Di 10 rojiya xwe de bû şahida fermanê

Bi fermana 74’an a di sala 2014’an de li ser civaka Êzidî rabû bi hezaran zarok ku hin ji wan jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, ji ber bê avî û bê xwariniyê jiyana xwe ji dest dan.

MEDYA HAWAR

Şengal – Di fermana 74’an a ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî rabû yên ku herî zêde êşa fermanê jiyankirin jî zarok bûn. Li gel qetilkirin û revandina bi sedan zarokan, gelek zarokên ku ji bo xwe xilas bikin tevî malbata xwe xwe dan çiyayan, ji ber tîbûn û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. Her zarokek Şengalê ku di çavên wan de şopên fermanê diteyise, bi awayekî pir bi êş şahidî ji fermana 74’an re kirin. Yek ji wan zarokan jî Penaber Elî ye ku dema 10 rojî bû, fermana 74’an qewimî.

Penaber Elî di sala 2014’an de di 25 Tîrmeha wê sala ku hêviyên wê hatin vemirandin piştî 7 salan ji zewaca dayîk û bavê xwe li Sîba Şêx Xidir a Şengalê ji dayîk bû. Hêviyek da dayik û bavê xwe. 10 roj piştî jidayikbûna Penaber, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û ferman anîn serê civaka Êzidî ya bi çand, pîrozî û baweriya xwe dijiya. Malbata Penaber xwestin li ber xwe bidin lê ji ber ku derfeteke wan tunebû, neçar man ku mîna bi hezaran kesan ji bo spartinê berê xwe bidin çiyayê Şengalê. Penaber Elî ku ji bi gotinên dê û bavê wê di riya penaberiyê de rojên xwe yên ewil ê jiyanê derbas kir navê ‘Penaber’ lê hat kirin, li Xanesora Şengalê bi malbata xwe re dijî. Di rûyê wê yê xweşik de penaberiya 74 fermanan tê dîtin. Lê kulîlkên Şengalê yên geş di nava kenê wê de wekî biharê her dem geş bûn. Mijangên çavên wê, lêv û rengê wê, hemû berxwedaniya wê ya li hemberî germahiya Tebaxê û birçîbûnê nîşan didin.

Ji 10 rojiya wê şûnde her rojên wê bi berxwedanê derbas bû

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yê dema ku êrişî gundê Sîba Şêx Xidir a Şengalê kir ku yek ji wan gundan e ku jin û mêr çek rakirin û li hemberî êrişan li ber xwe dan, bi dijwarbûna êrişan re malbata Penaberê ew girtin û ber bi çiyayan ve derketin rê. 2 rojan beziyan heta ku gihîştin çiyayê ku hembêza xwe ji wan re vekiribû. Li wir jî 5 rojan man. Di wan 7 rojan de tî û birçî bûn, ya rast ji 10 rojiya wê şûnde her rojên Penaberê bi berxwedanê derbas bû. Gava ku dayika Penaberê dibîne li her derê çiya pez belav bûye kêfxweş dibe û delala dilê xwe bi şîrê mihan xwedî dike. Dayika Penaber her roja ku wan pezan didot, şîrê wan dida Penaber û wisa ew ji mirinê xilas kir.

‘Siwarî hatin’

Piştî ku hefteyekê li çiya dimînin agahî tê ku bi gotina civaka Êzidî ‘Siwarî hatine û wê wan xilas bikin’. Malbata Penaberê û gelek malbatên bi wan re li çiya tî û birçî mabûn. Lê gerîlayên HPG-YJA-STAR û YPG-YPJ’ê yên di nav civakê de navê suwariyan li wan hatibû kirin korîdora mirovî vekirin û bi hezaran malbat xilas kirin. Yek ji wan jî malbata Penaberê bû.

Malbata Penaber ber bi Başûrê Kurdistanê ve diçin lê piştî 5 rojan ji ber ku li wir bêçare û birçî dimînin, berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Penaber di kampa Newrozê ya ku ji bo xelkê Şengalê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê-Sûriyeyê ve hatibû avakirin de mezin bû. Hevalên wê yên destpêkê jî hemû penaber bûn. Piştî 4 salan Penaber bi dayik bav û malbata xwe re vegeriyan ser axa Şengalê.

‘Gerîlayan Penabera min xilas kirin’

Dayika Penaberê Fehîme Elî ya bi gotina “Dema ku em reviyan bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest da” dest bi qalkirina roja fermanê kir, wiha got: “Me cenazeyên zarokan li ser riyan dît. Ez pir tirsiyam û min digot wê keça min jî bimre. Lê piştî ku agahiya hatina gerîlayan ji me re hat, hêviyek ket dilê min û min got wê keça min bijî. Ji ber ku li çiyê toz pir zêde hebû, em diketin wesayîdên mezin, ên ku şervanên azadiyê ji bo me anîbûn. Penaber di nava destên min de reş û şîn bûbû. Min got keça min mir. Min qîr kir, her kes bi qêrîna min re qîriya lê gerîlayeke jin li wir bû, got ka bide min û keça min ji destên min girt. Çend dilop av berda qirika wê û rûyê wê jî bi çend dilopan şil kir. Penaberê nefes kişand û çavên xwe yên reş û belek vekirin. Penabera min, çavên xwe di hembêza gerîlaya jin de vekir û êdî ew kêlî bûn kêliya xilasiyê û vegera penaberê ya li jiyanê.”                                                                    

‘Navê min kirin Penaber’

Penaber Elî ku niha 9 salî ye jî bi hevokên xwe wiha qala navê ku lê hatiye kirin kir: “Dayik û bavê min navê min kirin Penaber ji ber ku em penaber bûne. Mala me li Siba Şêx Xidir e lê em li Xanesorê dijîn, ji ber ku mala me ya li Sibayê wêran kirine.” Penabera ku hê di 10 rojiya xwe de şahidiya fermanê kir, çawa ku bi rûkeniya xwe pêşwaziya me kir bi heman rûkeniyê me oxir dike.