Dayikên zarokên xwe di Serhildana 12’ê Adarê de winda kirine

Dayikên ku zarokên wan di sehildana 12’ê Adara 2004’an de jiyana xwe ji dest dane êşên xwe bi hêviyên serkeftinê dipêçin.

 
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Rejîma Baasê li Sûriyeyê her dem neteweya Kurd weke xetere li ser berjewendiyên xwe didît, ji bo wê Kurdên Rojava ji gelek mafên xwe yên jiyanê, nasname û biryarê bêpar mabûn. Ji bo dijminatiya di navbera neteweyên li Sûriyeyê de kûr bikin, li ser hesabê hemû neteweyan siyaseta netewperestî didan pêş û neteweyên din di nav xwe de didan fetisandin. Di dema serweriya rejîma Baasê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mirovên Kurd nikaribûn serî hildin û yên ku serî hildidan jî dihatin kuştin, binçavkirin û îşkencekirin, heya niha jî çarenûsa gelek mirovên di zindanên rejîmê de ne diyar e. Di 12’ê Adara 2004’an de yekemîn serhildana Kurdan li dijî serwerî, netewperestî û bêmafiyê derket pêş. 
Di sibeha roja 12’ê Adara 2004’an de tîma Fitwê ya neteweya Ereb ji Dêrezorê ber bi Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ket rê. Hinek ciwan bi hinceta ku alîgirên tîma Fitwê ne derbasî Stadyoma 12’ê Adarê ya li Qamişloyê bûn. Polîsên rejîma Sûriyeyê bi wan re plan kiribûn ku êrîşî Kurdan bikin ji bo wê ciwanên Ereb nehatin kontrolkirin û bi xwe re çek û kevir derbasî stadyomê kirin. Berovajî wê tîma Cîhad a Kurd tevî alîgirên wê bi temamî hatin kontrolkirin. 
Serhildanê 10 rojan dewam kir
Beriya ku maç dest pê bike, alîgirên tîma Fitwê dirûşmên nijadperestî berz dikirin û bi keviran êrîşî alîgirên tîma Cîhad a Qamişloyê kirin. Dema alîgirên tîma Fitwê û Cîhadê bi hev ketin, hêzên rejîmê bi fermana Parêzgeha Hesekê Selîm Kebûl, yekser mudexele kirin û gule li alîgirên tîma Cîhadê reşandin. Di encamê de 9 ciwan di nav de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan. Di roja duyemîn de Kurd li tevahî bajar û herêman daketin qadan, li dijî serweriya rejîma Sûriyeyê û ji bo bidestxistina rûmeta xwe rabûn serhildanê. Serhildanê heya 10 rojan bênavber berdewam kir û Kurdan bindestî li ser xwe qebûl nekirin. 
17 sal di ser serhildana 12’ê Adarê re derbas dibe. Her sal hemû mirovên kurd vê rojê bi bîr tînin. Mirovên ew roj jiyane, hemû detayên wê di bîra wan de mane û weke yekem serhildana li dijî rejîma serwer bi nav dikin. Têkildarî mijarê dayikên şehîdên 12’ê Adarê ji me re qala wan rojan kirin.  
Xatirxwestin
Dayika şehîd Ehmed Mihmed a bi navê Eyşan Berekat  der barê roja 12’ê Adara sala 2004’an de axivî û ev tişt got: “Her sal dema 12’ê Adarê tê, tevger û kelecana Ehmedê min tê bîra min. Hemû detayên wê rojê li ber çavên min in, tevî ewqas sal jî di mêjiyê min de hatiye rûniştandin. Ehmedê min ciwanekî 25 salî bû, kurê min î duyem bû û ji lîstika futbolê pir hez dikir. Her roja înê ji hefteyê, Ehmed diçû stadyoma 12’ê Adarê bi hevalên xwe re li maça fotbolê temaşe dikirin. Di 12’ê Adara 2004’an de min ji Ehmed re got biçe mala xwişka xwe li gund, nizanim dilê min hîs dikir ku dê tiştek çêbibe û hestên min ên dayiktiyê ji min re digot bila îro neçe maçê. Ehmed qebûl nekir û berê xwe da stadyûmê. Berî Ehmedê min biçe sê caran vegeriya min hembêz kir. Cara dawiyê jî li pişt xwe nihêrî û xatirê dawiyê ji dayika xwe xwest. Dilê min her ne rehet bû û li ber deriyê malê li benda vegera wî bûm.”
 Hevdîtina dawî 
Ew cara dawiyê bû dayika Ehmed, Eyşan wî dibîne, paşê bi dilekî bi şewat kurê xwe şehîd dibîne. Têkildarî vê yekê Eyşan Mihemed wiha pêde çû: “Dema ez li ber derî li benda Ehmed bûm, bavê wî hat malê û got min bihîstiye şer di stadyûma fotbolê de derketiye. Me bi lez berê xwe da stadyûmê, di kolanan de her kes bi hewara zarokên xwe ve diçû. Em gihîştin stadyomê, ew kêlî ji bîra min naçe xwîna ciwanên Kurdan li erdê diherikî. Ji me re gotin hemû ciwanên birîndar rakirina nexweşxaneyê. Me ji wir berê xwa da nexweşxaneya Ezîz Ferman, bi zorê ez derbasî odeyê bûm min 4 xortên şehîd dîtin ji wan yek Ehmedê min bû. Min Ehmedê xwe şehîd dît û ez ji ser hişê xwe çûm. Roja din bi merasîmeke girseyî Ehmedê min û ciwanên ku pê re şehîd bûbûn spartin axê, rejîmê dîsa êrîşî merasîman kir û dîsa hejmarek ji ciwanên Kurd şehîd xistin. Hevjînê min ji wê rojê de ji her du çavên xwe de kor bûye û nema dibîne. Tevî ku ev 17 sal derbas bûne jî hîn cihê Ehmedê min xuya ye. Heya niha bîranîn, cil û bergên wî li gel min in. Her 12’ê Adarê ez li ber derî rûdinêm û li benda Ehmedê xwe dimînim. Ehmed û hevalên xwe şehîdên rûmeta Kurd in.”  
“Em kujerên zarokên xwe efû nakin”
Dayika şehîd Ciwan Hesen a bi navê Aliya Sîrac şehîdên Roja 12’ê Adarê bi bîr xist û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Roja 13’ê Adarê di roja merasîmê ciwanên stadyomê de, Ciwan jî tevli merasîmên hevalên xwe bû. Rejîma Beasê gule berdan kesên li merasîmê, hevalekî ciwan birîndar bû, dema Ciwan xwe ditewîne da alîkariyê bidê guleyê li serê Ciwan jî dixin. Min nizanibû wisa li Ciwanê min hatiye her wiha birayê min jî di wê rojê de ji her du lingên xwe birîndar bûbû. Dema xeber ji min re hat gotin ku Ciwan birîndar e û li nexweşxaneyê ye ez pêxwas ji malê beziyam û ber bi nexweşxaneyê ve çûm. Dema ez gihîştim, ji bo kurê xwe çûbûm nin birayê xwe jî dît. Li aliyekî kurê min û li aliyê din birayê min birîndar bûn, min nizanibû ez ê çawa barê van derdan rakim. Ciwanê min 17 rojan li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, birayê min jî her du lingên wî jêkirin. Em kujerên zarokên xwe efû nakin. Bila xwîna ciwanê min gihandina yekitiya Kurdan be. Jixwe di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî keça min şehîd bûye. Me her zarokên xwe li ser hezkirina nasname û mafên Kurdatiyê mezin kirine. Heya dawiyê ez ê şopedarê doza zarokên xwe bim.”