Di tedawîkirina koronayê de jin roleke mezin dilîzin

Li herêma Dêra Zorê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê di vê dema dawî de ji ber krîza koronayê û belavbûna wê û gelek nexweşiyên din, rewşa tendirustiyê xirab bûye.

AMILÎ SELÛM 
Dêrazorê- Zêdebûna bihayê dermanan bi belavbûna bi lez a vîrusa koronayê bandorê li sektora tenduristiyê li herêma Dêra Zorê kir ku ji bo peydakirina pêwîstiyên herêmê bi lez kêmasiyan çareser kir. Çend nexweşî li herêma Dêrezorê bi taybetî li herêma rojhilat belav bûne, di nav wan de nexweşiya leşmanya yan jî ya ku bi navê hebên Helebê tê naskirin heye. Li gorî hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Dêra Zorê Meryem Awad, di encama hebûna bermahiyên DAIŞ’ê û kombûna bermahiyan de nexweşî zêde bûne. Hat diyarkirin ku di mehên derbasbûyî de ji ber dorpêçên aborî, hilweşîna dirav, girtina deriyê dergehê û kotrolên li seranserê welat bihayê her tiştî ji sedî 30 zêde bûye, di mehên borî de gel rastî zêdebûneke girîng a bihayê dermanan tê. 
"Montur û rêxistina tendurustiyê ya cîhanî derziya laşimamiyayê peyda kirin"
Berpisyariya komîteya tendurustiyê ya Dêra Zorê ku dermanan ji bo nexweşiyên belav bûyî di nav de laşimaniya, peyda bike. Meryem Awad destnîşan kir ev yek bûye sedem ku ew alîkariyê ji rêxistinên mirovî bixwazin. Montur û rêxistina tendurustiyê ya cîhanî derziya laşimamiyayê peyda kirin ku alîkariya kêmkirina hejmara nexweşiyan kir tevî kêmbûna şiyanên berdest kar dikin ku xizmetguzariya pêşkêşî 30 navedan bikin û li gel 5 nexweşxaneyan di çarçoveya xizmetguzariyê de ji 6 nexweşxaneyan . 
Komîteya Tenduristiyê ji bo dermankirina kesên bi vîrusa koronayê ketine, li herêma Dêrezorê, du navendên Covîd-19 ku navenda bajêr û navenda El-Şuhêl in, dixebite û diyar kir ku ew navend in. Navenda bajêr zêdetirî 60 textên razanê hene lê navenda El-Şuhêl tenê 14 textên razanê dihewîne ji ber ku navendeke tenduristiyê ya piçûk e.
"Derziya AstraZînîka  ya ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ve hatiye pêşkêşkirin"
Tîmên tenduristiyê yên Komîteya Tenduristiyê di şopandina nexweşên Covîd-19 de dest bi tesbîtê dikin. 6 ekîbên anketê hene ku wezîfeya wan ew e ji kesên ku nîşaneyên koronayê bi wan re hene test bikin, dûre dozê bişopînin û ger pê bikevin dixebitin ku ji bo wan oksîjenê bi ewle bikin.
Birêvebirina derziya astra zînîka ya ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ve hatiye pêşkêşkirin, di destpêka Hezîrana borî de, piştî belavbûna pêla çaremîn a vîrusa koronayê dest pê kir.
Derzîlêdan ji aliyê komîteya tendururstiyê ya ku bi rêxistina cîhanî re hevahengiyê dike, em dixebitin ku hejmara kesên derziyê digrin bihejmêrin û hejmara wergirê yekem dosyaya wê gihîşt 4 hezar û 260 kesên ku bi doza duyemîn hatin aşîkirin.
Kampanyaya derzîlêdanê ji 28’ê Cotmehê ve hatibû destpêkirin û dê 20 rojan berdewam bike. Gundên rojava yên ku herêmên din dihewîne dike hedef. Mehamîde û El-Cezrat û di navendê de du navendên Besîra, Dîban, herêma rojhilatê Kişkiye, Ebû Hardûb, Xeranîc û Nexweşxaneya Hecînê hene.
Meryem der barê kampanyayê de axivî û got: "Hevdîtinek bi hin rêxistinan re hatiye kirin ji bo pêkanîna kampanyayên hişyariyê û belavkirina biruşuran li badiyayê. 
Meryem di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinan kir ku ji bo zêdekirina nexweşiyên bi koronayê alîkariyê bidin û wiha bi dawî kir; “Em daxwaz dikin ku warê derman û navendên karantînayê yên ku dê bigihîjin armanca xwe piştgiriya pêwîst bê kirin.”
Hevseroka Komîteya Tenduristiyê li Herêma Rojava Îman Şêx Elî der barê rola kedkarên jin di sektora tenduristiyê de got ku ew rênimayiyên tenduristiyê pêşkêşî jinan dikin û di heman demê de bernameyên ku rewşa tenduristiyê di hemû astan de bi pêş bixin pêk tîne.
"Xebata jinan di nav serdanên kontrolê yên nexweşxane û dermanxaneyan de"
Nexweşxaneyên di sektorên giştî û taybet de xebata jinan di nav xwe de serdanên kontrolê yên nexweşxane û dermanxaneyan pêk tîne.
Karê hemşîreyan tenê bi şîretkirin û lênihêrîna jinan an şopandina ducaniyê re sînordar namîne lê ew bi beşdarbûna di kampanyayên hişyariya tenduristiyê de jî beşdarî hişyarkirina xetereyên vîrusa koronayê û nexweşiyên veguhez dibin. 
Li ser belavbûna vîrusa koronayê û xebatên dorpêçkirina wê, Îman diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê derzîlêdanê li her du navendên tenduristiyê yên Cizîrê û Hemîdeyê di çarçoveya tîmeke taybet a derzîlêdana derziyê de dide sûdmendan, daxwaz baş e. Ji bo wergirtina derziyê û ji hemû kesên ji 18 salî mezintir re tê dayîn.
Li ser tirsa xelkê ji wergirtina derzîlêdanê, Îman wiha got: "Nîşaneyên piştî demekê winda dibin, Gelek bandorên alî hene ku dibe yekser an piştî çend demjimêran ji girtina derzîlêdanê xuya bibin, wek germahiya bilind, êşa movikan û yên din lê piştî 24 saetan winda dibin lewre navend ji bo şopandina bûyeran û peydakirina dermanan ji bo kêmkirina êşê dixebite."
Di dawiya axaftina xwe de Îman Şêx Elî teqez kir ku xebata wan li ser bingeha belavkirina hişyariyê û danîna rêgezên ewlehiyê bi rêwerz û şîretên tendurustiyê, ferzkirina maske, negirtina bi destên hev, şûştina destan û kêmkirina kombûna mirovan e."