Doza êrîşa zayendî bi navbeynkariya rêberê qenaetê hat girtin!

Hat hînbûn ku R.B yê ku xizmê Ahmet Babat ê Fîrdevs Babat qetil kir jî li dijî zarok êrîşa zayendî kiriye û bûyer bêyî ku sewqî dadgehê bê kirin hatiye girtin. Endama TJA'yê Guler Tunç got ku tiştên tên jiyîn bi polîtîkayên şerê taybet ve girêdayî ne.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Şirnêx – Li Şirnêxê ku 2 roj berê cenazeyê zaroka bi navê Fîrdevs Babat a hat qetilkirin li Çemê Hêzîl hat dîtin, zêdebûna bûyerên qetlîam û êrişên jinan ji balê naçe. Sakîne Kultur, Fîrdevs Babat û Mîhrîban Şengil tenê hinek ji wan kesên ku îsal bi awayekî hovane hatin qetilkirin in. Jinên ku zêdebûna bûyerên qetîaman ên li tevahiya Tirkiyeyê, di pêvajoya dawî de li Şirnexê zêde dibin wek "polîtîkaya şerê taybet" dinirxînin, bal kişandin ku bûyerên ku di çapemeniyê de tên weşandin bêceza tên hiştin û bûyerên di çapemeniyê de nayên weşandin jî bi destê lîderên qenaetê an jî cerdevanan serê wê tê girtin.

Hat revandin û rastî êrîşa zayendî hat

Piştî ku Firdews Babat li Qilebana Şirnexê li bajaroka Şenobayê hat qetilkirin, agahiyên nû derketin holê. Jinên li bajarokê ku li ser medyayê dijîtal bertek nîşanî bûyera Fîrdevs Babat dan, diyar kirin ku R.B yê xizmê Ahmet Babat ê ku Fîrdevs Babat qetil kir 2 meh berê zarokekî revandiye û bi êrîşa zayendî re rû bi rû hiştiye. Çavkaniyên herêmî yên ku me der barê mijarê xwe gihand wan îdiayan piştrast kirin hat diyarkirin ku mêrê bi navê R.B zarokekî bi hinceta ku bibe cem dayika wê ji malê derxistiye û piştî li herêma Bestayê biriye cihekî êrîşa zayendî pêk aniye. Piştî ku bûyer hat hînbûn R.B ji bo bi zarok re bizewice zextê li malbatê kir, hat diyarkirin ku zarokê mexdûr zewacê qebûl nekiriye.

Bûyera hat jiyîn, bi mudaxeleya pêşengên qenaetê hat girtin

Li gorî agahiyan bavê zarokê mexdûr jî alîgirê zewacê ye, bal hat kişandin ku bûyer piştî kesekî li herêmê weke pêşengê qeanatê dihat zanîn mudaxele kiriye ser bûyerê hatiye girtin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat hînbûn ku malbata zaroka mexdûr piştî ku ji malbata aliyê din hinek pere wergirtine serê bûyerê girtiye û sewqî darazê nehatiye kirin.

"Qetliamên zêde dibin fikaran zêde dikin"

Piştî van bûyeran em bi aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Şirnexê Guler Tunç re der barê zêdebûna bûyerên tundî û êrîşên zayendî yên li bajêr axivîn. Guler Tunç bal kişand ku li pişt zêdebûna tundiyê polîtîkayên pir cidî hene, diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet bajaran derbas kirine û belavî bajarok û gundan bûne. Guler Tunç axaftina xwe de wiha got: “Polîtîkayên weke qetlîamên jinan, tacîz ên zarokan an jî destdirêjî tên meşandin. Tevî ku Şirnex di nava rêza parêzgehên ku herî kêm tundî û cînayetên li dijî jinan tê dijîn de cih digre jî bûyerên cînayetên di pêvajoya herî dawî zedebûnê fikaran zêde dike. Di 7 mehên dawî de tenê li navçeya Qilebanê 2 jin hatin qetilkirin. Mihrîban Şengîl ji aliyê hevjînê xwe ve, Fîrdevs Babat jî ji aliyê xizmê xwe ve hat qetilkirin.”

“Dixwazin Kurdan bi destên Kurdan qetil bikin”

Guler Tunç, anî ziman ku hewil didin malbat jî bikin perçeyek van polîtîkayan û rewşê asayî bikin û wiha got: “Polîtîkayeke ku diçe heta malbat û mezinên eşîran heye. Îpek Er mînaka herî mezin a vî şerê taybet e. Divê em bibînin ka hikûmet li ser jinên Kurd û ciwanên Kurd polîtîkayêk çawa dimeşîne. Bi rastî jî hikûmet êdî vê carê li şûna çawîşên pispor û polîsên xwe yên ku li her derê teşhîr bûne, Kurdan bi destên Kurdan qetil kirine. Li Kurdistanê bi destên cerdevan û nobedaran jin rastî destdirêjiyê tên û tên qetilkirin.”

“Divê her kes li dijî tiştên tên jiyîn dengê xwe derbixe”

Guler Tunç li dijî tiştên tên jiyîn bang kir ku her kes dengê xwe derbixe û wiha bi dawî kir: “Divê li Şirnexê ev şerê ku li dijî jin, ciwan, zarok û xwezayê tê meşandin bê dîtin û deng bê derxistin.”