Dayikên Şemiyê: Bila aqûbeta Hakî Kaya bê lêkolînkirin

Dayikên Şemiyê bal kişandin ser çîroka windakirina Hakî Kaya û xwestin aqûbeta wî bê aşkerakirin û bang kirin ku li dijî berpirsyarên vî sûcê mirovahiyê lêpirsîneke bi bandor bê vekirin û pêkanîna dozgeriyê pêk were.

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin çalakiya xwe ya heftane 868’an li ser onlinê pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hakî Kaya yê di 16’ê Mijdara 1996'an de li Amedê hat windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Masîde Ocak, diyar kir ku Hakî Kaya 47 salî ye û 8 zarokên wî hene.
“Bi zorê li wesayîdê siwar kirin û birin” 
Masîde Ocak bi bîr xist ku Hakî Kaya di 16’ê Mijdara 1996'an de dema li gel 2 hevalên xwe li nava bajêr bû, bi texsiya torosa plakeya wê 06 EKN 22 hat revandin û wiha got: "Li wir 3 kesên bi cil û bergên sivîl ên ku bêtêl bi wan re hebûn, xwe wekî polîs dan nasîn hebûn. Van kesan nasnameya Hakî Kaya û hevalên wî kontrol kirin. Piştre gotin ku divê Hakî Kaya were emniyetê îfade bide bi darê zorê wî birin siwarê torosa spî kirin. Malbat ji bo pirsa Hakî Kaya bike çû qereqola polîsan lê rayedaran gotin ‘Me nebiriye, ne li cem me ye’ û red kirin.”
“Serlêdan bê encam man”
Masîde Ocak, anî ziman ku malbatê serî li Komîsyona Lêpirsîna Mafên Mirovan a Meclisê daye û diyar kir ku wan ev bersiv girtiye: "Hakî Kaya ne di binçavan de bû, plakaya wesayîda ku bi zorê lê hatiye siwarkirin, weke ku tê îdiakirin ne aîdî markaya Torosê ye, xwediyê wesayîda aîdî marka Şahîn fiatê û li Enqereyê rûdine.” Masîde Ocak ev tişt lê zêde kir: “Malbata ku serî li hemû saziyên pêwendîdar da, tu encam bi dest nexist.”
Îtirafên Abdulkadîr Aygan 
Masîde Ocak, destnîşan kir ku der barê windakirina Hakî Kaya de "biryara lêgerîna daîmî" heye û bal kişand ser hevpeyvîna Abdulkadir Aygan ê di sala 2004’an de da Rojnameya Ozgur Gundemê de hatibû weşandin. Masîde Ocak wiha got: “Di rojnameyê de Aygan, anîbû ziman ku Hakî Kaya li Fermandariya Koma JÎTEM’ê ya Amedê hatiye kuştin û bedena wî ya ku xistibûn nava tûrik de ji vîrajek ku bi hûrgîli cihê wê got, hatiye avêtin. Li ser vê yekê malbatê serî li Şaxa ÎHD’ê da. ÎHD’ê jî cihê bûyerê lêkolîn kir. Yek ji şahidên ku ÎHD'ê xwe gihandê diyar kir ku di sala 1996'an de di dema çinandina zeviyan de li cihê ku Aygan behs kiriye 7 cenaze di biniya zinar de dîtine lê ji ber şertên pêvajoyê tirsiyaye û serî li cihekî nedaye. Şahidê din jî got ku li heman cihî gelek cenaze hebûn û piştî ku gundiyan agahî dane cenaze ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.” 
Banga lêpirsîna bi bandor
Masîde Ocak, anî ziman ku piştre li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirine û wiha got: "Li ser giliyê sûc du lêkolînên kolandinê hatin kirin. Lê hestiyên ku di kolandinê de hatin dîtin û mînakên DNA'yê yên malbata Hakî Kaya li hev nehatin. Piştre di dosyayê de tu pêşveçûnek çênebû. Ji bo aqûbeta Hakî Kaya were eşkerekirin û rastî diyar bibe û berpirsyarên vî sûcê werin darizandin divê lêpîrsîneke baş were destpêkirin."