“Di meha Remezanê de jî jin bi hêrsa mêran re rû bi rû ne”

Jinên ku di meha remezanê de bi hêrsa mêr re rû bi rû ne gotin: “Dibê qeyî rojiya mêran ji ya her kesî cûda ye û mafê wî heye her tiştî bike.”

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Jin hemû barê malê ji bo rehetiya endamên malbatê hildigire û xema rojiyê nagire û jê bandor nabe. Mêr jî pankartek mezin bilind dikin ku li ser “hêrsa rojiyê” hatiye nivîsandin.  Li gorî wê yekê jî ew gelek binpêkirinan li hemberî jinê û heta zarokên xwe jî pêk tînin, weke ku ev yek ji aliyê civakî ve hincetekî qebûlkirî ye û li ser li hevkirin çêbûye ku mafê mêr heye li hemberî her kesê bi hêrs be. Di meha remezanê de jî wek her carê em gelek qeyranên malbatê dibînin, hinek ji wan ji ber nerehetî û barê li ser milê mêr digihêjin asta kuştina jinê. Nûçeyên li ser tundî û lêdana mêran tên belavkirin. Daîreyên polîsan ji her demê zêdetir ji ber heman sedemê giliyan digirin lê gelek sûc jî hene ku di bin heman hincetê de têne niximandin û kes pê nizanin.

Di raporta jêrîn de, me nêrîna hin jinan di derbarê xwezaya muameleya mêr li malê di meha remezanê de pêre jî kar û barê jin di berdêla vê dikin de girt, me karîbû bizanin ku di vê mehê de dirûşma wan ew e ku "ji mêrê xwe dûr bimînin", ji bo nekevin ber barek hêrsê û bertekên ne li bendê.

“Hin kes ji bo ku wextê xwe winda bikin tevahiya rojê radizin”

Cemîle Ebdulselam got ku piraniya mêrên di malbata wê de tevahiya rojê radizin ku ji berpirsiyariya demê birevin, ji xew ranabin heya berî bangê nimêjê û wiha dom kir: "Ez di serpêhatiyeke xerab re derbas bûm. Hevjînê min di sala yekem a zewacê de ji ber derengxistina xwarinê li min xist. Eger her du malbatan destwerdan nekirina dê dawî ji hevbelavbûna malbatê bûya, ji ber vê yekê ez dibînim xewa wî ya bi roj xêr e."

“Kêmasiya nîkotînê li pişt hişkbûna di danûstandina bi mêran re ye”

Henan Ibrahîm jî bilêv kir ku qeyrana rastî ya li piş hêrsbûna mêran di meha remezanê de ji ber dûrketina wan ji cixareyê û nebûna nîkotînê di laşê wan de dihêle ew nikaribin li ber xwe bidin û da zanîn ku di vê mehê de ya herî zêde jinan dilgiran dike, rojiya hevser ê wane û rewşa "nerazîbûnê" ye ku ew ê di tevahiya mehê de pê re rû bi rû bimînin û wiha domand: “Ji ber vê yekê gelek jin ji danûstandina bi hevserê xwe re bi tevahî dûr dikevin û gelek jin di vê mehê de rastî lêdanên dijwar ji aliyê mêran ve hatine. Nebûna cixareyê dibe sedema bêhevsengî û dilgiraniya zêde li gel wan û bandorê li malbatên wan dike û dibe ku jiyana wan bi temamî têk bibe. Hevala min di meha remezanê de bê sedem ji aliyê hevserê xwe ve ji malê hat derxistin mîna ku ew li behaneyekê digeriya ku di rûyê wê de biteqe û wê bi tev zarokan ji malê derxîne. Ew jin bê armanc û mebestek di kolanê de dimeşiya ji ber bi tenê bû heya ku neçar ma  car din vegere cem wî mêrî. Piştî ku rojiya xwe şikand êdî aram bû. Ez ji hevserê xwe veqetiyam, ji ber nerehetiya wî ya zêde. Ez niha berpirsiyara mala xwe me û hemû xerc û barê wê hildigirim, lê li gorî tiştên ku di remezanê de ji aliyê hevserê min ve hatin serê min, rewşa min niha baştir e. Hevserê min hemû rojan radiza, ger şiyar bibûya li ser me de aciz dibû."

Henan Ibrahîm di wê baweriyê de ye ku bihêzbûna jinan a di aliyê aborî de alîkariya wan dike ku li ser nerehetiya mêr di dema rojiyê de helwestê nîşan bide. Lawazbûn û belengaziya jinê sedema sereke ye li pişt rûreşkirina wê ya dubare, û hesta wê ya bi hêz rizgariya wê ya tekaneye ji serdestî û desthilatdariya mêr. 

Hûda Elî jî tê kildarî mijarê zoriyên kêşane wiha anî ziman: "Hevjînê min di meha remezanê de kar nake û ez herî zêde ji vê yekê ditirsim. Hêrsbûn û nerehetiya wî ya zêde bandorê li zarokên me dike. Rojekê li zarokan xist tenê ji ber ku ew ji xewê şiyar bû. Sedema tekane dihêle ez vî barê giran hildigirim nebûna dahatê ye, eger tiştên ku min ji zarokên xwe re xerc kirin hebûya, ezê saetekê jî bi wî re nejiyama."