Dayika Mehmet Zekî Akyildiz: Em dixwazin bizanin çî bi serê wî hat

Dayikên Şemiyê di hefteya 856’an de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê 16 salî Îlona 1993’an dema ji Êlihê diçu mala xwişka xwe ya li Farqînê di wê navberê de windabûyî û carekdin agahî jê nehatî girtin pirsîn.

Stenbol – Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 856’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser onlinê pêkanîn. Dayikan di çalakiya vê heftê de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz 16 salî Îlona 1993’an dema ji Êlih ji bo biçe serdana xwîşka xwe ya li Farqînê di rê de ji aliyê 2 kesan ve hatibû revandin û ew biribûn gundê Sûsê ku wek “gundê Hîzbûllahiyan” tê nasîn û 28 salin ti agahî jê nayê girtin, pirsîn.
“Hewceye lêkolînek baş li ser windayan bê kirin”
Di çalakiyê de dayika Mehmet Zekî Akyildiz Rûskiye Akyildiz çîroka kurê xwe yê wendabûyî wiha anî ziman: “Min kurê xwe şandibû gel xwîşka wî. Min ji xwîşka wî re telefon kir û got ‘bila kurê min bê malê’. Keça min giriya û ji min re got ‘ma qey nehatiye malê’. Min jî got na nehatiye. Em hemû li wî geriyan lê me peyda nekir. Ez netirsiyam û ji bo ku kurê min nîşanê min bidin ez çûm mala Hîzbûllahiyan. Salek piştî Mehmet Zekî wenda bû 2 ciwan roja cejnê hatin malê û cejna min pîroz kirin. Dema hatin malê pirsa kurê min kirin bê ka hatiye malê yan na. Min jî ji wan re got ‘ez we nas nakim, hûn kî ne’. Gotin ‘em hevalên wî ne’. Min jî ji wan re got ‘ev salek bihorî hûn nû dipirsin’. Piştre derketin û çûn.” Dayika Rûskiye Akyildiz diyar kir ku piştre ev kasane hatine mala cîranên wê û ji wan re gotine ku Hîzbûllahî ne û anî ziman, “Ger min bizaniya bê ka çi bi serê kurê min hatiye, wê ev êşa di dilê min de rihet bibe.”
Piştî axaftina dayika Mehmet Zekî rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê parêzer Ahmet Şîray axivî û diyar kir ku divê aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz û hemû windayan bê lêkolînkirin. Ahmet, da zanîn ku divê falîl bên dîtin û darizandin. 
Metna vê heftê ji hêla ji mirovên şemiyê Umît Sezer ve hat xwendin. Umît da zanîn ku li gorî gotinan Mehmet Zekî 3 rojan li Farqînê maye û wiha berdewam kir: "Ligorî gotinên şahidan Mehmet Zekî 3 rojan li Farqînê maye. Piştre wî birine wargeha Hizbullahê ya li gundê Suse. Li vir bi gelek kesan re li stargeha camiya gundê Susê tên girtin. Tê gotin ku li vir 40 kes hatiye girtin. Bi rojan tî û birçî hatine hiştin. Li gorî gotina kesî ku ji vir rizgar bûyî Mehmet Zekî û 2 kesên din ji stargehê hatine derxistin. Piştre tu agahî ji Mehmet Zekî nayê girtin."