“Ev sedsal wê bibe sedsala azadiya jinê”

Nûnera şandeya Suryaniyan Corcêt Bersûm teqez kir ku hevgirtina jinan a navneteweyî dê bibe teşwîqek ji bo berdewamiya têkoşîn û xebata jinên Suryanî ji bo bidestxistina armancên xwe.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Tevahî gel û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî li ser bingehê hevpêymana civakî bi hev re di nav jiyanek wekheviyê de dijîn. Yek ji wan civakan jî civaka Sûryan e ku di dîrokê de rastî polîtîkayên nenaskirin û qirkirinê hatin. Endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnera şandeya Suryan Corcêt Bersûm a beşdarî 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê hate lidarxistin, bû; der barê têkoşîna jinên Suryan de ji ajansa me re axifî.

 “Jinên Suryanî di pêşketina mirovahiyê de xwedî roleke girîng bû”

Endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnera şandeya Suryan Corcêt Bersûm di dema beşdarbûna xwe ya 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ku li Tûnisê hate lidarxistin de wiha got: “Rejîma otorîter a paşverû û qanûnên nedadmend ên li dijî wan, jin ji pozîsyona serkirdayetiya wan dûr xistin, her wiha hikûmetên dîktator ên ku statûya jinan şikandin û ew xistin bin giraniya civakeke çînayetî ku tê de jin di warê fîzîkî, ruhî û hizrî de ji civakê qut bûne. Jina Suryanî tevî makîneya dûrxistin, biçûkxistin û nenaskirinê jî di pêşketina mirovahiyê de xwedî roleke girîng bû. Dîroka jinên Suryaniyan tenê ji aliyê hindik ve tê zanîn ji ber dûrxistin û nenaskirina wan weke pêkhateyeke ku bi nasname, ziman, kevneşopî û adetên xwe ve girêdayî ye û tevî hemû astengiyan hewl dide wan li cîhanê bide naskirin.”

“Jin teslîm nebûn û tevlî berxwedanê bûn”

Corcêt Bersûm bal kişand ser rola girîng a jina Suryanî û wiha got: “Komkujiya herî mezin komkujiya Sêfo ya di sala 1915’an de ku ji aliyê împaratoriya Osmaniyan ve li dijî gelê Asûrî, Keldanî, Suryanî ve hat kirin bû, di wê demê de jin rastî her cure îşkence, tundî, destavêtinê hatin, zikê jinên ducanî dihat jêkirin ji bo naskirina zayenda fetusê, jin tevî zarokên xwe hatin şewitandin, gelek jin hatin tecawizkirin û bi hezaran jin hatin girtin û hatin îşkencekirin û weke koleyan hatin firotin. Jin bi zorê hatin koçberkirin û sirgûnkirin, lê jin teslîm nebûn û beşdarî berxwedanê bûn.”

“Jinên Suryanî tevlî jiyana çandî, leşkerî û siyasî bûn û benda tirsê şikandin”

Corcêt Bersûm got ku di dema krîza Sûriyê de, jinên Suryanî berdêlên giran dan, rastî binpêkirinên herî hovane hatin, koçber bûn û zarokên wan bûn şehîd û wiha pê de çû: “Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne qurbaniyên binpêkirinên giran û binpêkirinên hovane û herî zêde jin dibin qurbaniyên hemû siyasetên paşverû yên desthilatdar û rejîmên zalim ên ku mafên jinan nas nakin û wan ji bo armancên siyasî bikar tînin. Nêrîna jinên Suryanî guherî, piştî ku xwe ji nîrê kevneşopiyên kevnar derxistin, bi tevlîbûna jiyana çandî, leşkerî û siyasî û bi wêrekî û hêzê benda tirsê şikandin û bûn pêşeng û nûneratiya gelê Asûrî Kildanî di Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kirin

 wek serok, cîgir û rêveberê hevbeş di navendên biryardanê de rola pêşeng girtin û di civînên navneteweyî de nûnertiya gelê xwe yê têkoşer kirin.”

Banga hevgirtina jinan

Corcêt Bersûm anî ziman ku azadiya gelan encax bi azadî û rizgariya jinan ji wan edetên kevneperest, paşverû pêk tê û wiha axivî: “Jinên Suryanî bi pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re beşdarî nivîsandina peymana civakî ya Rêveberiya Xweser bûn, ku dê jiyana qanûnî li wê herêmê birêxistin bike. Jina Suryanî perwerdeyên berfireh li ser çawaniya bikaranîna çekan ji bo parastina gel, herêm û erdnîgariya ku tê de dijîn dît. Em bang li jinên cîhanê yên ku beşdarî konferansê bûne dikin ku hevgirtina xwe bi jinên Suryanî re ragihînin. Hevgirtina jinan a navneteweyî dê bibe teşwîqek ji bo berdewamiya têkoşîn û xebata jinên Suryanî ji bo bidestxistina armancên xwe yên jiyana li ser xakek azad û herêmek ku bi demokrasî û mafên jinan bawer dike. Sedsala heyî wê bibe sedsala têkoşîna jinê ya ji bo azadiyê û bi destxistina wekheviya zayendî ya tam.”