'Ez û xwişka min li gel sed jinên dinê birin'
Necla Seîd a çend rojin ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûye diyar kir ku dema hatin girtin ew û xwişka wê bi sed jinên dinê re birin, paşê jî ji hev cuda kirin û her yek bi aliyekê ve birin.
Necla Seîd a çend rojin ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarbûye diyar kir ku dema hatin girtin ew û xwişka wê bi sed jinên dinê re birin, paşê jî ji hev cuda kirin û her yek bi aliyekê ve birin.
NECAH MEÎŞ-HÊLÎN GEMO
Hesekê - Di 3 tebaxa sala 2014'an de çeteyên DAİŞ'ê êrîşî navçeya Şengalê a ser bi bajarê Musil ê Îraqê kirin. Di encamaê de bi hezaran Şengaliyê baweriya wan Êzidîbûn hatin qetilkirin û revandin. Di 9'ê sibata 2019'an de Hêzên Sûriya Demoqrat û bi hevkariya koalisyona Dewletên Yekbûyî pergala DAİŞ'ê li Baxozê hilweşandin. Bi hezaran jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê rizgarkirin. Hîna jî çarenûsa bi hezaran jinan hîn jî ne diyar e.
Ji wan jinan serpêhatiya Neclai Seîd İsmaîl ku ji gundê Til Qeseb yê ku dikeve Başûr Rojhilatê Şinagalê ye. Bi êrîşên ku berbanga sibeha 3 yê Tebaxa 2014’an rû dan re, dûmanek reş û tarî xwe li jiyana Necla yê pêçand. Keça malê Necla İsmaîl di temenê 17 salî de ket nav lepên DAİŞ'ê. Bavê wê du caran zewicîbû û malbata wê ji 11 kesan pêk dihat, 5 xwişk û 3 birayên wê, li gel dayik û bavê wê birin û hîna jî aqubeta wan nediyare.
'Em hemû keç birin Musilê'
Necla kêliyên despêka fermanê û ketina destê çeteyên DAIŞ’ê wiha anî ziman: "Serê sibehê em hemû endamên malê li hev kom bibûn û me taştiya xwe dixwar. Ji me re hat gotin vaye DAİŞ êrîşî bajar kir, em reviyan û me xwe li çiyayê Şengalê veşart. Hemû dihizirîn ku tenê wê bajar dagirbikin, lê tu kesî nizanîbû ku wê me jî birevîne. Heya demjimêr 3 yan em li çiya man, dora me dorpêç kirin û me girtin. Tişta serke ku kirin hemû ji hev veqetandin jin, zarok, xort û kesên temen mezin her kes dan hêlekê. Hemû keç birin Mûsilê û heyvekê me li wir hiştin. Di wê heyvê de hemû cureyên êşkenceyê li me kirin, her wiha mîrên DAİŞ'ê rojane jinên Êzidî tecawiz dikirin. Keçên ku qebûl nedikirin jî li wan didan. Piştre ez, xuşka min û derdora 100 keçên din me birin Beac li wir rojane 6 çeteyan tecawizî jinekê dikirin. Ebû Bekir El-bexdadî biryar da ku her çeteyek bi jinek Êzidî re bizewice û yên mayî jî li sûkan firotin."
'Ez hînî serjêkirinê dikirim'
Necla İsmaîl jî weke hemû jinên pêre bû bi fermana emîrê DAİŞ'ê bi darê zorê bi çeteyekî bi navê Xelef Cemîl Hemdan ê 28 salî yê İraqî re dizewic e. Necla da zanîn ku ew hînî serjêkirina mirovan dikir û wiha domand: "Dema ez bi biryara mîrê DAİŞ'ê hatim zewicandin, min fêrî serjêkirina mirovan dikir. Her tim dîmenên kuştin û serjêkirinê nîşanî min dida û ji min re digot 'Li van dîmenan meyze bike da ku tu bi hêz bibê. Di quranê de hatiye gotin kesên kafir divê serê wan bê jêkirin.' Cihê ku ew diçûyê min jî bi xwe re dibir. Despêkê li Beac piştre em çûn Meyadîn, Reqa, Mûsil û Dişîşa. Em li Dişîşa derdora 2-3'ê salan man heya ku hêzên ewlekariya hundirîn Dişîşa ji çeteyan rizgar kirin. Dûvre em li Bisêra bi cih bûn û çeteyê ez pêre zewicî bûm çû şerê Baxozê û heya niha agahî li ser wî tune ye. Ez li gel hevjîn û zarokên wî mam. Çete bi mehan nedihiştin ku serê xwe bişom heya ku ser û laşê min tije spî bûn, her wiha ne xwarin û ne jî av nedidan min. DAİŞ'ê ku ez pê re zewicî bûm, bi zorê nimêj bi min dida kirin. Roja ji mal derdiket min nema Nimêj dikir."
'Zarokên DAİŞ'ê naxwazim'
Ji dema çeteyên DAİŞ'ê malbata Necla ji hev veqetandine û heya niha çarenûsa dê, bav, bira û xuşaka xwe ya mezin nizan e: "Beriya ku çete êrîşî me bikin jiyana me gelekî xweşbû, min di nava hevalên xwe de pola 10 dixwend. Lê DAİŞ'ê hemû xewnên min tar û mar kirin. Bavê min jî di meclisa Şengalê dixebitî. Piştî em dîl ketin dest heya niha min agahî ji dê û bavê xwe min negirtiye. Du xuşkên min jî hîna di nav destê DAİŞ'ê de ne, lê gorî agahiyên min girtî xuşka min Eliya li bajaroka Dana ya İdlibê dimîne. Birayê min yê mezin jî winda ye. Xuşk û birayên min yên hatine rizgarkirin jî niha li Zaxo dijîn. Ez bi DAİŞ'î yê pêre zewicîbûm re hatim Hesekê. Bi riya Faacebookê min xwe gihan Asayîşa bajarê Hesekê û asayîş ez ji destê wan rizgar kirim. Ji çeteyê DAİŞ'ê du zarokên min çêbibûn, min wan hişt ji ber zarokên DAİŞ'ê ne û ez nikarim wan qebûl bikim."
'Derketina min qedexe bû'
Necla a ji ber zordariya DAİŞ'ê zimanê xwe yê dayikê kurdî ji bîr kiriye û tenê bi erebî diaxive zoriyên dîtî wiha anî ziman: "Çete nedihiştin ku ez bi zimanê xwe biaxivim. Bi zorê fêrî zimanê erebî bûme û hemû çand û zimanê xwe min ji bîr kiriye. Piştî ku ez ji nav lepên wan derketim, tişta serke ku ez bikim hîn zêdetir zimanê kurdî fêr bibim û qet bi zimanê çeteyan ne axivim. Ji ber ku her ez peyvekê bi zimanê wan bibêjim, ew kêliyên bi êş ku min jiyame wê werin bîra min. Ez hewil didim xwe bigihînim endamên dinê yên malbata xwe û em bi hev re carekdin biçin Şengalê. Gava biçim Şengal karê min ê despêkê ezê xwendina xwe bidomînim û ezê têra xwe bigerim. Ji ber dema di destê çeteyan debûm bi hesreta dîtina dervebûm."
Necla li gundê Xirbe Xezal ê ser bi navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê - Rojava ye li gel malbata Dirbo dimîne û hewil dide vegere Şengalê.