‘Divê zarokên mexdûrên şer bên destekkirin’

Li Sûriyê zêdetirî 1.2 milyon zarokên sêwî yên mexdûrên şer hene, jinên ku xizmên xwe di êrîşên DAIŞ’ê de ji dest dane banga alîkariyê ji bo piştgiriya zarokên mexdûrên şer kirin.

RENEM EL EHMED

Tebqa – Jinên li Herêma Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji bandora hilweşînê ya çeteyên DAIŞ'ê dane avakirin, rizgar nebûne. Jinên ku zarok û hevjînên xwe winda kirine bi erka xwedîkirina neviyên xwe re têkoşîna jiyanê didin.

'Ez li 5 neviyên xwe dinêrim'

Wafaa Hattab a destnîşan kir ku ji ber şerê qewimiye ew ji bo jiyana xwe têkoşiyaye, diyar kir ku 2 kurên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine qetilkirin û piştre neçar maye 5 neviyên xwe xwedî bike û wiha got: "Em ji aliyê aborî ve di bin şert û mercên gelekî zehmet de dijîn. Keçek min a astengdar heye ku hewcedarê lênihêrînê ye. Bi wêrankirina şer re em ketin pêvajoyek pir dijwar." Wefaa Hattab, anî ziman ku hevjîna wî ya 70 salî jî nexweşiya wî ya şekir û dil heye û bal kişand ser zehmetiyên jiyana wan û wiha got: "Em di bin şert û mercên gelekî zehmet de dijîn." 

'Du kur û du bûkên min revandin'

Wefa Xettab a roja ku çeteyên DAIŞ'ê avêtin ser mala wan bi bîr xist û wiha got: "Êrişî mala me kirin û kurê min û hevjîna wî girtin. Zarokek wan a 6 mehî hebû. Piştî revandina kurê min bi 2 saetan, kurê min ê duyemîn jî revandin. Paşê hevjîna kurê min ê duyemîn hat revandin."

Li tevahiya Sûriyê zêdeyî 1.2 mîlyon zarokên sêwî hene û neviyên Wefa Hattab jî di nav vê rêje de cih digirin. Wefa Hattab bal kişand ser pêwîstiya destekkirina van zarok û keça wê ya astengdar û wiha got: "Divê em alîkariyê bidin van zarokên sêwî, keça min a kêm endam. Hevjîna min nexweş e, eger neyên dermankirin dê pir xerab bibe, em ê bikevin pêvajoyekê giran."

'Bila li sêwîyan xwedî derkevin'

Xûsûn El Hemşo yê ku piştî qetilkirina kurê xwe û hevjîna xwe neçar ma 8 neviyên xwe xwedî bike jî diyar kir ku ew bi berpirsyariyên giran hewl dide jiyana xwe bidomîne. Xosûn El-Hemşo wiha got: “Keça min jî di qezayeke trafîkê de mir.” Xûsûn El-Hemşo ya destnîşan kir ku ew li El-Mûna ji bo hewcedariyên neviyên xwe pêk bîne dixebite, wiha got: "Ez li malbata xwe ya 11 kesî dinêrim. Ji ber ku ez nexweş im û nikarim karên zehmet bikim, biçûk be jî alîkariyê dixwazim. Divê rayedarên peywendîdar van zarokên sêwî yên hewcedar bigrin."