‘Di zêdebûna cihên qumarê de tiliya desthilatdariyê heye’

Rojnameger û çalakvan Necîbe Mehmûd der barê vekirina cihên qumarê de diyar kir ku ji bo çareserkirina vê rewşa niha civak dijî divê mirov werin hişyarkirin û bi sîstema perwerdeyê kesên bi hêz û xwedî kesayet werin avakirin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî-Li Herêma Federal a Kurdistanê diyardeya qumarê, madeyên hişbir û bazirganiya jinan her diçe zêde dibe. Têkildarî mijarê rojnameger û çalakger Necîbe Mehmûd nirxandin kir.

‘Qumar di nava civaka me de gelek zêde bûye’

Rojnameger û çalakvan Necîbe Mehmûd der barê qumara li ser jinan de wiha got: “Weke kesek vê civakê ez gelek xemgîn im ku qomara jinan zêde bûye. Berê hebû lê belê ne weke rêjeya zêde ya niha bû. Ev jî bandorek xirab li ser civakê çêdike. Sedema wê jî ji ber aliyê aborî ya kesan e ku zêdetir qumar tê kirin. Hinek xwedî aboriyek gelek baş in û hinek jî hejar in. Xeyalên wan ew in ku hinek pere bi dest bixin. Lê belê di hemû aliyan de ev diyardeyek nebaş e ku di nava civaka me de zêde bûye.”

Necîbe Mehmûd da zanîn ku zêdebûna diyardeya qumarê bandorek xirab li ser civakê çêdike û sedemên wê ji ji ber xirabiya hikumetê ye, civakê li paş dihêle û dibe sedema belavbûna malbatan, bandorê li ser fikir, çand û aboriyê dike û wiha domand: “Di civaka me de ji ber ku heta niha jinan mafên xwe bi dest nexistine û di aliyê zagonî de di pileya duyem de ne, beşek zêde di bin destên mêr de mane û di aliyê aborî de çavên wan li destên mêran e. Ji ber wê hinek caran, karên nebaş ên ku mêr dikin, qebûl dikin.

‘Di qumarê de zarok qurbaniyên yekem in’

Necîbe Mehmûd destnîşan kir ku ew kesên qumarê dilîzin piraniya wan destên wan dirêj in digihîjin gelek deran û desthilatdarî piştgiriya wan dike û got: “Ev jî tirsê ji bo jinan ava dike, nabe ku jin vê yekê qebûl bikin, mêr qumarê li ser jiyan û kerameta wan bikin. Ger zagon jî piştgirî nedin, girîng e raya giştî hebe ku bandorê li ser desthilatdariyê çêbike. Di van cureyên mijaran de zarok qurbaniyên yekem in û bandora derûnî ya xirab li ser wan çêdibe. Divê rêxistinên mafên mirovan di dema serhildana her diyardeya bi vî awayî de dengê xwe derbixin û nûbûnê di civakê de çêbikin.”

‘Ji bo belavkirina hişyariyê ragihandin xwedî roleke sereke ye’

Necîbe Mehmûd bi bîr xist ku ragihandin xwedî rolek sereke ye beşek ji ragihandinê girêdayî desthilatdariyê ye, ji ber wê gelek caran nûçe wek xwe nagihîjin û tenê ji ber komkirina xelkê kar dikin. Necîbe Mehmûd got: “Ew kesên ku qumarê dilîzin divê neyên paşguhkirin.”

‘Divê civak der barê qumarê de were agahdarkirin’

Nacîbe Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo çareserkirina vê rewşa ku niha civak ketiye navê divê kes werin hişyarkirin. Divê ji sîstema perwerdeyê dest pê bikin, bizanibin ku çawa kesên bi hêz û xwedî kesayet ava dibin. Ji bo kesên ku bûne qurbanên vê lîstikê divê nêzikatiyek baldar hebe da ku ji wî riya şaş vegerin û xelk zirar di warê ziyana ji qumarê de were agahdarkirin.”