Di jiyana mirovan de giringiya xwendinê
Xwendin, fêrbûn têgihîştina rastî û heqîqetê ye. Xweperwerdekirin e. Avabûna kesayetiyê ye. Rêbazek dahûrandina mêjiyê mirov e.
XUNAV OSMAN
Beriya vê pirsê, pirsên din derdikevin holê. Wekî zanîn û zanist çi ye? Ji ku derê hatiye? Çawa ev zanist bi demê re pêş ketiye? Çima di nava civakan de kesên xwendevan hêja ne? Gelek pirsên wiha xwe li mêjiyê mirov didin. Ger em weke mijar bigirin dest wê kûr be. Em ê li ber gelek pirsên wiha rawestin û bihizirin. Lê dema em qala van pirsan dikin em dikarin bersivek kurt bidin. Derketina zanîn û zanistê weke navê xwe diyar e. Naskirina xwe û derdora xwe û têgihîştin e. Vekolîneke ji heqîqtê re ye. Riyeke bêsînor û bêdawî ye. Ango her di nava herikîn û nûkirine de ye. Heta ku em bersiva van bizanibin divêtiya me bi xwendin û lêvegerînê heye.
Çima xwendin?
Her wiha têgihîştin û naskirina agahî û têgînên nû di pirtûkê de ye. Bi naskirin û çareserkirina bûyerên derdorê re têkildar e.
Şêwazên xwendinê
Her mirovek armaceke wan a xwendinê heye. Ev jî li gorî kesan tê guhertin, ango hin kes bi mebesta vekolîn an jî derbaskirina demê pirtûkan digrin destên xwe û dixwînin. Şêwaza din jî xwendevan bi mebesta xwendina hûr û kûr û dahûrandinê pirtûkan digre destên xwe. Ev rêbaz jî mêjî û xeyalên mirovan dixe nava tecrubeyan û bingeheke hizirînê ya qenc dide avakirin. Girêdanek di fikir û nêrînan de çêdike û deriyên rexneyê jî vedike .
Xwendevan, hiş û ramanên nivîskar bi riya xwendinê belav dike, bi riya xwendinê mirov geleke zanîn û zanistan nas dike û têgînên nû nas dike. Ji ber zanîn kesan ava dike û kes jî endamên civakê ye, dikare di warê civakî de gelek tiştan bike. Wekî rêbertiyek rast, çareserkirina pirsgirêkan û hwd…
Bandora xwendinê li ser kesan
Ji feylesofê yewnanî Arîsto pirsîn. Tu çawa dikarî mirovan binirxînî? Wî got:"Bi pirsa çend pirtûk xwendine û çi dixwînin." Xwedevan an kesên zana û rewşenbîr fikir û ramanên cur bi cur digirin dest. Ango li ser hemû zanistan dixwînin, di warê jiyanî de jî dikarin hevsengiyek di navbera çand û exlaqê civakan de çêbikin. Xwendina ji dîrok û çand civakan bingehek erênî ava dike. Em dikarin mînaka herî berbiçav, zanyar û feylsof Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin dest.
Wekî tê zanîn Abdulah Ocalan gelek zanyar û feylsofên cîhanê xwendiye. Girêdaneke di dîrok, çand, xaknîgarî û mafan de çêkiriye. Felsefeya hemdem ji civaka kurd û Rojhilata Navîn re ava kiriye. Projeya Neteweya Demokratîk jî weke çareseriya pirsgirêka gelê kurd û tevahiya Rojhilata Nanîn daye raya gîştî. Mebest ew e ku divê xwendevan zanîn û zanistên werdigire bi derdorê re parve bike wateyekê bide derdorê. Yanî tiştê ku tu dizanibî parvekirin pêwîst e.
Ji bandorên xwendin û avabûna wê li ser kesan jî tendirustî ye. Gelo çawa çêdibe ev yek? Navenda lêkolînên derûnî teqez kiriye ku xwendin li ser derûnî û tendirustiya mirov gelek tiştan ava dike.
1-Bihêzkirina mêjî û parastina wê ji nexweşiyan re.
2-Girêdaneke bi dem û cihan li gel xwendevanan çêdike.
3-Asoyên xeyalan bi pêş dixe û jiyandar dike.
4-Zîrekbûn û dahûrandinê bi pêş dixe.
5-Rêbaza uslûb û xîtabê xurt dike. Mirov dikare di her civat û nîqaşan de bi aramî gotûbêjan bike.
6-Rêbaza rexne û rexndayînê bi pêş dixe. Ango jixwebawerbûna kes bi pêş dixe û heyacana derûnî qels dibe.
Li ser van xalan gotinek Almanan heye dibêje: “Tendirustiya mirov bi xwendin û werzîşê xurt dibe, xwendin jî hizir û mêjî bi pêş dixe. Ango xwendin û zanist mîrasa kes û civakan in.
Hin gotinên zanyaran li ser xwendinê…
-Tişên ku min der heqê jiyana xwe de nas kiriye, ji pirtûkan fêr bûme. Jean Paul Sartre.
-Joonsin dibêje pirtûk rênîşaniya biçûkaniyê ne, kêfxweşiya ciwantiyê ne, hevala tenêtiyê ne.
-Pirtûka baş hevalek qenc e. Gotina Almanan
-Dema tu fêrî xwendinê dibî, tu her azad dibî. Frederîk Doxlas
-Ji bilî xwendinê tu cih tunebû ku min hembêz bikira. Dostoyevskî
-Xwendin dermanê xilasiya ji jehra derewçiyan e. Simis
Her wiha xwendina pirtûkekê, wekî ku tu xatirxwestina hevalek qenc hîs dikî ye. Wê demê bizanibe ew pirtûk xwedî nirxeke girîng bû, hevalek qenc bû.
Gelê kurd û xwendin
Li gorî jêder û lêkolînan gelê kurd ji aliyê xwendinê ve pir li paş e. Gelo sedema wê çi ye? Em dikarin sedeman bi çend xalan rêz bikin.
Ji aliyekî ve êrîşên dagirkeran li ser civaka kurd hene. Talankirin û qirkirina li dijî wan di her serdemê de hebûye. Çi di bin navê netew, ol û hizirandina desthilatdarî de li ser civakê, çi di warê qirkirin û qedexekirina nasname û ziman de. Rewşa koçberî û penaberiyê dibe sedema dûrketina ji çand û zimanê dayikê.
Em dikarin bêjin ev yek jî rewşeke neyînî radixe ber çavan. Bêbawerî û tirsê dixe hundirê mirov. Lê ev yek jî li hemberî serhildan û raperînên ziman û hişmendiya gel nebûn bend. Gelek zanyar û nivîskarên navdar jî hene bi zimanê kurdî û biyanî derketine holê. Tenê lêgrîna xwenaskirinê pêwîst e. Hezkirina xwendinê divê bi pêş bikeve.
Serhildana Rojava bi şoreşa ziman dest pê kir. Îro xebatên rewşenbîr û perwerdekarên ziman di deh salên derbasbûyî de gelek gavên girîng avêtine û rewşa zimanê kurdî jî di asta vêjînê de ye. Ev yek jî feraseteke dîrokî ye ku were bidesxistin. Hebûna ziman û nasnameya me li rûpelên dîrokê dixe. Bi qasî serhildanên ku di dîrokê de qewimîne ewqas jî pêwîstiya me bi xwendin û zanebûnê heye. Zanyarê civaknas, Abdullah Ocalan li ser xwendin û xwenaskirina nasnameyê wiha dibêje: "Ziman beden e. Çand beden e. Xaknîgarî beden e. Xwedî li bedena xwe derkeve."
Teşwîqkirin
Teşwîqkirina xwendinê ligel kes divê her tim di asta bilindbûn û zêdekirinê de be. Ango divê xwendina pirtûkan û lêgerîn her armanca wî/ê be. Parvekirin û teşwîq yek ji rêbazê têkiliya wan bin. Teşwîqa xwendinê bi zarok, malbat û hevalên xwe re bide çêkirin.
Li dawiyê em dikarin bibêjin zanîn, perwerde xwenaskirina jiyan û pêşeroja mirov e. Bi teşwîqkirinê mereq ava dibe, meraq riya lêgerîn û vekolînê vedike û çûyîna li pey lêkolînê zanabûn û zîrekbûnê vedibîne. Her wiha bi xwe re kesên zanyar di civakan de diafirîne.