Di civaka Cezayîrê de her diçe hevberdana keyîfî zêde dibe

Profesor Samiya Ben Qawia girêdayî mijara hevberdanên kêfî yên her diçe di civaka Cezayîrê de pêşdikeve da zanîn ku li korîdorên dadgehên Cezayîrê bûyerên hevberdanê gelek zêde ne, ev yek jî herî zêde bandorê li jiyana jin û zarokan dike.

RABIA XERÎS
Cezayîr - Dema ku mirov li korîdorên dadgehên Cezayîrê digere, gelek bûyerên hevberdana kêfî ya di civaka Cezayîrê de zêdebûye dibîne. Hêjmarên herî dawî yên ku di semînera bi navê "Lihevkirin di dozên hevberdanê de" ku ji hêla komîteya parêzgeha Bouira ve di sibata 2020’an de hatî organîze kirin de, eşkere kir ku her sal 68 hezar dozên hevberdanê têne tomar kirin. Piraniya dozên hevberdanê yên ku têne tomar kirin wekî hevberdana kêfî ne. Hêjmarên ku ji aliyê Komkara Cezayîrê ya ji bo Berevaniya Mafên Mirovan (rêxistineke ne-hikûmî) ve hatine weşandin, dibêjin ku 68 hezar haletên telaqê di sala 2018 de hatine tomar kirin ku ji sala 2017’an 3 hezar zêdebûye. Ev jî dide nîşandan ku di cîhana ereban de Cezayîr di aliyê şideta ser jinan de di rêza sêyan de cîh digire û di tevahî cîhanê de jî di rêza heftan de ne.
“Ez bi zaroka min a nû hatî diniyayê ve derxistim”
Ji jinên bajarê Tlemcenê yê Bakurê Cezayîrê yên bûne mexdûrê hevberdana keyfî ku nexwest navê xwe bide bi leqabê Selma çîroka xwe ji ajansa me re wiha vedibêje: "Zewaca min piştî çîrokeke evînî ya dûr û dirêj pêk hat. Ez piştî zewacê hatim gel malbata hevjînê xwe û car caran ez diçûm serdana malbata xwe jî. Ev rewş bi awayek normal dewam kir heta min zaroka xwe ya yekem anî dinyayê. Ji xwe li mala bavê xwe bûm dema zaroka min hat diniyayê û piştî wê hevjînê min daxwaza hevberdanê kir. Li gel ku weke xizmetkarekê di mala wan de xebitîn jî hemûyan pişta hevjînê min girt û wî teşfîk kir ku min berde. Her çendî ne bi daxwaza min be jî ez berdam û bi keçek nû hatî dinê ve li mala bavê xwe vegeriyam.”
“Ji demekê û şonde tevgerên hevjînê min hatin guherîn” 
Rewşa Nûra ya 40 saliye û mamosteya zimanê erebî ye û dayika sê zarokan e ji ya Selma pir ne cuda ye. Hevserê Nûra mamosteyê zanistên xwezayî ye. Di destpêkê de wan jiyaneke normal jiya heta ku temenê wan 40 sal derbas kir. Piştî wê rêbaza hevserê wê pê re hat guhertin û pirsgirêk di navbera wan de derketin. Ji ber Nûra sedemên guhertina hevserê xwe nizane wê xwe saprt pisporên derûnsiyê da ku parastinê li ser hevserê xwe bike. Lê piştî ku hevjînê wê ew ji malê derxist û piştre bi keyfî ew berda û hemû hêviyên wê têk birin û hewildanên wê vala çun. Ji ber vê wê hemû milkên xwe firotin û berê xwe da Tirkiyê da ku ji  xwe re jiyanek nû ava bike. Piştre ew pê dihese ku hevserê wê bi jineke din re têkilî danîbû ji ber wê dev ji wê û zarokên wê berdaye.
“Pêdivî heye bernameyên hişmendîkirina malbatê bên dayîn”
Profesor Samiya Ben Qawia, parêzerek naskirî li Dadgeha Bilind û Encûmena Dewleta Cezayîrê û seroka yekîneyek lêkolînê li ser ewlehiya malbatê ku ji hêla Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî ve hatî pejirandin li ser van mijaran dibêje: "Dadgehên Cezayîrê bi dozên telaq tijî ye, ev yek nîşan dide ev mijar ji civakek ku tê de tê xwestin ku prensîbên şerîeta dadwer tê de were şopandin, tengzar bûye. Li ser sedemên belavbûna vî cureyê telaqê, Samiya Ben Qawia diyar kir ku cîhanîbûn yek ji girîngtirîn kêşeyên li pêşiya malbata Cezayîrî ye, ji ber ku ew dibistanek paralel e ji bo veguhestina zanîn û zanistê. Samiya da zanîn ku ji bo parastina sazûmaniya malbatê zêde bendeyên ewlehiyê nemane, ji ber ku hevberdan yek ji sedemên dûrketina jinan û yek ji sedemên tawanên zarokan û narkotîkê ye. Samiya li ser rola dadweriyê di sînordarkirina vê diyardeyê de jî got: "Esl ew e ku divê roleke dezgeha dadwerî di nehiştina vê diyardeyê de hebe, lê ez piştrast dikim ku ev rûniştin şeklî ne û êdî armancê pêk nayîne.”
Derbarê tedbîrên ku ji aliyê Profesor Samiya Ben Qawia ve ji bo nehiştina diyardeya telaqê ya keyfî hatiye pêşniyarkirin jî tekezî li ser pêwîstiya bikaranîna hemû rê, ragihandin û teknolojiyên nûjen û pêwîstiya pabendbûna bi şîretên şerîetê di bijartina hevjînek jêhatî de kir, di heman demê de beriya zewacê mecbûr kirina hevjînan ku beşdarî danişînên rehabîlîtasyonê yên malbatê bibin û bernameyên hişmendiya malbatê pêşve bibin.
“Li gel hemû mercên jiyanê yên zor jî jin xwe bê çare nahêlin”
Lêkolînera civaknasiya malbatê Sara Zagad jî di wê baweriyê de ye ku metirsiya îro di belavbûna veqetîna keyfî de ye, ku dadgehan di sala 2009’an de bi 20 hezar 134 haletên hevberdanê yên yekalî, ango ji sedî 48 bi hemû dozên telaqê re mijûl bûne. Sara da zanîn ku hevberkirinek e ku aliyek bêyî razîbûna wî li dijî aliyekî din pêk tîne. 
Sara bilêv kir ku hevberdana keyfî ji aliyê mêr ve, ango yekalî, bê hincet e, mêr ne mecbûr e sedem û mebestên rast eşkere bike, lê di warê tezmînata ku ji aliyê dadger ve hatiye dayîn, berpirsiyariya telaqê bi tevahî digre ser milê xwe û qanûna Cezayîr destûrê dide vê yeke û di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Hevberdan faktoreke sereke ye di têkçûna rewşa derûnî ya jinên teleqdayî de ye zarok hebin tune bin yekser bandorê li derûnî ya zarokan dike. Şoka ku jin rastî tê dihêle baweriya bi xwe winda bike. Her wiha nêrîna civakî ya piştî wê (jina berdayî) azadî û rola wê ya di civakê de bisînor dike û di piraniya rewşan de neçar dike ku biryaran bi tevahî îzolasyon û dûrketina ji qada civakî bide. Lê di heman demê de em gelek jinên ku di ezmûnan de derbas bûne û hemû astengiyên civakê derbas kirine dibînin ku ji nû ve xwe ava kirine. Hin ji wan karsaziyên serbixwe ava kirin û hinên din jî malbatek nû ava kirin, ango jinûve zewicîn û bi ser ketin.”