'Ez sêwî bê bav mezin bûm'

Meha Mihemed êş û azarên jiyanî ne bese, bi ser de jî êş û azarên koçberiyê dikêşe e. Dibistan ji wê û zarokên wê re bûye stargeh û pê xwe ji sermaya zivistanê diparêzin.

NECAH MEÎŞ
Hesekê – Di êrîşên dewleta tirk ya 9'ê cotmeha 2019'an de ku bi navê 'Kaniya Aştiyê' êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir, encama êrîşan hemû gel ber bi pêla koçberiyê ketin. Piraniya koçberan berê xwe dan Kantona Hesekê, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê-rojava koçber di dibistanan de bi cih kirin, bi demê re kamp jî ji bo wan avakirin.  
Ji wan jî jina koçber Meha Mihemed bi temenê xwe 56 salî ye û ji gundê Ax Ziyaret yê Serêkaniyê ye Meha 9 keç û 4 kurên wê hene. Piştî dawîbûna şerê ku di sala 2012'an de rû dabû, tevî malbata xwe li bajarê Serêkaniyê bi cih bûn. Lê ji ber êrîşên hovane yên dewleta tirk koçberî Kantona Hesekê bû û niha ew û zarokê xwe di dibistana Ebdelah Elqadirî ya taxa Miftî de dimînin. Tevî ku Rêveberiya Xweser û gelek rêxistinên mirovî pêwîstiyên hewce pêşkêşî koçberan kirin, lê ne bese e. Serma jî zehmetiyên koçberan zêdetir kiriye.
Ji ber sedemên malbatî xwe bi navê Meha Mihemed tarîf kir.
'Ma kî wê yetama bi xwendin bide'
Meha Mihemed tiştên ku di jiyanê de bi serê wê de qewimîne wiha anî ziman: "Ji zaroktiya xwe de û heya niha min tu xêr di jiyana xwe de nedîtiye. Dema min nû çavên xwe li jiyanê vekir bavê min mirîbû. Ez sêwî bê bav mezin bûm. Em li mala Apê xwe diman. Ma kî wê yetama bi xwendin bide. Wê demê jî dibistan dûrbû û zêde guh nedidan xwendinê. Ez niha dibêjim xwezî min tîpek zanîba, zarokên min jî bavê wan nehiş bixwînin heya pola 6-7 wan ji dibistanê derdixistin. Niha zarokên hema dibêjin xweziya bawernameyek me. Niha ez bi hisreta peyvekê bixwînim yan binivîsînim. 
'Dewleta tirk bi xwîneke sar mala min rûxandin'
Meha piştî ji mala apê xwe derketin, wê ji kurê xwe re xwestin: "Demeke pir dirêj em li mala apê xwe dijiyan. Birayê min mezin bû em ji mala apê xwe derketin. Piştî derketinê bi demekê apê min, min ji kurê xwe re xwest. Hê temenê min 16-17'e sal bû min zewicandin. Digotin: 'Keça birayê min bila ji me re be.' Qaşo min digot 'Kurê apê min e, tu ziyanê nademin.' Lê ne wisa bû. Piştî 3'ê zarokên min çêbûn çû jineke din anî, ew jin 15 salan li gel wî ma lê zarokê wê çênebûn. Dîsa jî piştî temenê wî bû 50'î jineke din anî û niha dûrî min çûye. Min bi tena xwe 9 keç û 4 lawikên xwe xwedî kirin. Tişta ku bi serê dayika min hat, min jê hîn zêdetir dît. Cardin jî min her tişt teqebûl kir û min jiyana xwe bi zarokên xwe re berdewam kir. Lê xwedê ji Erdogan û çeteyên wî re nehêle mal ku min bi keda destê xwe hazir kir û min hemû hewildan kirin ji bo kêmî tiştekî nemîne. Dewleta tirk bi xwînek sar mala min rûxandin. Ji neçarî me berê xwe da Hesekê, roja despêkê em li ser riya raketin. Paşê Rêveberiya Xweser em li dibistanê bi cih kirin. Tevî zarokên xwe li odeyek dibistanê dimînin, dinya sar e. Ma ka ezê hîn çi bêjim?."