Di demsala zivistanê de rewşa koçberan

Rewşa koçberên li kampa Waşûkanî gelek xerab e û bi hatina zivistanê re rewş xerabtir dibe. Jinên ku li kampa Waşûkanî dijîn destnîşan dikin ku yekane berpirsiyarên van êş û zehmetiyên ku pê re rû dimînin dewleta Tirk û rêxistinên mafên mirovan in.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Piştî êrîşên dewleta tirk ên di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, şêniyên van bajaran ji ber hovîtiya çeteyan bi darê zorê, ji cih û warên xwe hatin derxistin lewre Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina van malbatan, kampa bi navê Waşûkanî di 24’ê Cotmaha 2019’an de ava kir. Ev kamp 12 km dûrî bajarê Hesekê li ser riya Til Temir nêzî bajarê Tiwêna ye, ya ku ji bo avakirina vê kampê bûye alîkar Heyva Sor a Kurd e. Rêxistinên mirovî yên koçberan, koçberên ku bi darê zorê ji axa xwe koçber bûne paşguh kirine. Li gorî agahiyên Meclisa Kampa Waşûkanî hejmara koçberên tê de hatine bicihkirin 2 hezar û 365 malbat e,  ango 16 hezar û 322 kes lê dijîn.

4 sal in Serêkaniyê hatiye dagirkirin, 4 sal berxwedanî di bin şert û mercên herî giran û zehmet de bi paşguhkirina rêxistinên mirovî li kampê derbas dibe. 4 sal konên koçberan nehatine guhertin û ji ber barîna baranê rewşa wan xerab e. Yek ji dayikên Kampa Waşokanî Sûriya Mihemed Hisên diyar kir ku ji êş, zor û zehmetiyên ku îro li kampê dikşînin, rêxistinên mirovî berpirsyar in.

‘Êrîşên niha berdewama êrîşên 9’ê cotmehê ne’

Sûriya Mihemed teqez kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama êrîşên 9’ê cotmeha 2019’an e û got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin û plana wan ew e ku bajarên me dagir bikin. Ew dixwazin demografiya herêmê biguherînin û projeya Neteweya Demokratîk têk bibin. Dewleta tirk hewl dide hemû bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike lê bi saya berxwedaniya me û ya zarokên me heya roja îro planên dagirkeriyê têk çû. Lewma niha dixwazin carek din êrîş bikin da ku cihên din jî dagir bikin.”

‘Rêxistinên mafên mirovan li gor berjewendiyên xwe tevdigerin’

Sûriya Mihemed diyar kir ku bi hatina demsala zivistanê re rewşa koçberan xerab bûye û wiha domand:  “Ev 4 sal in em di vê kampê de li ber xwe didin. Di bin şert û mercên herî zehmet de û bi paşguhkirina rêxistinên mirovî. Hewcedariya koçberan bi gelek tiştan heye, bi taybetî 4 sal in kon nehatine guhertin û ev dibe sedema nexweşiya gelek zarok û jinan. Bi hatina baranê re gelek kon li ber avê çûn. Koçber di rewşek pir xerab de bûn, zarok gelek nexweş ketin. Ma ka mirovahî ka wijdanê mirovan? Pêwîst e her kes alîkarî bide koçberan û bêdengiya xwe bişkîne. Rêxistinên Mirovî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin û erkên xwe ji bîr kirine. Rêveberiya Xweser di bin barek gelekî giran de ye. Bi hemû derfetên xwe bû alîkar lê niha êrîş li ser heye. Dixwazin vê rêveberiyê xilas bikin da ku ji gel re bibêjin ku nikare alîkarî bide. Lê em baş dizanin çi li dora me dibe em nayên xapandin. Ya ku xwedî li me derket Rêveberiya Xweser e, ya ku kamp ava kir û me bi cih kir ew e, ne rêxistinên mirovî ne ku tenê bi axaftin dibêjin em mafên mirovan diparêzin ger wisa be çima rewşa koçberan nabînin.”

Sûriya Mihemed destnîşan kir ku koçberên Serêakniyê tu alîkarî naxwazin, tenê dixwazin vegerin mal û bajarê xwe lewma di bin şert û mercên herî zehmet li ber xwe didin û wiha axaftina xwe domand: “Çiqas rêxistinên mirovî me paşguh bikin jî em ê li ber xwe bidin, ji tunebûnê hebûnê bidin avakirin.”

‘Ji rewşa koçberan a xerab rejîma Sûriyeyê û rêxistinên mirovî  berpirsyar in’

Sûriya Mihemed bi lêv kir ku rejîma Sûriyeyê û rêxistinên mirovî ji rewşa koçberan a bi xeter berpirsyar in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila rejîma Sûriyeyê bizanibe ku koçberên Serêkaniyê ji xelkê Sûriyeyê ne û pêşkêşkirina alîkariyê erka wê ye. Ev erk ne tenê li ser rêxistinên mirovî ye. Dagirkeriya ku hat kirin yek ji sedemên wê yên bingehîn bêdengiya rejîma Sûriyeyê ye. Pêwîst e ew jî xwedî li vî gelî derkeve û alîkarî pêşkêş bike. Lê mixabin her kes çavên xwe digre û nabihîze. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku dagirkeran ji xaka me derxin û wijdanê xwe zindî bikin. Bila her kes bizanibe ji biçûkên me heya mezinên me wê nîşana berxwedan û serkeftinê her dem bilind be.”