Dayîkek Xezayî bi 3 zarokên xwe û 14 sêwiyan re şerê birçîbûn û guleyan dike

Li bakurê Xezayê, di nîvê birçîbûn û komkujiyên li ‘xalên mirinê’ de, çîroka serhildan û berxwedana Şuruq Saadullah balkêş e. Dayîka ku ji bo sê zarokên xwe û 14 sêwiyan ne tenê bi fîşekan re, bi jiyanê re jî şer dike.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Di şerê ku jiyana Filistîniyan li Zîvala Xezayê wêran kir de, jin ne tenê qurbaniyên dorpêçkirin, bombebaran û koçberiya bi darê zorê bûn. Ew di heman demê de neçar man ku bi birçîbûn, mirin û berpirsyariyên giran re jî rûbirû bimînin.

Di nav hezaran jinên ku neçar in her roj ji bo jiyanê têbikoşin de, çîroka Şuruk Saadullah ku dayîka sê zarokan e, derdikeve pêş. Şuruq, ji jinekê ku ji bo malbata xwe li ewlehiyê digere, vediguhere şervanekê ku ji bo nanekî şer dike, li hember gule û birçîbûnê serî radike û barê tevahiya malbata xwe hildigre ser milên xwe.

Ji kampa Cebaliyeyê ber bi konan ve

Şuruq Saadullah a 32 salî ji Kampa Penaberan a Cebeliye ber bi konekî li rojavayê Xezayê ve hate koçberkirin. Wê di nîvê Tîrmeha 2024’an de li xala kontrolê ya Netsarimê dema ku hevjînê wê hewl dida vegere bakurê Xezayê, ew winda kir. Êşa windakirina wî pir giran bû. Ji bilî vê, wê nekarî wî bibîne û cara dawî jî xatir jê bixwaze. Dema ku hevjînê wê li başûr hatibû veşartin, ew li bakur bi sê zarokên xwe re di nav şerekî bêrehm de hewl dida ku bijî.

Deverên belavkirina alîkariyê ango ‘xalên mirinê’

Ew bi koçberiya berdewam, kêmbûna çavkaniyên dahatê û têkoşîna rojane ya ji bo xwarin û avê re rûbirû mane. Di mehên dawî de, bi zêdebûna birçîbûna li bakurê Xezayê û kêmbûna alîkariya mirovî re, Filistîniyan neçar man ku herin deverên belavkirina alîkariyê ku ew jê re dibêjin ‘xalên mirinê’, navek ku ji gelek komkujiyên ku li van deveran qewimîne tê.

Şuruq Saadullah di nava gotinên xwe de dibêje ku ew dema diçû wir, ne ji bo tiştekî luks an jî zêde û di domîne: “Zarokên min birçî bûn. Min dizanibû ku dibe ku ez venegerim, lê difikirîm ku mirina ji birçîbûnê di kon de ji rûbirûbûna guleyan li ser rê zalimtir bû.”

Her rêwîtiyek ber bi xala alîkariyê ve, rêwîtiyek pir xeternak bû di nav bi hezaran mêran de ku ji bo kîsikek ard an çend tenekeyên konserve hevdu dihejandin.

‘Min bawer nedikir ku ez ê sax bimînim’

Şuruq yek ji kêliyên herî tirsnak ên jiyana xwe bi bîr tîne. Dibêje dema ku ew çû herêma Nablusiyê li rojavayê Xezayê, lêgerîna xwarinê li cihê ku kamyonên alîkariyê derbas dibûn di nav çend deqeyan de veguherî dîmenek xwînî. Şuruq wan kêliyan wiha bi lêv dike: “Ji nişka ve, bombebarana dijwar ji balafiran dest pê kir û nîşanbazên di tankan de gule berdan. Xelk li dora min bi dehan komî ketin erdê. Dîmen dijwar bûn. Dilê meriv baristan nedida. Li her derê cenaze hebûn; di demek pir kurt de, zêdetirî du sed kesan jiyana xwe ji dest dan. Ez li erdê dirêjkirî bûm, bi tevahî di nav tozê de bûm. Min dît ku tifinga nîşangirekî rasterast ber bi min ve nîşan daye. Di wê gavê de, min serpoşa xwe rakir da ku nîşan bidim ku ez jin im. Min bawer nedikir ku ez ê sax bimînim; min digot qey ev kêliyên min ên dawîn in.”

Şuruq ew roj bi mûcîzeyek sax ma. Bi çokên xwe di nav cenaze û birîndaran de çû û gihîşt cihekî bi ewletir. Lê vê ezmûna bi êş ew netirsand; her ku birçîbûn di konê wê de zêde dibû, wê gelek caran alîkarî xwest.

Li 14 zarokên sêwî jî dinhêre

Her ku navendên belavkirina alîkariyan ber bi başûr ve diçûn, wê dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi Refahê ve kir. Xetere û zehmetî zêde dibûn, lê ew ne li ser xwe, li ser kesên ku li benda wê bûn difikirî. Lewra dibêje: “Her cara ku ez diçûm alîkariyê bistînim, min yek ji zarokên xwe bi xwe re dibir. Min wî di demekê de dihişt û digot ‘Ger ez ji saetekê zêdetir dereng bimînim, vegere konê.’ Min zarokên xwe ji bo îhtîmala ku ez di her kêliyê de winda bikim amade dikir.”

Wê hewl dida ku alîkariya ku distîne bi 14 zarokên sêwî yên ku piştî kuştina sê xwişk û birayên wê dema ku hewl didan xwarinê bibînin, li dû xwe hiştine re parve bike. Her çend dem bi dem di herikîna alîkariyê de başbûnek nisbî hebû jî, dîsa jî gihandina wê ji bo kesên hewcedar dijwar û tevlihev bû.

‘Jin rastî destdirêjî û bazarkirinê tên’

Şuruq Saadullah rastiyeke din a dijwar a bi qasî birçîbûnê eşkere dike. Dibêje ku hin jin di berdêla alîkariyên biçûk ên darayî an pakêtên xwarinê de rastî destdirêjî û hewldanên bazarkirinê tên.

Şuruq bûyerekê ku bi xwe rûbirû hatiye, wiha vedibêje: “Carekê, ji bo alîkariyeke sade, xwestin ku destdirêjiyê li min bikin. Min bi tundî red kir. Ez tercîh dikim ku heta mirinê biçim û bi guleyan re rûbirû bim ji bilî ku ez destûrê bidim ku rûmeta min were binpêkirin an jî pêdiviyên min bên binpêkirin.”

Têkoşîna wê ne tenê bi dîtina xwarinê ve sînordar e; ew dighîje hûrguliyên herî hêsan ên jiyana rojane. Ji ber kêmbûna sotemeniyê û bihayên bilind ên çavkaniyên enerjiyê, ew neçar e ku naylon û plastîk bişewitîne da ku xwarinê çêke. Ew her wiha xercê xwe yê sînorkirî yê benzînê, ku her çend mehan carek distîne, difroşe da ku mirîşk an sebzeyan ji bo zarokên xwe bikire. Ji ber ku demek dirêj e ji van tiştan bêpar mane.

‘Lê ka ez dikarim çi bikim?’

Şuruq di nava gotinên xwe de dibêje ku ew dizane şewitandina plastîk ji bo tenduristiya wan nebaş e, zirarê dide pişikên wan. Şuruq wiha dibêje: “Lê ka ez dikarim çi bikim? Ez her alternatîfek ku diceribînim da ku zarokên xwe têr bikim. Carna em bi xwarina ku ji metbexa şorbeyê tê peydakirin, bi rojan dijîn.”

Tevî hemû windahî, koçberî, birçîbûn û tirsê, Şuruq xwe wekî qurbanî pênase nake. Ew dibêje ku şer ew neçar kiriye ku rolên ku wê qet xeyal nedikir bigire ser xwe û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Jinên Filistînî berxwedana xwe nîşan dane. Me berpirsyariya mal, zarok û malbatan girtiye ser xwe. Ew li dijî birçîbûn, mirin û zilmê rawestiyaye. Em li pey qehremaniyê nînin; em tenê hewl didin ku jiyana hezkiriyên xwe biparêzin û sedemên nû biafirînin da ku di nav êşê de jiyana xwe berdewam bikin.”