gotinên wê biêşe. Bi şehîdbûna Fehîmayê re min parçeyek ji bedena xwe winda kir û ez ê her dem lê bigerim.”

"Ez ê daxwezên wê pêk bînim"

Xwîşka Fehîma Reşo, Rûxaş Reşo ya 15 salî ku ew jî di encama êrîşan de birîndar bû, behsa bîranînên xwe bi xwîşka xwe re kir û wiha vegot: "Fehîma ji min re dayika duyem bû, ew xwîşka min a mezin bû, gelek alîkariya min di jiyanê de dikir. Ez gelek bêriya rojê ku ez û xwîşka xwe bi hev re diçin dibistanê, dikim îsal ez ê tenê biçim dibistanê. Di encama êrîşan de ez birîndar bûm û xwîşka min jî şehîd bû. Me gelek bi hev re xewnên xwe yên pêşerojê xêz kiribûn, ez ê hêvî û xeyalên xwîşka xwe pêk bînim û riya wê ya xwendinê bidomînim.”

"Çalakbûna wê rengek cuda derdixist"

Mamosteya dibistanê ya Fehîma, Hena Kelo behsa kesayeta Fehîma kir û wiha pê da çû: "Piştî derketina me ji Efrînê em li Til Rifetê bi cih bûn, me dest bi komkirina xwendekarên xwe kirin. Xwendekara ku bala me kişand û gelek çalak bû şehîd Fehîma bû. Di milê perwerdekirin û dan standinên xwe de gelek çalak û zîrek bû. Wê gelek ji dibistanê hez dikir lewre dema derbasî dibistanê dibû bi rûyê xwe ya bi ken û henekên xwe rengek cuda bû. Ji şîret û zanebûnê hez dikir her dem difikirî ku di pêşerojê de kîjan pîşeyê hilbijêre. Şahadeta wê bandorek li ser derdora me ava kir û em bi şehadeta Fehîmayê gelek serbilind in.”