‘Em hemû pêkhate bi hev re civakek demokratîk ava bikin’

Fatma El-Casim ku ji pêkhateyên Ereb e got “Em dibînin ku piraniya şehîdên Kurd di herêmên me yên Ereban de şehîd ketin, canê xwe di ber me de feda kirin” û banga “Em welatek azad bi hev re ava bikin” kir.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Di nav çîrokên jinên ku gelek fedakarî ji bo azadiyê kirine de, çîroka jineke Ereb derdikeve pêş. Wê di rojên destpêkê yên şoreşê de berpirsyariya parastina dibistanê û zarokên xwe girt ser milê xwe, mîna sembola wêrekî li ber deriyê wê nobedar bû. Îro, piştî ku hevjîn û kurê xwe di rêya azadiyê de feda kir, ew rêwîtiya xwe weke endamek di Meclîsa Malbatên Şehîdan a li bajarê  Qamişloyê de didomîne. Bi wêrekiya xwe, yekîtiya têkoşîna hevpar a di navbera jinên Kurd û Ereb de ye. Mînakek ji berxwedana dayîkan û biryardariya jinên Ereb a ji bo beşdarbûna çalak a di avakirina civakek demokratîk de ye û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê xizmet dike. Fatma El-Casim a ku li bajarê Qamişlo dijî, ji ajansa me re behsa têkoşîna xwe ya ji destpêka şoreşê heta îro, kir.

Piştî şer koçber bû

Fatma El-Casim behsa destpêka şoreşa Rojava û naskirina wê ya têkoşîna jinan kir û got: “Berî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê bike, em li Şamê rûdiniştin. Piştî ku şoreşa Rojava destpê kir, di sala 2013’an de, min û malbata xwe me berê xwe da kantona Cizîrê û gundên girêdayî bajarê Qamişloyê. Di sala 2014’an de li gundên derdora bajarê Qamişloyê di navbera YPG’ê û Artêşa azad de şer destpê kir. Wê demê me heval û hêzên YPG’ê nas nedikirin, me ji derdora xwe dipirsî ev kesên ku bi Artêşa azad re şer dikin kî ne çi dixwazin. Cîran û dostên me digotin ji wan re dibêjin Apocî ne. Demek piştî wê, Artêşa Azad ket gundê me û di gundê me de jî şer da destpêkirin. Em neçar man ji gund derkevin, me berê xwe da gundê Xeznayê.”

‘Têdikoşim da ku destkeftiyên şehîdên xwe biparêzim’

Fatma da zanîn ku yên di vî gundî de hemû Kurd bûne, bi dilekî fireh û kêfxweşî wan pêşwazî kirine û ji wan re cihên bi aram di gund de peyda kirine. Fatma diyar kir ku nêzî 10 rojan di gunê Xezna de mane, piştre berê xwe dane bajarê Qamişloyê. Fatma ragihand ku di sala 2015’an de kurê wê tevlî YPG’e bûye û wiha domand: “Di sala 2016’an de kurê min li Şedadê şehîd bû. Dema ku kurê min şehîd ket hevalên wî nehiştin ku em hîs bikin em ji pêkhateyên Ereb in. Cudahî nekirin navbera me û Kurdan. Her tim dihatin serdana me. Piştî salek, hevjînê min da pey şopa kurê me û tevlî Yekîninên Pastina Gel (YPG) bû. Ew jî di sala 2017’an de şehîd ket. Di wir de îsrar û îradeya min xurt bû ku ez jî têkoşîn bikin li kêleka jinên me yên Kurd û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzim.”

‘Pir serbilind im ku îro vê xebatê dimeşînim’

Fatma El-Casim bal kişand ser tevlîbûna xwe ya li saziyên Rêveberiya Xweser û diyar kir ku perwerdekirina wê li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbûye. Fatma wiha berdewam kir: “Piştî şehadeta hevjîn û kurê min, min xwest kar bikim. Di wê demê de min salek, parastina dibistanên zarokan kir. Piştî salekê hevalan biryar da ku ez bibim Endama Meslîsa Navçeya Qamişloyê. Piştî çend salên kar û xebatê, derbasî şaredariyê bûm, di wir de jî min kar û xebat meşandin. Paşê ez bûm hevseroka Meclîsa Tenûriyê, di wir de jî min du salan xebat meşand. Paşê hevalan biryar dan ku ez cihê xwe di Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo de bigrim. Ev çar salin ku ez xebatên Meclîsa Malbatên Şehîdan dikim. Ez pir serbilind im ku îro vê xebatê li kêleka hevalên me yên jin ên ji pêkhateyên Kurd, dimeşînim. Dema ku min heval nas kirin, min dît ku li ser felsefeya Netewa Demokratîk têdikoşin, dilsoziya min a bi wan re zêdetir dibû.”

‘Êrîşan vîna me neşkand û me têkoşîna xwe domand’

Fatma El-Casim da zanîn ku piştî demeke ji kar û xebatan, xwestiye ku tevlî perwerdeyan bibe û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwîne û wiha domand: “Piştî demekê ji kar min her tim ji hevalan dixwest ku tevlî perwerdeyan bibim, dîrokê nas bikim, dîroka gelê Kurd û pirtûkan bixwînim. Min xwe ji xwendina pirtûkan qut nekir, her ku dema ez vala dibim, pirtûkan dixwînim û beşdarî gelek perwerdeyan bûme. Min fikr û felsefeya Rêber Apo nas kir, dilsoziyek min bi fikir û felsefeya Rêber Apo re çêbû. Di sala 2019’an de berî ku dewleta Tirk bajarê Serêkaniyê dagir bike ez bi hevalên xwe re wek mertalek zindî çûm Serêkaniyê, di vê dema dawî de bi kerwanan re çûm Bendava Tişrînê. Gelek havalên me hatin şehîdkirin. Lê tu carî wan êrîşan îradeya me neşikandin û me têkoşîna xwe domand.”

‘Bi rihê hevaltî û civaka komînal em bi hev re dijîn’

Fatma diyar kir ku malbata hevjînê wê gotiye çawa jineke ereb kar û xebat dimeşîne û ew asteng kirine. Fatma wiha got: “Malbata hevjînê min qebûl nedikir ku ez kar bikim. Ji ber ku feraseta wan a zilamperest bû. Lê bi îsrar û îradeya min hêdî hêdî ew zihniyet hat guhertin û ew astengî ji pêşiya min hatin rakirin. Di navbera jinên Kurd û Ereb de tu ferq û cudayî nabînim. Bi rihê hevaltî û civaka komînal em bi hev re jiyan dikin û kar û xebat dimeşînin. Ev 10 sal in ku ez bi gelê Kurd re kar dikim. Rojekê min hîs nekir ku ez ji pêkhateyên Ereb im yan ku cudahiyê bikin navbera me, em bi hev re yek ruh in.”  

‘Em bi hev re welatek azad ava bikin’

Fatma El-Casim bang kir ku hemû pêkhate destê xwe bidin hev û civakek demokrat ava bikin û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku em dibînin ku gelê Kurd bi hezaran şehîd dan da ku herêma me nekeve bin destê dagirkeran û em di civakeke aram de bijîn. Em dibînin ku piraniya şehîdên Kurd di herêmên me yên Ereban de şehîd ketin, canê xwe di ber me de feda kirin. Em jî weke pêkhateyên Ereb, Sûriyan, Ermen û Kurd xwedî li xwîn û destkeftiyên şehîdan derkevin û welatek azad bi hev re ava bikin.”