Daxwaza Emîne Ertak tenê mezarek ayîdê hevjînê xwe yê 29 salin winda ye

Di çalakiya hefteya 855’emîn a Dayikên Şemiyê de aqubata Mehmet Ertak ê 18’ê Tebaxa 1992’an li Şirnexê hatî windakirin hat pirsîn.

Stenbol - Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 855’emîn ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li der xistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Ertak ê di 18’ê Tebaxa 1992’yan de li Şirnexê, dema ji kana komir a lê dixebitî vedigeriya malê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.  
“Zarokên min dixwazin goreke bavê wan hebe”
Hevjîna Mehmet Ertak Emîne Ertak, diyar kir ku hevjînê wê berî 29’an hat windakirin û wiha axivî: “Qet nebe, hestiyên wî bidin me. Bila dewlet derbarê wî de tiştek ji me re bêje û nîşanî me bide. Zarokên min dixwazin goreke bavê wan hebe. Em ê tu carî dev ji lêgerîna Mehmet bernedin.”
“Daxwaza me darezandina îşkencekarane”
Kurê Mehmet Ertak Servet Ertak jî, da zanîn ku 3 xizmên wan, şahidiya binçavkirina bavê wî kirine û got: “Ligel hemû hewldanên malbatê jî, me tu agahî negirtin. Daxwaza me ya herî mezin, darizandina îşkencekarane. Em ê tu carî daxwaza xwe ya edalet û hiqûqê bi dawî nekin. Em ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.” 
“Ji ber kuştina Mehmet Ertak Tirkye tê dadgeh kirin”
Ji Mirovên Şemiyê Kivanç Sert metna çapemeniyê ya vê heftê xwend û wiha got: “Mekanîzmayên îdarî û darazê, di pratîkên hêzên ewlekariya dewletê yên wekî îşkence, kuştin û windakirina dibin çavan de naxebitin. Em israr dikin ku dosyeya Mehmet Ertak bê nirxandin. Endamê JÎTEM’ê Mûrat Îpek di sala 1997’am de îtîraf kiribû ku wî bi fermana Midûrê Emniyeta Şirnexê Necatî Altuntaş û Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Mehmet Kaplan Mehmet Ertak kuştiye û defin kiriye. Lê hemû serlêdanên ji bo Ertak hatin kirin, bê encam man. DMME’yê jî hikumet weke berpirsê kuştina Mehmet Ertak dît. DMME ji ber vê yekê Tirkiyey mehkûm kir. Ev 156 heftene, bi awayekê bêhiqûq Qada Galatasarayê li me hatiye girtin. Qada Galatasarayê ya me ye. Em ê dev jê bernedin.”