Di ‘Bostanê jinên bajar’ de berhemên salê gihîştin

‘Bostanê jinên bajar’ ê Şaredariya Riya Armûşa Wanê berhemên xwe yên destpêkê da. Sebîha Yakut ku di bostan de dixebite ji bo aboriya malê bi gotinên; “Em çi datînin wê kom dikin” diyar kir ku divê projeyên bi vî awayî werin zêdekirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Li Tirkiye û Kurdistanê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê, gelek şaredariyên ku ji aliyê desthilatdariyê ve qeyûm avêtibûn ser wan û hatibûn dagirkirin, ji aliyê Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve careke din hatin girtin. Karê destpêkê yê DEM Partiyê aktîfkirina hemû saziyên jinan ên hatine girtin bû. Karê xwe bi daxwazên jinan xistin meriyetê, yek ji wan jî avakirina bajarên jinan e ku di warê peydakirina kar ji bo jinan de gaveke pratîk bû. 

Yek ji van şaredariyan jî şaredariya Riya Armûşê ya Wanê ye. Bi avakirina ‘Bostanên jinên bajar’ re ji bo bi dehan jinan, bû cihê xebatê. Di bostanê ku di hefteya yekem a meha Gulanê roja dayikan de hat vekirin, di qada bostan de û di warê tovan de piştevaniyê dide jinan. Jinan berhemên destpêkê yên li bostan çandine girtin. Jinên ku li sebzeyan mêze kirine dest bi komkirinê kirin, ji aboriya malê re jî dibin alîkar. Berhemên ku di bostan de jî çandine, heta komkirina wan bi awayekî komînal kirin, jin beşek ji berhemên xwe li kesên ku pêwîstiya wan heye belav dikin.

 ‘Em ê li hemû taxan bostanan ava bikin’

Endama meclisa şaredariya Rêya Armûşê Nurcan Kayar da zanîn ku di bostanê ava kirine de berhemên baş digrin. Da zanîn ku gelek projeyên der barê jinan de gav bi gav dixin meriyetê û wiha got:

“Di bin banê şaredariyê de cara yekem bostanê jinên bajar hat avakirin. Me ev bostan di roja dayikan de diyarî dayikan kir. Ji bo jin bi ruhê hevpar ê piştevaniyê bixebitin û berhem bidin me ev proje xist meriyetê. Hedefa me ew e em bi van xebatan riya debarê vekin. Li vê derê qada her jinê heye. Dayik bi sebzeyên ku kom dikin hem konserve çêdikin, hem jî bo dahatê motîve dibin. Em hedef dikin ku van bostanan berfireh bikin û li hinek taxên din jî vekin. Di warê avakirina derfetên kar de gelek projeyên ku em bixin meriyetê hene. Bi taybetî dayikên ku pêwîstiya wan pê heye û baxçeyê wan nîn e me tesbît kir û me ev bostan ava kir. Hinek dayik sebzeyên ku hilberandine difiroşin, hinek jî li derdora xwe parve dikin û hinek didin malbata xwe. Bi dawîbûna meha zivistanê re em ê van bostanên xwe zêde bikin.”  

‘Ji bo me bû qada dahatê’

Sebîha Yakut a ku di bostan de dixebite diyar kir ku projeyê sûdeke mezin û îlham daye jinên weke wê û got: “Em sibehê tên heta êvarê di bostan de dixebitin, av didin. Em çi diçînin wê kom dikin, piştre em çandina wan nû dikin, baxçeyê xwe cara dawî kontrol dikin û em êvarê jî diçin malên xwe. Ev cih ji bo me qadek gelek baş e. Çavkaniyek me ya dahatê tunebû, ez her dem li malê bûm, piştî vê bostanê hem karê min heye, hem jî em jin bi hev re di nava piştevaniyê de dixebitin. Ji bo kesên vê bostanê ava kirin em spas dikin.”

‘Pereyê me yê bazarê kêm bû niha em hilberînê dikin’

Sebiha Yakut got ku ji bo jin bixebitin divê projeyên zêde bibin û got: “Baxçeyek tenê be jî xebata jinan û hilberîna wan gelek xweş e. Em gelek ji vî bostanê hez dikin, em difikirin ku zivistanê bi awayî cuda binirxînin. Em hildiberînin û bi xwe kom dikin. Em sebzeyan dibin malê tiştên zivistanê ji wan çêdikin. Îro hemû tişt gelek biha ne, dema em diçin bazarê gelek tiştên ku em bikirin tune ne lê belê bi vê bostanê qet nebe em sebzeyan dibin malên xwe. Ne tenê ji bo me, sebzeyên ku em kom dikin didin jinên ku pêwîstiyên wan pê heye. Ev bostan ji bo me bû qadek gelak baş û bi berhem.”