Desteya Prewerdê ji bo zarokên koçber 10 dibistan vekir

Piştî 4 salan Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê 10 dibistanên ku ji odeyan pêk tên ji bo koçber ên li Til Temirê vekir.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê-Di nav êrîşên qirkirinê de ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê pêk tên, li herêmên Rêveberiya Xweser, hewldanên avakirinê didomin. Ji bo zarokên Efrîn, Serêkaniyê, gundewarên Zirgan û gundewarên Til Temirê yên dagirkirî ku niha li gundewarên navçeya Til Temira Kantona Hesekê perwerdeyê dest pê kir.

Der barê vê mijarê de ji rêveberiya dibistanên navçeya Til Temirê Behiya Memo axivî û behsa girîngiya vê gavê û armancên wê kir.

Ji bo zarokên koçber 10 odeyên çêkirî dibin dibistan

Behiya Memo got ku ji ber êrîşa dewleta Tirk li ser Serêkaniyê sîstema perwerdeyê zirar dîtiye û wiha domand: "Êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê, bandorê li ser sîstema perwerdeyê ya li navçeya Til Temirê û gundewarên wê kir. Hinek dibistan ji ber bicihbûna koçberan û hilweşandina beşek ji wan, gelek zarok bê perwerde man. Di nava 4 salan de em di nava hewldanên çareseriya pirsgirêka zarokên bê perwerde de bûn. Bi alîkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, ji bo zarokên koçber çareseriyek demkî peyda kir, dibe ku di roj û salên pêş de baştir bibin. Niha 10 odeyên çêkirî wekî dibistan li Til Nesrî, Til Mexas û Til Ruman hatine danîn û yekem car e ku zarokên koçber wê li dibistanan bixwînin."

Sîstema perwerdeyê

Behiya Memo da zanîn ku gavekî derengmayî bû, wiha dirêjî da gotinên xwe: "Salekê me şagirt ji gundan dianîn dibistanên bajar, ji bo ku di xwendinê de dereng nekevin lê ji ber ku hejmar pir zêde bû ev êdî nedibû. Dibistan hatin vekirin lê belê ji bo şagirtan zehmetiyên wisa jî hene ku zarok êdî mezin bûne, mînak zarokên niha diviyabû refên 5-6 bin îro refê yekem dixwînin. Lê niha em û şagirtan ji sifrê de dest pê dikin. Niha a girîng ew e şagirt fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, paşê li gorî rewşa wan wê li ser refan werin qeydkirin. Zimanê tê dayîn jî Kurdî û Erebî ye. Bîlançoya dawî em nikarin bidin ji ber qeydkirina navan didome, li her gundekî herî kêm 100 heta 300 şagirt hene. Hejmara şagirtan pir zêde ye, ode têrê nakin ji ber wê wekî çareseriyekî demkî wê li ser sê danan be, di heman demê de tenê wê biranşên sereke wekî bîrkarî û ziman bên dayin."

Perwerdeya li ser hîmên Neteweya Demokratîk

Behiya Memo bal kişand ser perwerdeya hîmên Neteweya Demokratîk û wiha pêl da gotinên xwe: "Perwerde bi her awayî girîng e. Di nav êrîşên ku li ser navçeyê çêdibin û rewşa ewlehiyê jî em hewl didin ku zarokên me bê perwerde nemînin û di pêvajoyên xwendinê re derbas bibin. Her wiha her du zayend bi hev re bixwînin û bilîzin jî pir girîng e ku di navbera şagirtan de jî rehetiyek were avakirin û bêtir di aliyê perwerdeyê de xwe bi pêş bixin. Di perwerdeya dibistanê de bêguman hişmendî tê guhertin."

Ji koçberan hêviya xwebexşîna odeyan

Behiya Memo di dawiya axaftina xwe de ev hêvî ji malbatên koçber kir û wiha got: "Alîkariya malbatan di mijara perwerdeyê de pir girîng e, ji ber êrîş û hilweşandina gelek dibistanan zirar da sîstema perwerdeyê. Lê yên ku hiştin gelek şagirt bê xwendin nemînin xwebexşîna malbatan bû ku mal û odeyên dan rêveberiyê û veguherandin dibistanê malbat bûn. Em di vir de ji malbatên koçber hêvî dikin ku ew jî bi me re alîkar bin bi odeyekê jî dibe, em bi hev re zarokên xwe ji nezaniyê xilas bikin û wan zana bikin û windahiyên ku dijîn xilas bibin. Hevgirtina wê ji me re di vê pêvjaoyê de gelek girîng e."

‘Ez betlaneyê naxwazim’

Rîmas Hesen a 9 salî, koçbereke ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê ya dagirkirî ye, niha li gundê Til Nesrî ligel malbata xwe dijî. Bi rûyekî bi ken ji me re behsa kêfxweşiya hatina dibistanê dike û dibêje: "Ez gelek kêfxweş im, ji ber hatina min a dibistanê. Niha êdî em fêrî xwendin û nivîsandinê dibin û mamosteya me pir alîkar e. Ez dixwazim ku hemû wextê xwe ligel hevalên xwe derbas bikim û naxwazim roja betlaneyê were."