“Divê di cejnê de bi tedbîrên pêwîst hevdîtina vekirî pêk were”

Ji destpêka pandemiyê ve, hevdîtinên vekirî li girtîgehan nehatine pêkanîn. Guler Yuksekbag ku yek ji xizma girtiyan e, bang kir ku hevdîtinên vekirî yên salek û nîv pêk nehatine di vê cejnê de pêk werin û got; "Pêwîst e ji bo me û girtiyan tedbîrên pêwîst werin girtin û hevdîtina vekirî pêk were."

MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed - Bi derketina Covid-19 re li Tirkiyeyê, yek ji cihên ku di çarçoveya tedbîran de pêkanîn li wan çêbûn girtîgeh bûn. Ji ber bûyerên vîrusê, ji Adara 2020’an ve, bi qasî sal û nîveke hevdîtinên girtî û vekirî nehatine pêkanîn. Li girtîgehên ku hevdîtinên girtî hatine destpêkirin, hê hevdîtinên vekirî qedexe ye. Xizmên girtiyan diyar kirin ji ber nexweşiya pandemiyê, destûra hevdîtinên vekirî tune ye lê ji bilî girtîgehan her tişt asayî bûye.
"Girtî di nava tecrîdê de hatine tecrîdkirin" 
Guler Yuksekbag, hevjînê wê Abdulrakip Yuksekbag ku 28 sal in di girtîgehê de ye û 7 xizmên din jî di girtîgehê de ne, diyar kir ku di vê pêvajoyê de girtîgeh di bin tecrîdê de ne. Guler Yuksekbag tiştên ku li girtîgehan bi nexweşiya pandemiyê re qewimîn wiha pênase kir: “Piştî ku pandemiyê dest pê kir, 6-7 meh li girtîgehan hevdîtin tunebû. Di dawiya sal û nîvekê de, hevdîtinên girtî li girtîgehan dest pê kirin. Îdareya girtîgehê diyar dike ka dê hevdîtin kengê û di mehê çend caran pêk were. Girtî me ji bo rojên hatine diyarkirin, agahdar dikin û bi vî rengî em diçin hevdîtina girtî. Di vê pêvajoyê de, rewşa girtiyên ku berê li girtîgehan di bin tecrîdê de bûn, xerabtir bû. Di pêvajoya sal û nîvek de tecrîd, heqaret û zextên li ser girtiyan zêde bûn. ”
"Çima di cejnê de hevdîtina vekirî tune be?" 
Guler Yuksekbag, bal kişand ser girtiyan ku di bin navê nexweşiya pandemiyê de çalakiyek wan a civakî nemaye û diyar kir ku  hevdîtinên vekirî jî yek ji wan e. Guler Yuksekbag, bang kir ku di Cejna Qurbanê de hevdîtin bi rengekî vekirî werin kirin û cih da wan gotinan: “Girtî di vê pêvajoyê de ji odeyên xwe naçin cihekî û nikarin derkevin. Qadên hevpar, werzîş û çalakiyên din hemû ji wan re qedexe ne. Girtî bi tu awayî nikarin biçin hundir û derve. Ew nikarin nexweşiyê ji derve bînin, armanca vê yekê çi ye? Ew di bin navê vîrusê de dîsa bi heman rengî, li wan îşkence dikin. Daxwazek me tenê heye û ew jî ev e ku di dawiya sal û nîvekê de di cejnê de hevdîtina vekirî hebe. Pêwîst e ji bo me û girtiyan tedbîrên hewce werin girtin û hevdîtina vekirî were pêkanîn. Bi hezaran mirov bi vê rewşê mexdûr dibin.”
"Girtî bi mehan di hucreyan de dimînin" 
Guler Yuksekbag diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de hewcedariyên bingehîn ên girtiyan ên wekî tenduristî û xwarinê jî bi têra xwe nayên dîtin û bi van gotinan berteka xwe nîşan da: "Xwarina girtîgehê bi her awayî nayê xwarin. Dîsa jî vîna mirovên girtî mezin e ku bi van xwarinan îdare dikin. Xwarina wan ne paqij e û nayê xwarin. Çûndin û hatina nexweşxaneyê pirsgirêkek e. Bi daxwaznameyê jî ew wan naşînin nexweşxaneyê. Dema ku wan dibin jî di vegerê de 15 rojan bi tena serê xwe di odeyek de wan dixin karantînayê. Kurê apê min ev 4 meh in, ji bo ku diçe nexweşxaneyê û tê di hucreyek tenê de dimîne. Li ser navê nexweşiyê, gelek heqaret li girtiyan tê kirin. Wan ji ber nexweşiya pandemiyê sewq nakin lê dîsa jî pandemiyê dikin hincet û girtiyan sirgûn dikin. ”
"Divê greva birçîbûnê bi bicihanîna daxwazan bi dawî bibe" 
Guler Yuksekbag herî dawî têkildarî greva birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo daxwazên wan ên li girtîgehan bi cih bînin dest pê kirine wiha got; “Bi her girtiyek re du-sê nexweşî çêbûne. Di vê pêvajoyê de, ji bo girtiyên nexweş 15 rojan çalakiya greva birçîbûnê giran e. Li hemberî vê, malbat û sazî û hemû kes, pêwîst e xwedî li girtiyan derbikevin. Ji bo ku ev grev bi dawî bibe divê demildest daxwaz bên bicihanîn.”