Enahîd Qesebiyan: Hişmendiya jenosîda Helebçe û Komkujiya Sêfo kirî hemane

Enahîd Qesebiyan teqez kir ku jenosîda Helebçeyê siyasetek ji bo qirkirina gelê Kurd e û da zanîn ku di dîrokê de heya roja îro ev siyaset li dijî hemû pêkhateyan tê meşandin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di 16’ ê Adara 1988’an de rejîma Baasê ya Iraqê bi rêveberiya dîktator Sadam Hisên komkujiyek li Helebçêyê pêk anî. Rejîma Baasê bi çekên kîmyewî bajarê Helebçeyê bombebaran kir û di encamê de zêdetirî 5 hezar û 500 Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî vê mijarê endama Komîteya Denehev û Rêxistinkirina Gelê Ermen a Encumena Civaka Ermen a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Enahîd Qesebiyan axivî.

“Komkujiya Helebçeyê asta hovîtiya dijminên gelê Kurd nîşan dide”

 Enahîd Qesebiyan Komkujiya Helebçeyê yek ji siyaseyên qirkirina gelan pênase kir û wiha axivî: “Heyva Adarê ji bo hemû pêkhateyên herêmê hem şahî ye, hem şîn e. Şahiya wê 8’ê Adarê û Newroz e Şîna wê jî Helebçe ye. Helebçe, di dilê her kesê de cihê xwe girtiye û tu carî jî nayê jibîrkirin. Armanc bi komkujiya Helebçeyê tunekirina gelê Kurd bû. Ji wê rojê ve heta îro jî gelek bûyer bi serê gelê Kurd ve hatin mîna êrîşên li ser Şengal, Efrîn, Serêknaiyê, Til Rifet û Girê Spî. Ev êrîş û komkujiyên ku tên meşandin asta kîna li dijî gelê Kurd diyar dikin.”

Enahîd Qesebiyan da zanîn ku dijminên gelan yek in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di nava rûpelên dîrokê de bigerin em ê bibînin ku her netew rastî qirkirin û komkujiyek hatiye. Mînak em wekî gelê Ermen bi destên Osmaniyan rastî komkujiyê hatin. Komkujiya Sêfo jî yek wan e. Ya Helebçeyê bi destên dîktator Sedam Hisên bû. Her çiqas nav werin guhertin jî siyaset yek e siyaseta qirkirinê ye lewma dijminên gelan yek in.”

“Dîrok xwe dubare dike

Enahîd Qesebiyan bal kişand ser komkujiyên ku li ser gelan pêk hatine û wiha axivî: “Di dîrokê de komkujiya Sîmêl li ser gelê Aşûr pêk hat, ya Sêfo li ser gelê Ermen û Suryan, ya Helebçeyê li ser gelê Kurd pêk hat. Komkujiya Sêfo ji ber ku wê demê çekên wan şûr bûn, bi wî çekê serê mirovan jêdikirin. Zêdetirî milyon û nîvek hatin qetilkirin û bi hezraran jî neçarî koçberiyê bûn. Wê demê jî xaka wan Ermenistan Xerbiyê, bi destên Osmaniyan hat dagirkirin. Îro li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dîrok xwe dubare dike û dixwazin demografiya herêmê biguherînin.”

Enahîd Qesebiyan destnîşan kir ku pêşeroja Erdogan dê wekî ya Sedam be û wiha pêl da axftina xwe “Sedam armanca wî bi komkujiya Helebçeyê ew bû ku gelê Kurd qir bike û îradeya wan tune bike lê belê dîrok xwe dubare dike. Îro Erdogan bi riya çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, di heman demê de bi rûyê xwe yê eşkere Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, çekên qedexekirî li dijî gelê Serêkaniyê bi kar anî lê em bawer in ku ew ê çaranûsa Erdogan jî wekî ya Sedam be.”

Enahîd Qesebiyan di dawiya axaftina xwede wiha got: “Hevgirtina gelan bersiva planên qirêj e. Çiqas komkujî li ser gelan pêk werin jî dê asta têkoşîn û berxwedanê bilindtir bikin heta ku bigihîjin azadiya xwe û doza mafên xwe bikin.”