“Diruşma ‘Jin, jiyan, azadî’ riya azadiya cîhanê ye”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo der barê polîtîkayên li ser jinan a rejîma Îranê de axivî û destnîşan kir ku kiryarên rejîma Îranê yên li dijî jinan ji kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî jinan ne dûr e.

EVÎN ZENDA

Şengal – Li Rojhilatê Kurdistanê li du Şilêr Resulî ya ji bo xwe li dijî destdirêjiyê biparêze xwe ji avahiyê avêt û jiyana xwe jidest da, jina Kurd Jîna Emînî ya bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye ji aliyê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin. Li gel bertekên ku li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li kolanan deng vedide, ji tevahî Kurdistan û cîhanê bertekên li dijî kiryarên rejîma Îranê ya li ser jinan zêde dibin.  

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo li ser mijarê nirxandinên xwe kir û got: “Aqilê mêr yê ku jinê tune dihesibîne û koletiyê lê ferz dike tenê navekê wan heye ew jî DAIŞ e.”

“Jîna û Şilêr êşa me hemuyan e”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de sersaxiyê ji malbata Jîna Emînî û Şilêr Resulî re xwest û Jîna û Şilêr weke jinên di rêya azadiyê de têkoşiyane bi nav kir. Şemê Remo axaftina xwe wiha domand: “Weke tevahî jinên Cihanê em jî weke jinên Êzidî bi buyera Şilêr û Jînayê êşiyan. Ji bo me hemuyan giran bû ji ber êşa me tevahî jinan yek e.”

Şemê Remo di berdewamiya gotinên xwe de qala koletiya ku li ser jina Êzidî jî dihat ferzirin kir û wiha pê de çu: “Berî fermanê weke jinên Êzidî em jî di nava koletiyê de bûn, em ne bi destê xwe bun. Ger temenê jinekê çend mezin jî ba her tim biryarên ji mal derketina wê mêr dida ger mêr neba jî zarokên wê yên law biryarê didan. Zilim û zor li ser me jî dihate kirin, car din em ne weke roja îro azad bûn. Lê piştî fermanê me fikrê Rêber Apo nas kir û  vî fikr kir ku em rêya azadiya rast nas bikin.”

“Di bin navê olê de, di şexsê jinê de civak tê kolekirin”

Şemê Remo bal kişand li ser politikayên rejîma Îranê ya ku di bin navê ol û baweriyê koletiyê li ser jinan ferz dike û wiha got: “Li ser navê ol, jinê, di şexsê jinê de jî civakê kole dikin. Jîna li Tehranê hate qetil kirin sedem çi bû? Tu sedem nîn bû ew polisên bê exlaq çi karê wan bi jinê heye, yek mêr nikare destê xwe li ser jinê rake. Ji ber jin pivan û rêgezên xwe yên jiyanê bi xwe diyar dike.”

“Koletî bi têkoşînê tê şikandin”

Şemê Remo di axaftinên xwe de bi van gotinan piştgiriya xwe ya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman: “Em tekoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê piroz dikin û em dibêjin ku heya dawiyê weke jinên Êzidî em bi we re ne, em ê palpişta we bin. Heya em tekoşîna xwe mezintir nekin em ê nekaribin xelekên koletiyê bişkênin û em ê nekarin pêşiya kuştina jinan bigirin.”

“Tenê bi fikrê Rêber Apo em dikarin azad bin”

Şemê Remo di dewama axaftina xwe de li kêleka pergala deshilatdar ya ku jinê dixe qefesê û her tiştê wê guneh dibîne rexne kir, ji aliyê din jî pergala kapitalist ya ku di bin navê azadiyê de jinê weke meta bikar tîne û dike amur jî nirxand û got: “Ji bo me tevahî jinan rêya azadiyê fikrê Rêber Apo ye. Ji ber tenê Rêber Apo bi fikra xwe riya azadiyê nişanî jinê da û tenê di vê rêyê de jinan kariye heya roja îro qala mafên xwe bike û bi vê riyê dikarin bi ser bikevin. Li rojhilatê Kurdistanê dirûşma van protestoyên ku veguheriye serhildanê tenê “Jin, jiyan, azadî” bû, tevahî cihan dizane ku ev diruşim yek ji diruşmên Rêber Apo ye ku ji bo azadiya jin û jiyanê gotiye.”

“Bi pêşengtiya jin wê deshilatdarî hilweşe”

Di dawiya axaftina xwe de Şemê Remo destnîşan kir ku her cureyên qetilkirina jinê li ku dibe bila be heman feraseta DAIŞ’ê ye û bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir: “Li her devera cihanê li ser jinê zext tê meşandin. Li Efrînê, li kampên Başur, li Îranê, li ku dibe bila be ger jin bên qetilkirin divê bê zanîn ew zihniyeta DAIŞ’ê ye. Bi fikrê Rêber Apo me DAIŞ'ê têk bir. Bi heman fikrî û bi pêşengtiya jin û yekbunê, em ê car din ew zihtiyeta ku jinê qir dike têk bibin û em ê serkeftinê bi dest bixin.”