‘Di rojên Berxwedana Serdemê de lehengî û moral bi ser diket’

Hevgirtin û yekitiya gel ji alavên leşkerî yên mezin û çekên qedexe yên navneteweyî bihêztir bû. Moralê bilind û ruhê serhildêr di Berxwedana Serdemê de xwe nîşan da.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Di 20'ê Çileya 2018'an de kantona Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên bejahî û hewayî hat. Bi balafir û obîsên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çeteyên girêdayî wê êrîşên li ser Efrînê dest pê kirin. Di kêliyek de ezmanê bi ewlehî û axa Efrînê ya bi aştî û aram, veguherî tarîtiyê. Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Efrînê 58 rojan domiyan. Di tevahiya wan rojan de xweza û sivîl hatin hedefgirtin, di encamê de zêdetirî 500 welatiyên ku di navbera wan de jin û zarok hebûn, jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û gelek komkujiyên dijmirovî pêk hatin. Her wiha di aliyê aborî, çandinî, pîşesazî û bazirganî de Efrîn pêşketî bû di nav Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.

Dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê beriya ku êrîşê Efrînê bikin, li ser malperên tora civakî li ber çavên cîhanê gefên dagirkirina li Efrînê dixwarin lê helwesta civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan tunebû. Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Tirkmen û Xirîstiyan ji kêliya destpêkê ya gef û êrîşan ve heya roja îro bi îsrar biryara xwe ya domandina berxwedanê û neqebûlkirina dagirkeriyê, dan. Bi vê biryara xwe jî di rastiyê de planên dewleta tirk vala derxistin.

Şeş sal li ser vê bîranînê bi êş û berxwedan derbas dibe. Gelê Efrînê heya vê kêliyê tu carî rojek ji wan rojên bi berxwedêr bîr nekirine û teqez dikin ku 58 roj ne tenê wek hejmarek normal e lê her kêliyek ji wan rojan li gel wan çîrok û kêliyên dîrokî ne ku bi berxwedan û xwîna zarokên xwe nivîsandine.

Berxwedana gel ji amûr û çekên pêşketî yên dagirkeriya Tirkiyeyê bi hêztir bû

Jinên Efrînê û yên ji pêkhate û olên ku li Efrînê diman, roleke girîng di Berxwedana Serdemê de lîstin û li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk rawestiyan. Der barê kêliyên rojên berxwedanê de Fehîma Ehmed ji gundê Omara yê navçeya Şeraya Efrînê wiha got: "Dewleta tirk xeyal dikir ku di nav çend saetan de bi çekên xwe yên giran û pêşketî Efrînê dagir bike ji ber herêmek biçûk e. Jinan di vê berxwedanê de dengê berxwedanê li hemberî dagirkeriyê bilind kirin û roleke girîng di hemû waran de lîstin. Ji 7 salî heya 70 salî jin beşdarî berxwedanê bûn. Piranî me xwarin ji şervanên xwe re amade dikir û dişandin eniyên şer weke piştgirî ji şervanên xwe re. Her wiha me xizmeta birîndarên xwe dikir û parastina gundên xwe bi şev dikir."

Fehîma Ehmed di dawiya gotinên xwe de wiha got: "Dewletên NATO’yê û cîhan tevahî bi dewleta tirk re hevkar bûn ji bo êrîşî kantona Efrînê bike. Ji ber ger dewleta tirk erêkirina ji dewletên hegomanîk û di serî de Rusyayê negirta nikaribû êrîşên xwe pêk bîne. Bi çekên xwe yên herî giran êrîş kir lê berxwedana jinan û gel ji wan çekan mezintir bû. Dewleta tirk çekên qedexekirî di êrîşên xwe de li ser Efrînê bi kar anî, ji ber vê yekê gel biryara xwe ya berxwedan û têkoşînê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li ser erdên Şehbayê ragihandin û wê berxwedana xwe bidomînin heya vegera Efrînê ji dagirkeriya dewleta tirk."

‘Bêdengiya navneteweyî derketina bi darê zorê li ser gelê Efrînê ferz kir’

Roşan Xelîl ji navçeya Bilbilê ya Efrînê destnîşan kir ku li seranserî 58 rojan bênavber êrîşên dagirkeriyê li ser Efrînê ranewestand û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di nav van rojan de bênavber êrîşên xwe ranewestand û balafir li ser malên me digeriyan û êrîş dikirin. Di encama êrîşan de komkujî li sivîlan pêk anî û malên wan bi temamî hilweşand. Berxwedana gel li Efrînê ji cîhanê re cihêreng û balkêş bû. Li hemberî van êrîşan gel bê teredut dadiket qadan û tevli çalakî û meşên li dijî êrîşan bû. Kolanên Efrînê her û her bi dirûşmên berxwedan û tekoşînê dixemilî. Di heman demê de me zarokên xwe yên pakrewan bi merasîmên girseyî, bi tilîliyên dayikan oxir dikirin. Derketina me ji Efrînê bi darê zorê bû, ji bo ku em hebûna xwe ji qirkirinê biparêzin em neçar man derkevin. Mayîna me li Şehbayê jî tenê ji bo rizgarkirina Efrînê ye."

‘Efrîn hembêza bi ewle ya Sûriyeyê ye û em ê bi hev re vegerin’

Kantona Efrînê di nava aloziya Sûriyeyê de hembêza xwe ji gelên herêmên Sûriyeyê yên din re vekir, ji ber ku ew cihê herî bi ewle ye di nava şerê ku li Sûriyeyê diqewime. Bi hezaran penaberan di nava xwe de hewand. Lemiya Ebes ku ji welatiyên navçeya Sifîrê ya başûrê rojhilatê Helebê ye û ji pêkhateya Ereb e ji ber şerê ku di navçeya wê de qewimiye berê xwe daye kantona Efrînê. Ew jî wiha behsa xweşikbûna Efrînê dike: "Gelê Efrînê bi hezkirin em pêşwazî kirin û mal û hembêza xwe ji me re vekirin. Efrîn ji bo me cihê ewlehiyê bû, weke bihuştek li ser erdê dihat nasîn. Dijmin vê yekê tehemul nekir lewre êrîşên xwe bi ser de anîn. Li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yekbûna gelan li Efrînê bû bersiva herî xurt jê re. Em jî bi gelê Efrînê re careke din koçber bûn û hatin Şehbayê, ji ber ku em dagirkeriya dewleta tirk di nav xwe de qebûl nakin."