"Divê dewleta tirk hesabê kiryarên dermirovî yên li Efrînê tên kirin bide"

Endama Rêxistina Mafê Mirovan parêzer Roşîn Hido kiryarên dagirkeriya dewleta tirk li Efrînê eşkere kir û banga rawestandina kiryarên hovane li tevahî deverên dagirkirî kir.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 18’ê Adara 2018’an de herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Ji destpêka dagirkirina herêmê heya vê kêliyê kiryarên hovane û dijmirovî li dijî jinên ku di Efrînê de mane û dev ji mal û milkên xwe bernedane pêk tînin. Dewleta tirk û çeteyên wê her dem jinên Kurd ên azadîxwaz dikin armanca êrîşê û hovîtiya xwe. Ev 4 sal in dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê guhertina demografîk bi riya qutkirina daran, talana cihê dîrokî, guhertina navê gundan, ferzkirina hînbûna bi zimanê tirkî li dibistanan û herî dawî jî li şûna gundên resen avakirina yekîneyên niştecihbûnê, li Efrînê pêk tîne. Têkildarî mijarê parêzer û endama Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê Roşîn Hido nirxandinên girîng kir.

"Dewleta tirk siyaseta tunekirina nasnameya Kurdan dide meşandin"

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Efrînê parêzer Roşîn Hido diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve heta vê kêliyê kiryarên dijmirovî li dijî gelê Efrînê pêk tînin û wiha lê zêde kir: "Rojane bi hincetên cuda gelê Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve rastî qetilkirin, tecawiz, tacîz û revandinê tên. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve heya vê kêliyê armanca wan ew e ku Kurdan ji warê wan koçber bikin û di heman demê de guhertina demografîk pêk bînin. Dewleta tirk siyaseta tunekirina nasnameya Kurdan dide meşandin û li şûna gelê resen, xelkên ji pêkhateyên din û ne ji reseniyên Efrînê li bajar bi cih dike. Vê yekê têra Erdogan nekir ji ber wê jî navê cihên dîrokî jî guhert û zimanê Kurdî li Efrînê qedexe kir. Beriya ku Efrîn were dagirkirin, di dema Rêveberiya Xweser de jinên Efrînî gihîştibû azadiya xwe û mafê xwe di hemû warên jiyanî de girtibû, ev jî li xweşa siyaseta Erdogan nehat ji ber wê jî yekser jinan di dema dagirkeriya xwe de hedef girt.”

"Ji bo aşkerekirina kiryarên dagirkeriyê yên li Efrînê tevî astengkirinê jî em dixebitin"

Roşîn Hido eşkere kir ku ew wekî Rêxistina Mafên Mirovan gelek astengiyan dibînin da ku kiryarên dagirkeriyê li Efrînê belge û eşkere bikin û wiha lê zêde kir: "Li gorî bilançoya ku hatiye bidestxistin û belgekirin ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 667 kes di bin îşkence û êrîşan de hatine qetilkirin, zêdetirî 8180 kes hatine revandin û gelek ji wan heya niha jî çarenûsa wan nehatiye diyarkirin, 60 cihên dîrokî û kevnar hatine xerabkirin, zêdetirî 28 pîrozgehên dîrokî hatin rûxandin, 340057 dar hatine birîn û zêdetirî 12000 dar hatine şewitandin."

“Li Efrîna dagirkirî herî zêde jin tên hedefgirtin"

Roşîn Hido bal kişand ser kiryarên ku li ser jinan li Efrînê pêk tên û wiha got: “Li Efrîna dagirkirî herî zêde jin tên hedefgirtin. Jinên Efrînê rastî qetilkirin, revandin, tecawiz û zewaca bi darê zorê tên. 86 jin ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatine qetilkirin, 6 jin ji ber ku zordariya dewleta tirk tehemul nekirin întihar kirin, zêdeyî 216 jin di zindanan de birîndar bûn, zêdetirî 1000 jin ji aliyê îstixbarat û çeteyên dewleta tirk ve hatin revandin û 70 jin hatine tecewizkirin û di îşkenceyan re di girtîgehan de derbas bûne. Li Efrînê mafên zarokan jî tên çewisandin."

"Tevî ku Tirkiye hemû zagonên navnetewî binpê dike jî tu hesab jê nehatiye xwestin"

Roşîn Hido anî ziman ku divê bi lez çareserî ji rewşa Efrînê re were dîtin û wiha domand: "Kiryarên ku li Efrîn û herêmên me yên dagirkirî tên qewimandin ji sûcên şer tên hesibandin û divê dewleta tirk hesabê van kiryaran bide. Ruxmî belgeyên ku me bi dest xistine jî zêdetirî wan kiryar tên meşandin. Divê rêxistinên pêwendîdar li hemberî van kiryaran bibin bend ta ku hîn bêhtir sivîl ziraran nebînin û ji bindestiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bibin. Dewleta tirk hemû zagon û hevpeymanên navneteweyî binpê dike û tu hesab heya niha jê nehatiye xwestin. Divê Xaça Sor a Cîhanî mudaxele bike û van kiryaran bide rawestandin. Em jî wek Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê bang dikin ku divê ev kiryar li tevahî deverên dagirkirî bên sekinandin û gelê resen vegerin cih û warên xwe.”