“Divê em li koka xwe vegerin û nirxên civakê biparêzin”

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî Yasmîn Qoco bal kişand ser girîngiya vegera civakê ya li ser koka xwe û papendbûna bi adet, kevneşopî û nirxên civakê re.

SÎBÎLIYA EL- ÎBRAHÎM

Minbic – Girîng e ku civak vegere koka xwe û hevgirtina adet, kevneşopî û nirxên civakê bigihîjîne hev. Bi taybetî şerê teybet ê ku dixwaze li tevî civakî bixe, hewl dide ferdên bê hiş û vala ku bi hêsanî tên kontrolkirin biafirîne. Li gel hemû nakokî û krîzên li pêşberî civakê, şerê taybet ê ku li dijî civakan tê meşandin bi tunekirina nirxên mîrasê, civakê ji hev belav dike.

"Şer û qeyran banoreke mezin li ser xwezaya civakê dikin"

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Minbicê û gundewarên wê li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê Yasmîn Qoco diyar kir ku gelek adetên derve li ser civakê hene û ji bo rûbirûna wê divê pîskolojiya civakên Rojhelata Navîn û rastiya wan a civakî were analîzkirin û wiha got: "Şer û qeyranan bandor li xwezaya civakê, daet, çandên dîrokî û xwezayî kir. Hin adet hene ku bi awayekî sîstematîk û plankirî ketine nava civakê. Armanc ew e ku çanda civakên ku xwedî karektereke exlaqî, adet û kevnşopiyên cihêreng ên girîngiya hevgirtina civakî bilind dikin di navbera hemû pêkhateyan de ji holê rabike. Piştî bidawîbûna şer û qeyranan, civak  rastî rewşek jihevdeketinê tên loma jî bi vegera li ser koka xwe û pabendbûna bi adet û kevneşopiyên xwe, dikare dest bi vegerandina ber bi giyana xwe ve bike.

"Fîlmên tundî û xirabûna exlaqî teşwîq dikin ji bo têkbirina ciwanan tên nîşandan"

Yasmîn Qoco da zanîn ku rejîmên kolonyalîst, otorîter û kapîtalîst her dem hewl didin nirxên bingehîn ji nava civakê rakin û baş dizanin ku bi jiholêrakirina nirxên civakan dikare bigihîje armancên xwe. Bi taybetî di civakên me yên Rojhilata Navîn de ji ber ku xwedî karaktereke dîrokî û çandî ne vê yekê zêdetir tê kirin û wiha lê zêde kir: "Rejîmên sermayedar û otorîter ji bo jiholêrakirina van cihên dîrokî dixebitin. Îro em bi şerekî xurt, sîstematîk û ne diyar re rû bi rû ne. Armanca wê ew e ku ji şaneya herî biçûk a civakê dest pê bike li hemû pêkhateyan bixe. Ji bo ciwanên bê armanc, bê raman û vala biafirînin bi riya medya û fîlman ciwanan teşwîqê tundî û xirabûna exlaqî dikin. Ev xebat komên ciwan hedef digre. Gelek pêkanînên weke şîdet û şantajên dîjîtal, di vê serdemê de zêde bûne û hemû jî li dijî cewherê civakê ne. Ev hemû êrîş jî ciwanên di temenê gelek hestiyar de di salên ciwaniyê de, hedef digrin, bi êrîşan û hedefgirtina ciwanan re, armanc dike ku wan ji nirxên exlaqî yên mîrasî yên ku civak li ser wan mezin bûne dûr bixe. Ji ber wê em dibînin ku li Minbicê rêjeya hevberdanê, pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de zêde dibe."

"Ji bo têkbirina civakê dijmin şerê taybet dimeşîne"

Yasmîn Qoco li ser awayên ku aliyên dijmin ji bo şerê li dijî civakê bi kar tîne ragihand ku tişta ji aliyê dijmin ve li ser civakê tê meşandin û wiha domand: “Şerê taybet e ku adet, kevneşopî, çand û aboriya civakê dike hedef. Rêbazên baş ên ku mirov dikare li hemberî şerê taybet bisekine hene. Pêwîst e civak baldar be ji tişta ku tevna civakî dişkîne û civakên me ji aliyê exlaqî û çandî ve dûr dixe dûr bisekine. Dixwazin mirovên bêkêr, betal û ji dîroka xwe dûr biafirînin. Tenê dîroka ku ji aliyê desthilatdarî û rejîmên kapîtalîst ve hatiye nivîsandin biafirînin. Rêbazên curbecur hene ku ji bo pêkanîna şerê taybet, medya jî di nav de tên bikaranîn. Rêbazên ku dihêle civak bi nirxên xwe ve girêdayî be hene. Divê civak rastiya xwe, adet û kevneşopiyên xwe yên resen biparêze û ev çareserî ye ji bo pêşîgirtina ketina ji derveyî adetên xwe."

"Ji bo em civakê der barê şerê qirêj de şiyar bikin dixebitin"

 Yasmîn Qoco got ku civak tî ye ku vegere ser koka xwe divê civak di warê şerê taybet de were perwerdekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewletên derve hewl didin nêzîkatiya xwe ya jiholêrakirina malbat û pêkhateya civakî bi eşkerayî bidomînin û însanek ku bi hêsanî tê kontrolkirin biafirînin da ku pêvajoya tunekirin, helandin û dagirkirinê bi ser bixin. Lewre rola Navenda Lêkolînên Jineolojî ji bo parastina nirxên civakî û bilindkirina hişyariya civakê derbarê şerê taybet de mezin e û navend ji bo nîşandana kok û rastiya civakê dixebite. Ji bo pirsgirêkên ku di encama şerê taybet de li dijî civakê tên derxistin raghînin û li hemberî wan rawestin, em ji bo hişyarkirina civakê li dijî cureyên şerê qirêj dixebitin da ku civaka xwe biparêzên.

 "Jin nirx û prensîbên civakê diparêzin"

 Yasmîn Qoce ji bo parastina çanda civakê destnîşan kir ku divê li dîroka rast, li çand û dîroka civaka Rojhelata Navîn vegerin û wiha bi dawî kir: "Ji bo avakirina civakeke exlaqî û bilindkirina ruhê hezkirin û wekheviyê zanîn û hişyarî pêwîst dike. Ji bo jin bi îradeya xwe bijîn, nifşên xwedî hişmendî û azad mezin bikin, destpêkê divê parastina nirxên civakê were kirin.”