Desteya Jin a herêma Firatê salek serkeftî li pey xwe hişt

Desteya Jin a herêma Firatê bi armanca alîkarî û piştgiriya bi jin û zarokan re, di 2022`an de 7 projeyên girîng pêk anî. Seroka Desteyê Cîhan Derwîş diyar kir ku ji bo 2023`an gelek projeyên wan hene.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Pergala Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre  rehendên projeya Neteweya Demokratîk, 10 sal in ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin. Neteweya Demokratîk li ser 9 rehendan ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye sazkirin û xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê. Ji lewre di nava modela Rêveberiya Xweser de reng, rol û hebûna jinan bi rengekî eşkere xwe dide der. Di nav de bi taybetî Desteya Jin ku yek ji desteyên bingehîn e û yekser bi mijarên girêdayî jin re mijûl dibe. Ev deste di warê aboriya komînal, azadiya jinan, parastina zarokan û parastina nirxên dîroka jin-xwedawend misyoneke diyarker dilîze.

Di vê çarçoveyê de û bi boneya bidawîbûna sala 2022`an, Rêvebera Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş projeyên ku Desteya jin di nava salekê de pêk anî nirxand û li ser plansaziyên sala 2023`an qal kir.   

 ‘Desteya Jin bi rêbazên cuda mafên jinan diparêze

Cîhan Derwîş diyar kir ku Desteya Jin yek ji desteyên bingehîn a pergala Rêveberiya Xweser e û wiha domand: “Wekî tê zanîn Rêveberiya Xweser xwe dispêre projeya Neteweya Demokratîk, ji ber vê di gelek aliyên xwe ve nirx dide rol û azadiya jinan. Ji lewre dema ku rêbaza hevseroketiyê hat bikaranîn, pêdivî pê hebû ku desteyeke taybet ji bo xebat û rêxistinkirina jinan were avakirin. Weke Desteya Jin hewldanên me ew in ku em bikaribin pirsgirêkên jinan ên aborî û civakî ji kokê ve çareser bikin. Her wisa di warê zarokan de lênêrîn û parastina wan em roleke girîng dilîzin.”

Cîhan Derwîş got ku yek ji xebatên Desteya Jin mala parastina jinan e û wiha pêl da axaftina xwe: “Her wiha lêkolînên me yên der barê tundiya li ser jinan û rêbazên bidawîkirina wê bênavber pêk tên. Ya din Desteya Jin berpirsyariya tevahî jinên di nava Rêveberiya Xweser de cih digre, li rex projeyên wê yên taybet projeyên desteyên din ên girêdayî jinan jî dişopîne. Bi armanca avakirina hevsengiya di navbera sazî û rêxistinên jinan de, em cihê xwe di nava koordînasyona Rêveberiya Xweser û ya rêxistina Kongreya Star de digrin da ku bikaribin bi rengekî hevbeş pirsgirêk û biryarên girêdayî jinan bînin gel hev."

Ji ber êrîşên dewleta tirk gelek proje dereng man

Cîhan Derwîş behsa projeyên di 2022`an de kir û wiha domand: "Sal bi sal li gorî şopandin, rewş û pêdiviyên jinan, Desteya Jinan li hev kom dibe û projeyên xwe yên salane amade dike. Li gorî vê yekê me di sala 2022`an de gelek projeyên ku ketin xizmeta jin û zarokan pêk anîn. Îsal gelek êrîş ji aliyê dewleta tirk ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Ji ber vê Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand. Ev yek yekser bandorê li projeyên me kir û 4 projeyên me hatibûn rawestandin. Lê projeyên me girîng bûn, ji lewre me bi maseya krîzê re nîqaş kir û her çar projeyên me careke din ketin meriyetê. A niha em hewl didin bi rengekî bi lez hersê projeyên mayî pêk bînin."

7 proje pêk hatin

Cîhan Derwîş agahiyên der barê projeyên Desteya Jin de wiha anîn ziman: "Me îsal 3 danîngeh û baxçe li navenda bajarê Kobanê û li navçeya Qinê vekirin. Ji vê projeyê yekser dayikên xebatkar sûdê dibînin, dikarin zarokên xwe li cihekî bi ewle deynin û kar bikin. Her wiha di warê avakirin û perwerdeyê de zarok jî bi bandor dibin. Ev proje ji bo gelek pirsgirêkên malbatî û civakî jî dibe çareserî û bersiv. A niha jî projeyên  vekirina danîngeh û baxçeyek ji bo zarokan li navçeya Eyn Îsa, vekirina navendeke piştgiriya derûnî û komîteyên wê, lêkirina avahiyekê ji bo mala parastina jinan û projeya bicihanîna pêdiviyên baxçe û danîngehan birêve diçin. Ev projeyên mayî gelek girîng in, ji ber vê em bi lez û bez kar dikin da ku êdî bikevin xizmetê."

Ji bo sala 2023’an gelek proje hene

Rêvebera Desteya Jin a herêma Firatê Cîhan Derwîş di dawiya axaftina xwe de projeyên sala 2023`an wiha eşkere kir: "Ji bo 2023`an gelek projeyên me hene. Biryara Desteya Jin ew e ku heta pêdiviya herêmê bi danîngeh û baxçeyan hebe, wê werin vekirin. Ji ber vê wê di sala nû de li rex 10 danîngeh û baxçeyên heyî, 2 cihên din jî werin vekirin. Her wiha wê bi navê koordînasyona jinan avahiyek û bi navê Desteya Jin, avahiyeke din ji bo danîngeh û baxçeyan werin avakirin. Projeya me ya din bicihkirina kamerayên kontrolê di tevahî danîngeh û baxçeyan de ye. Her wiha em ê 2 kargehên fêrkirina dirûtinê li Kobanê û bajarokên wê vekin. Jixwe projeya bicihanîna pêdiviyên danîngeh û paxçeyan, projeyek sabît e ku em her sal pêk tînin."