Fatma Hisên: Hevpeymana Civakî deskeftiyên şoreşê diparêze û gelan birêxistin dike

Endama Komîteya Jin a Meclisa Malbatê Şehîdan Fatma Hisên da zanîn ku Hevpeymana Civakî deskeftiyên ku bi ked û fedekariya şehîdan hatine bidestxistin diparêze û got: “Hevpeymana Civakî nirxên şoreşê û mafên hemû pêkhateyan diparêze.”

RONÎDA HACΠ

Hesekê-Li gorî pêvajoya heyî û bi armanca parastina deskeftiyên şoreşê ku bi keda bi hezaran şehîdan hat bidestxistin, Rêvberiya Xweser pêwîstî bi çêkirina Hevpeymanek Civakî dît. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Ermen, Kildan, Çaçan û Êzidî. Hevpeymana Civakî ji bo parastna mafên her pêkhateyî derbasî qonaxa herî girîng bû. Qonaxa sêyemîn bi sazî, meclis, komîn, eşîr re nîqaş li ser bendên wê tê kirin û li gorî nêrînan tê sererastkirin. Endama Komîteya Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Hisên axivî.

“Hevpeymana Civakî rêxistinbûyîna civakê esas digre “

Fatma Hisên diyar kir ku Hevpeymana Civakî rêxistinbûyîna di navbera civakê û saziyan de xurt dike û wiha anî ziman: “Rêxistinkirina her ferdê di civakê de û rêxistinbûyîna civakê bi saziyan re pir girîng e, ev yek jî dê bi pêkanîna Hevpeymana Civakî were kirin. Ji ber ku ger em rêxistinbûyîna xwe xurt nekin em ê rastî gelek pirsgirêkan werin. Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtî ye, rastî êrîş û qetîlaman tên ji bo wê jî ger em xwe birêxistin nekin em ê nikaribin li hemberî van êrîşan derkevin. Em Hevpeymana civakî wekî çekek ku em xwe û civaka xwe  li hemberî dagirkerî û êrîşan biparêzin dibînin.

Fatma Hisên teqez kir ku reşnivîsa Hevpeymana Civakî bi nêrîna pêkhateyên herêmê hatiye nivîsandin û wiha got: “Reşnivîsa Hevpeymana Civakî bi nêrîna pêkhateyên herêmê hatiye nivîsandin lewma mafên her pêkhateyê tê de hatiye parastin, tu kêmaniyên vê reşnivîsê tune ne ji ber ku di komîteya sazkirina hevpeymanê de nûnerê her pêkhateyê û eşîr cih digrin.”

“Dewlet ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin”

Fatma Hisên bal kişand ser êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku Hevpeymana Civakî hedef digrin û wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk a dagirker her ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gavek davêjin êrîşan zêde dike. Di vê qonaxê de siyasetek qirêj li dijî gelan tê meşandin hemû jî bi hev re girêdayî ne. Êrîş û gefên li ser herêmê pêk tên dixwazin rê li ber pêkanîna Hevpeymana Civakî bigrin ji ber ku rêxistinbûyîna gelan ji bo xwe xeter dibînin. Di aliyekî din de tecrîd li ser Rêber Apo giran kirin û êrîşî xaka Kurdistanê dikin. Hemû jî bi armanca dagirkerkirina herêmê û windakirina deskeftiyê şoreşê ku bi saya felsefeya Rêber Ocalan hatiye bi destxistin. Li hemberî vê siyaseta qirêj her kes bêdeng maye ji ber ku rêxistinbûyîna me ne li gorî berjewendiyên wan e. Hebûna Rûsya û Amêrîkayê di herêmên me de ne ji bo şer bi dawî bibe ew berjewendiyên wan aborî û siyasî heye. “

“Çareseriya aloziya Sûriyeyê di Sûriyeyê de ye”

Fatma Hisên bang li Hikûmeta Şamê kir ku sîstema Rêveberiya Xweser qebûl bike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Sûriye tu kes nayê wê napêrêze berevajî wê jê sûd digrin û xera dikin. Ji bo wê em bang li hikûmeta Şamê dikin ku destên xwe bide destên Rêveberiya Xweser û parastina mafê her netewekî qebûl bike da ku em bi hev re dagirkerî û êrîşan têk bibin. Sûriye dewlemend e û her kes dixwaze para xwe ji dewlemendiya wê bigre. Pêwîst e em rê nedin wan ji ber ku xaka me ye û bi xwîna zarokên me gihîştiye vê astê. Hevpeymana Civakî jî niha hatiye dayîn ji bo rêxistinbûyîna me di vê demê de ye. Di bendên wê de hatiye nivîsandin ger hikûmeta Şamê sîstema Rêveberiya Xweser qebûl kir wê carek din reşnivîsa peymanê di ber çavan de were derbaskirin ji bo parastina xelkên Sûriyeyê bi temamî. Bi vî rengî em ê bikaribin rê li ber krîza Sûriyeyê bigrin. Ger em vê alioziyê çareser nekin tu dewlet ji bo me çareserî naxwaze bêtir kûr dikin û tevliheviyan derdixin.”