Di rêwîtiyan de filafil bitame

Ger hun di rêyan de birçîbûn ji ber xwaringehekê çend filafilan têxin nava nanekê û bixwin êdî hun hest bi birçîbûnê nakin heta digihin cihê xwe.

Navenda Nûçeyan - Amadekirina filafilê, despêkê nokan dixin avê û rojekê di nava avê de dihêlin paşê xweşik li hev dixin heya dibe hevîr. Ji bo tamê bixinê xwê, îsota sor û reş, karbonat û sîr dixin û carekdin xweşik li hev dixin. Dema ku biharatên ketine navê jî baş tama xwe da hevîrê nokan êdî qalibê amade yê ji bo şêwedayînê didin destê xwe û weke gilokên biçuk di wî qalibî  re derbas dikin. henek gilover çêdikin, hinek jî weke bazinan nava wê vekirî çêdikin. Paşê li ber ron xweşik sor dikin û êdî amadeye dikar li ber şînkahî û seletê li ser sifrê bê danîn. 

Ji xwe xwarinek seferiye û piranî li ser lingan tê xwarin. Li xwaringehên ser rêyan hema bi lez du sê liban dixin nava nanekê li gel hinek selete û di rê de dixwin. Herî zêde jî li dibistanan û zanîngehan tê amadekirin, xwendekarên feqîr piranî xwarina wan filafile.