‘Divê demildest li dijî karesatên hawirdorê tedbîr bên girtin'

Ji Beşa Ewlehiya Xwarinê ya Desteya Jîngehê li herêma Firatê Aliya Aslan a diyar kir ku Tirkiye bi qutkirina ava Çemê Firatê peymanên navneteweyî binpê dike, saziyên navneteweyî li dijî karesata hawirdorê hişyar kir.

DELAL RAMADAN

Kobanê- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêmbûna asta ava Çemê Firatê bû sedema karesatên mirovî û hawirdorê ku bandoreke neyînî li jiyana aborî dike, kêmbûna zeviyên çandiniyê û zuwabûna avên bin erdê. Binpêkirina peymana derbarê dabeşkirina parên ava çemê Firatê ku Tirkiye bi Sûriyê re îmze kir, bi diziya beşeke mezin ya avê û zuwabûna çemê Xabûr û şaxên wê encam bû.

Di encama rawestandina projeyên çandiniyê yên li qiraxa çemê Xabûrê de, zeviyên mezin ên çandiniyê derveyî razemeniyê hat hiştin. Tirkiye di saniyê de ji çemê Firatê 200 metrekup av dide. Ev tê wê wateyê ku av li ser xaka xwe kom dike. Li gorî peymana ku di sala 1987'an de di navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hat îmzekirin, divê Tirkiyeyê di saniyeyê de 500 metrekup bide. Ev para ne tenê ji bo Sûriyê ji bo Iraqê jî derbasdar e.

Ji derveyî vê, du bendav û 19 santralên din ku bandor li kêmbûna ava çemên Dîcle û Firatê hatin avakirin. Ev bandor li cihên dîrokî ku hemû herêmên Mezopotamyayê dihewîne dike. Ketina asta ava çemê Firatê, gef li debara piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi çandiniyê re jiyana xwe didomînin dixo. Ji bilî zuwabûna avên binê erdê û li qadên derdorê çemê nebûna qadên hêşîn, pirsgirêka elektrîk û hawirdorê jî neyînî bandor dike. Li Kantona Kobanê û gundên rojhilatê ya Çemê Firatê, gelek mirov debara xwe bi çandiniyê qezenç dikin û ev mirovan ji zuwabûna çavkaniyên avê pirsgirek dijîn.

'Peymana navneteweyî tê binpê kirin'

Ji Beşa Ewlehiya Xwarinê ya Desteya Jîngehê li herêma Firatê Aliya Aslan, wiha got: “Tirkiye di saniyê de ji çemê Firatê 200 metrekup av dide û ev yek jî ne li gorî peymanên navneteweyî ye. Daxistina asta avê herêmê di warê aborî, çandinî, hawirdor û tenduristî de neyînî bandor dike. Ji ber ku piraniya gelê herêmê debara xwe bi çandiniyê dike."

'Qutbûna avê dê rê ji karesata mirovî û hawirdorê re veke'

Alia Aslan a bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê, wiha axivî: “Dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bilî qurbûna ava Çemê Firatê ya nuxteya giring ya herêmê, tê vê wateyê ku bi rêgazên hovanê yên weke qetilkirina gelê herêmê, ji xwe koçkirin û dorpêçkirin li dijî gelê herêmê şer kirin. Qutbûna avê ya li herêmê dê rê ji karesata mirovî û hawridorê re veke. Ger Tirkiye qutkirina ava Firatê bidomîne dê nexweşî belav bibin û qadên çandinî û ajalvaniyê kêm bibin.”

Alia Aslan destnîşan kir ku ji bo Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî tevbigere divê rêxistinên navneteweyî ji Tirkiyeyê re zextê bike.

‘Em ê neçar koçber kirine bin’

Ji jinên ku li herêmê dijîn Ghazala Mehwa jî ji ajansa me ra wiha axivî: “Dema Tirkiye di dagirkeriya xwe de nekarî operasyonên nû pêk bîne, vê carê rêbazên din ên qirêj ava gelê herêmê qut kir. Tirkiye li ser Çemê Firatê bi avakirina bendavên mezin, qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û bi awayekî mezin bandor li jiyana me dike. Çavkaniya me ya debarê çandî û ajalvaniyê. Ger ev çavkaniya me ya debarê ji destê me bê girtin, dê em ê neçarê koçberkirine bên kirin.”

Ghazala Mehwa wiha got: "Salên borî li hemû qadên nêzîk Çemê Firatê demsala çandiniyê baş derbas dibû, berhem gelek bû, lê îro di astekî girîng de berhem êm bû û bîrên avên yên bin erdê zuha bûn. Tevî vê yekê jî, rêxistinên navdewletî hêj bêdeng in û guh nadin vê rewş e."