Evîn Cûma: Ji ber êrîşan koçber zehmetiyan dikêşin

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma têkildarî geşedanên rewşa şer û êrîşên dewleta tirk li ser herêmê û bandorên wê li ser koçberan nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dewleta tirk a dagirker ev demeke bi gef û êrîşên xwe ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehdît dike. Dewleta tirk vê carê herêmên weke Til Rifet û Minbicê kirine hedefa êrîşên xwe tevî ku berî wê jî herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye hewl dide cihên din jî dagir bike. Herêmên ku niha dewleta tirk kirine hedefa êrîşa xwe piranî koçberên Efrînê lê bi cih dibin û li hember zehmetiyan li ber xwe didin. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze van koçberên ku bi zorê ji axa xwe hatine koçberkirin careke din mecbûrî koçberiyê bike û herêmên nû tevli nexşeriya dagirkeriya xwe bike. Têkildarî mijarê Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma bandora gef û êrîşên dewleta tirk li ser koçberan nirxand.

“Êrîşên dewleta tirk xeteriyeke mezin li ser jiyana koçberan çêdike”

Evîn Cûma behsa zehmetiyên koçberiyê û xeteriya êrîşên dewleta tirk li ser koçberan kir û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Ev demek e dewleta tirk û çekdarên muxalefeta Sûriyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên xwe berdewam dikin. Encamên van êrîşan û bandorên wê yên neyînî li herêmên dagirkirî weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî baş hatin xuyakirin ku koçberiyeke bi zorê li herêmê bi xwe re anî. Ew mirovên koçber jiyana pir zor derbas dikin û taybetî li Sûriyeyê ev zêdetirî 10 salan e krîzeke şer hat jiyîn van hemûyan hiştin ku mirov bi zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Bi berdewamiya van êrîşan re gel ketiye rewşeke pir zehmet, hem ji aliyê derûnî ve hem jî ji aliyê debara jiyanê ve bi taybetî di hundirê kampên koçberan de. Em dibînin li herêma şehba û Til Rifetê gelê Efrînê yê xwe li wir bi cih kiryne bi hêviyên vegerê dijîn lê li aliyê din jî gihandina alîkariyeke mirovî ji wan re pir zehmet e. Heya niha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke kampên koçberan fermî nehatine dîtin û alîkarî ji wan re nayê pêşkêşkirin. Ev koçberî gelek zehmetiyan di aliyê tenduristiyê de jî bi xwe re tîne. Kampên koçberan ên li herêmê li aliyê Cizîrê, Reqa û Minbicê, jî tu alîkarî ji wan re nayê pêşkêşkirin. Kampên din weke kampa Roj û Hol kesên tê de malbatên DAIŞ’ê ne û xetereke mezin li ser herêmê didin çêkirin her wiha êrîşên heyî fersendê didin wan ku ji nû ve xwe zindî bikin û şerekî mezin li herêmê derbixin.”

“Dewleta tirk ji bo ku nekeve bin zexta zagonên navneteweyî hewl dide herêmê vala bike”

Evîn Cûma bal kişand ser binpêkirina zagonên navdewletî ji aliyê dewleta tirk ve yên têkildarî parastina mafên koçberan û wiha domand: “Gelê me li Til Rifetê bûye mînakên berxwedaniyê yanî çend kîlometeran dûrî axa xwe ne lê ewqas girêdana wan xurt e. Tevî xeteriyên heyî ew dest ji axa xwe bernadin û ev yek îradeya gelekî welatparêz dide xuyakirin. Girêdana vî gelî bi axê re ji dijminan re pir zehmetiyan di aliyê qanûnî û raya giştî de dide çêkirin. Li gor tfaqa mafên koçberan kesên ku bi darê zorê ji cihên xwe koçber bûne pêwîst e bên parastin. Dewleta tirk ji bo nekeve bin zexta zagonên navneteweyî her û her hewl dide herêmê vala bike. Dewleta tirk dixwaze projeya xwe ya din li ser rûyê erdê pêk bîne û guhertineke demografîk li herêmê çêbike. Kesên ku koçberî Tirkiyeyê bûne dewleta tirk dixwaze wan jî bi darê zorê bîne li herêmê bi cih bike û gelê resen ji ser axa wê bide koçberkirin. Li aliyê din jî anîna koçberan ji Tirkiyeyê û bicihkirina wan li şûna gelê resen dihêle nakokiyên mezin di navbera gelan de derkevin pêş û şerekî demdirêj di navbera Sûriyeyan de derbikeve holê. Pê re jî wê cudakarî, kîn û şerê navxweyî derbikeve pêş.

“Pêwîst e rê li ber êrîşên li ser koçberan bê girtin”

Evîn Cûma bang li rêxistinên mirovî û aliyên pêwendîdar kir ku bi erka xwe rabin der barê parastina koçberan de ji êrîş û şeran û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Weke Komeleya Mafên mirovan banga me ji hemû rêxistin û aliyên pêwendîdar re heye ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin da ev koçbriya bi darê zorê bê rawestandin û êdî mirov li ser axa xwe bi ewle bijîn. Ji ber ku ger rewş bi vî awayî berdewam bike wê pir encamên xerab bi xwe re bîne wê gel xwe bi xwe hev qebûl neke. “