"Di kêliyên topbaranê de sanciyên zayînê"

Dayika 3 zarokan Wedha Elî ya ducanî li gundê Um El-Kêf ê dikeve xeta agir tevî zarokên xwe zêdetirî du sal û 6 mehane di bin top û balafirên dewleta tirk de li ber xwe dide.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Ger zimanê lat û kevirên gundê Um El-Kêf a ku li rojavayî navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û dikeve xeta agir, hebûya wê berxwedana sivîlên vî gundî bi zarok, jin, kal û pîr û bi astengdarên wê vegota. Gundê Um El-Kêf piştî dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve her tim tê topbarankirin, sivîlên ku li gund dijîn û bi mirinê re rû bi rû dimînin. Astengdaran gund terik nekirin, zarokên 10 salî rê û rêbazên parastinê ji xwe û gundiyan re ava kirin. Zarokeke 10 salî, dema ku balafirên dewleta tirk li asîmanan digerin, derdikeve derveyî malê û tevî çend zarokan bi hev re dilîzin tenê da ku balafir gund û mala wê bombebaran neke. Li vî gundî bi sedan serpêhatiyên berxwedanê hene ku li benda dîtin û nivîsandinê ne da ku cîhan bizanibe ku gel çawa li gorî şerê gelê şoreşgerî xwe birêxisin dike û rûmeta xwe diparêze. Um El-Kêf jêdera çîrokên berxwedaniyê û wêrekiyê ye. Bêguman hefteyek di ser gund re derbas nabe ku nayê topbarankirin, gel jî êdî li gorî vê yekê fêr bûne ku dê çawa û kengî û li ku derê xwe biparêzin. Şervan û gel bûne yek, ji lewre ev gund nayê valakirin û sivîlên wê di nava berxwedanê de ne. Wedha Elî ya 33 salî dayika 3 zarokan e û niha jî ducanî ye, di heyva 8'an de ye, li gundê Um El-Kêf dijî, der barê rewşa gund, derûniya xwe û zarokên xwe de ji me re axivî.

"Can û mal bûn qurbana top û balafiran"

Wedha Elî di destpêka axaftina xwe de wiha behsa rewşa gund kir: "Gund bi gelê xwe xweş dibe, bi zarokan jin û kesên temenê wan mezin lê piştî ku dewleta tirk a dagirker dest bi êrîşên xwe kir hejmara sivîlan li gund kêm bû. Ji ber ku her dem gund tê topbarankirin, sivîl neçar dimînin xwe bispêrin gund û deverên bi ewle, ji lewre hejmarek ji sivîlan li gund mane û ber xwe didin. Di encama topbaranê de gelek mal û milkên sivîlan zirar dîtin, di heman wextê de jî gelek sivîl li vir di nav de dehan jin hebûn birîndar bûn. Gelek kes bûn qurbaniya topên dagirkeran."

"Mala ku bîranînên me her dem lê zindî bûn hilweşandin"

Wedha Elî da zanîn ku di encama topbaranê de wê jî para xwe girtiye û wiha domand: "Di encama topbarana dijwar a li ser gund de, mala min a ku ji kelpîçan lêkiribû hat hilweşandin. Lê min dest ji gund berneda û koç nebûm. Du sal in em li vir li hemberî birçîbûn, tîbûn, rewşên zehmet û mirinê li ber xwe didin. Me gelek rojên xweş di mala xwe de derbas kir, dîwarên wê gelek bîranînên me di nava xwe vedihewandin. Piştî mala min hilweşiya, em li mala xwişka xwe jiyana xwe didomînin."

"Şer bandoreke mezin li derûniya min û zarokan kiriye"

Wedha Elî da xuyakirin ku şer bandoreke pir mezin li ser derûniya wan dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ma çawa bandorê nake? 24 saet em di şer de difikirin ku wê çi bibe û çawa bibe, kî bimre kî bimîne. Du sal û nîv derbas bûn, her ku diçe rewşa me girantir dibe. Mirovên ku di nav mirinê de bijîn wê çawa be derûniya wan? Ya herî zehmet ew e ku zarokên min êdî bi nexweşiyên psîkolojîk re rû bi rû mane, ji dengê topan dilerizin û vediniciqin. Dema topbaran dest pê dike, hemû li derdora min kom dibin û digrîn, rengê rûyê wan tê guhertin û zer dibin."

"Heyva 8'an heyveke pir bi xeter e ji bo zarokanînê"

Wedha Elî da payin ku êrîş û topbaran bandorê li ser ducanîbûna wê dike û wiha pêl da gotinên xwe: "Ez niha ducanî me û di heyva 8'an de me. Wekî zarokên xwe, dema ku top dest bi barînê li ser gund dikin û bê ser û ber dikevin ez jî ditirsim. Tirsa min bandorê li zarokê di hundirê min de dike. Em di rewşeke pir xirab de dijîn, derûniya me xirab bûye û ev bandorê li her tiştî dike. Di kêliyên topbaranê de, sanciyên zayinê tên min û her kes dizane jinên ducanî di heyva 8'an de divê ku her di nava aramî û rehetiyê de bin, ji ber ku ev meh pir xeter e ji bo zarok. Zarokê di hundirê min de hîs dike bê çi li derve diqewime, ez jê fêm dikim. Ez jî naxwazim zarokê min di nava şer de çavên xwe li cîhanê veke. Dixwazim di nava aramiyê de bijî, tiştê ku me jiya û dît naxwazim ew jî bibîne û bijî."

"Bila şer bi dawî bibe"

Wedha Elî di dawiyê de wiha got: "Daxwaza min a destpêkê û dawî, bidawîkirina şer e. Çawa min ewqas zarok li vî gundî anîn dinyayê, ez ê vî jî bînim û xwedî bikim."