Dayikên li gundê Eseliyê zimanê xwe yê dayikê diparêzên

Gundê Eseliyê yê ku dikeve rojavayê Minbicê gundekî Kurdan e lê ji ber polîtîkayên Erebkirinê û kiryarên rejîmê nêzî nîvê nifûsa wê Kurd nizanin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Hinek ji jinên wî gundî zimanê xwe yê dayikê parastin û zarok û neviyên wan bi zimanê xwe yê resen diaxivin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic – Gundê Eseliyê ku 20 km. dikeve rojavayê bajarê Minbicê yek ji gundên Kurdan e, hejmara malbatên wê nêzî 400’î ye lê nêzî nîvê nifûsa wê ya Kurd nizanin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin ji ber polîtîkayên Erebkirinê ku bandorê li wan kiriye û yekbûna wan a bi pêkhateyên mayî re bi zimanê xwe nizanin.
"Divê em fêrî zimanên hemû pêkhateyên ku em bi wan re dijîn bibin" 
Malbata Fatima El-Ehmed a 65 salî yek ji malbatên ku zimanê xwe yê zayikê parastiye wiha got: "Em Kurd in û hê jî zimanê xwe yê dayikê diparêzin, bi axaftina li malê de me zimanê xwe parast. Kurên min, keçên min, neviyên min û zavayên min hemû bi Kurdî diaxivin. Em li ku derê bin ev ziman nasnameya me ye. Dema ku hemû kesên li gund bi Erebî diaxivîn û ji ber zordarî û kiryarên rejîmê ditirsiyan bi Kurdî biaxivin, diya min bi me re bi zimanê dayikê diaxivî. Diya min zimanê me yê dayikê parast. Neaxaftina bi zimanê dayikê di nava malbatê de zarokan ji axaftina bi zimanê xwe yê resen mehrûm dike. Ez bi Kurdî, Erebî û Tirkmenî dizanim. Ez ne bi tenê me ku dikarim bi sê zimanan biaxivim, hemû zarokên min dizanin. Em di civakek bi çand û pêkhateyên cihêreng de dijîn divê dayik hemû ziman û çandên derdora xwe fêrî zarokên xwe bikin."
"Divê em zimanê xwe yê dayikê biparêzin"
Fatima El-Hemdo ya 55 salî ku ji bavekî Kurd û dayikek Tirkmen e, behsa dîroka gund kir û wiha axivî: "Avakerên yekem ên vî gundî 4 birayên Kurd bûne û di encama zewacê de Ereb û Tirkmen ketine gund lewma malbatên ku bi zimanê Tirkmenî û Erebî diaxivin hene û hin malbat hê jî zimanê Kurdî diparêzin û bi Kurdî diaxivin. Malbata min bi zimanê Tirkmenî baş dizane û zarokên min di dibistanan de fêrî Erebî dibin û ji ber ku em koçî Helebê bûn me zimanê xwe yê dayikê winda kiriye em li malê jî bi Erebî diaxivin. Heta vê gavê ez poşman im ku min zimanê xwe neparast berevajî dayika xwe ku parastina zimanê Tirkmenî di nav malbata me de kir. Ez geşbîn im ji ber ku zimanê Kurdî ketiye bernameya xwendinê lewre her kes dikare fêrî zimanê xwe bibe. Zarokên min hînî hin peyvan bûne, ez kêfxweş im ku zimanê xwe vegerînim jiyanê û bikaribim wekî hemû malbatên Kurd biaxivim."
"Vejîna ziman"
Mamosteya zimanê Kurdî ya Buroya Hînkirina Ziman Necla El-Îbrahîm bal kişand ser girîngiya rola Buroya Hînkirina Ziman di vejandina zimanê dayikê de û wiha got: "Em fêrî her sê qonaxên zimanê Kurdî dikin û paşê wan di dibistanan de erkdar dikin. Armanc ji vê yekê vejandina zimanê Kurdî ye ku her tim ji aliyê rejîmê ve hatiye qedexekirin. Weke Buroya Hînkirina Ziman, em vê yekê wekî gavek erênî dibînin ji bo vegerandina ziman ji bo civakek ku hema bêje zimanê xwe winda kiriye."