Dayîkên cangoriyan: Em li dora YPJ’ê bibin xeleka hêzê
Dayîkên cangoriyan ku piştgirîya xwe ji bo Yekîneyên Prastina Jinan (YPJ) dubare kirin, bang kirin “Em li dora YPJ’ê bibin xelekek”.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan yên Rojavayê Kurdistanê, di 26’ê Nîsanê de ji bo destekdayîna Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) kampanyayek da destpêkirin. Ev kampanya di demeke kurt de li gelek welat û herêmên cîhanê belav bû û bi beşdarbûna rêxistinên jinan, çalakvanan û kesayetiyên civakî berfireh bû. Armanca kampanyayê ew e ku YPJ wekî hêzeke fermî ya parastina jinan bê naskirin û cihê wê di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de were mîsogerkirin.
Di çarçoveya vê kampanyayê de dayîkên şehîdan jî piştgiriya xwe ji YPJ’ê re, dubare kirin û bal kişandin ser girîngiya hebûna wê ya ji bo parastina maf, nasname û destkeftiyên jinan.
Hedla Ebid El-Wehab: YPJ ne tenê hêzeke parastinê ye felsefeyek e jî
Hedla Ebid Wehab hevjîna cangoriyê bi navê Serhed Til Temir e. Hedla got ku hebûna YPJ’ê di nava Wezareta Parastinê de, ji bo pêşeroja jinan girîng e. Wê diyar kir ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, her wiha felsefeyek e ku guhertin û veguhertina civakê armanc dike. Hedla axaftina xwe domand: “YPJ’ê li her deverê, bêyî cudakariya neteweyî an olî, jin parastine. Hemû jinan, çi Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî, di bin parastina wê de cih girtine.
Hedla zêde kir ku jin nasnameya xwe di YPJ’ê de dibînin û wiha got: “Her hêzek ku YPJ tê de cih negire, nikare parastina rastîn a jinan bike.”
Daxwaza naskirina YPJ’ê di sazûmana Sûriyê de
Hedla Ebid El-Wehab bal kişand ser girîngiya naskirina fermî ya YPJ’ê ya di nava sazûmana parastinê ya Sûriyê de. Li gorî wê, ev gav dê rê li ber qebûlkirina hemû jinan veke û şert û mercên ku bi azadî û bi nasnameya xwe bijîn, bihêz dike.
Heyfa Mihemed: YPJ’ê li hember DAIŞ'ê roleke dîrokî lîstiye
Heyfa Mihemed, dayîka Delîl Cûdî yê cangorî ye û ji bajarê Hesekê ye. Heyfa, got ku YPJ bû hêza ku li hemberî êrîşên DAIŞ’ê sekinî û bi fedekariya xwe civak û cîhan ji xetera terorê parast. Dayîka Heyfa anî ziman ku ji sala 2011’an ve gelek êrîş li ser herêmê pêk hatine, lê YPJ’ê bi îradeya xwe karîbû rê li ber wan bigre û roleke pêşeng di parastinê de bilîze.
Destkeftiyên jinan bi têkoşîna YPJ’ê hatine bidestxistin
Heyfa bal kişand ser rola YPJ’ê ya di pêşketina jinan de û axaftina xwe wiha domand: “Îro jin gihîştine astekê ku dikarin xwe bi azadî îfade bikin, nerînên xwe bînin ziman, biryaran bigrin û di çareserkirina pirsgirêkan de beşdar bibin. Ev destkeftî hemû bi ked, fedekarî û têkoşîna YPJ’ê hatine bidestxistin.”
‘Yê ku YPJ’ê qebûl nake, jinê qebûl nake'
Heyfa Mihemed diyar kir ku nerazîbûna li dijî YPJ’ê, di rastiyê de li dijî maf û hebûna jinan e û wiha axivî: “Yê ku YPJ’ê qebûl nake, jinê qebûl nake. Dixwazin rê li ber destkeftî û îradeya jinan bigirin. Lê YPJ’ê bi têkoşîna xwe, siyaseta bi sedan salan a kolekirin û sînordarkirina jinan têk biriye. YPJ hêzeke parastinê, felsefeyek û sembola guhertinê ye.”
Li dora YPJ’ê bibin xeleka hêz û piştgiriyê
Heyfa di dawiya peyama xwe de piştgirîya xwe ji YPJ’ê re dubare kir û wiha got: “Em heya dawiyê li pişt hêza xwe dimînin. Keçên me ji bo parastina vê axê û parastina civakê çek hildan. Heke YPJ neyê qebûlkirin, ne tenê pêşeroja jinên Sûriyê, her wiha ya hemû jinên cîhanê jî dê bi xetereyek mezin re rû bi rû bimîne. Em bang li tevahî jinan dikin ku li derdora YPJ’ê xwe bikin xelek û piştgiriya wê bikin.”