Civaknas Hediye Elî: Bingeha şêwegirtina kesayeta zarokan perwerda malbatê ye

Civaknas Hediye Elî di derbarê perwerdeya zarokan de got: “Di nava malbatê de divê zarok werin perwerde kirin ne werin sezadan. Zarok bi tirsandin fêrî tundîtujiyê dibe, nêzîkatiyên li beramberî dayikê tê guhertin û têkiliyên wan zarokan li gel endamên malbatê nebaş dibe. Ji ber wê jî divê bi baldarî bên perwerdekirin.”

Civaknas Hediye Elî di derbarê perwerdeya zarokan de got: “Di nava malbatê de divê zarok werin perwerde kirin ne werin sezadan. Zarok bi tirsandin fêrî tundîtujiyê dibe, nêzîkatiyên li beramberî dayikê tê guhertin û têkiliyên wan zarokan li gel endamên malbatê nebaş dibe. Ji ber  wê jî divê bi baldarî bên perwerdekirin.”
TERZE TEHA
Silêmanî - Malbata yekem dibîstana zarokane, dayîk û bav berpirsê perwerdeya destpêkê ya zarokin, zarok di nava malbatê de çawa fêr bibe ewe. Ji ber wê perwerdekirina zarok erkek zehmete û berpirsiyariyê dixwaze. Di zanîsta civaknasiyê de sêgoşeya perwerdekirina zarokan heye ew jî ji dayîna zanyarî, ezmûnkirin û çespandinê pêktê. Sîstema perwerdekirina zarokan dayîna zanyariyên dayîk û bavin, piştre zarok fêrî wan zanyariyên bi şêweyên cûda diyînê dibin ku ger vî karî bike wê encamên wê baş be û ev zanyariye piştre di mejiyê zarok de bi cih dibe. Dayik perwerdeya yekem dide zarok, ji ber wê hemû erk û berpirsyarî dikeve ser milê wê û pêdivî heye bi agahdarî zarok perwede bike da ku bi kare perwerdeyek rast û bi encam bide zarokên xwe. Yek ji wan xeletiyên ku dayik dikin tirsandina zarokane û gef lê xwarine. Civaknas Hediye Elî di derbarê perwerdeya zarokan de ji ajansa me re axivî.
“Perwerdeya destpêkê gelek giringe”
Hediye Elî da diyarkirin ku gelek caran dayik dibêjin zarokên xwe ger nesekinî yan ji guhdarî min nekî ezê telefon bidim bavê we yan jî dema vegera mal ezê jêre bêjim û wiha got: “Bi karanîna gotinên wisan bandorek nêrênî çêdike û ev yeke bandorê li ser deruniya zarokan çêdike. Gelek metirsîdare, dayik bi vê yekê zarokan bi peyama perwerdeyek din û desthilatek heye hem ditirsîne û hem jî xwe biçuk dibîne û dibêje ji derveyî min kesek din ji min bi hêztir heye. Eve jî wisan dike ku carek din zarok guhdarî dayikê neke. Bandorek din jî tundîtujiya deruniya zaroke eve jî dibêje zarok piştî perwerdekirinê sezayek heye gef lê xwarin û tirsandin li ser perwerde û deruniya zarok bandorek nerênî çêdike. Qonaxa destpêkê ya zarok gelek giringe, divê dayik pîştre gazind nekin û nebêjin zarokê mi çima wisane, ji ber te bi xwe wisan perwerde kiriye heta ku rengek wisa bide. Bandorek din jî tirsandina zarok bi bav, mam, xal, bira yan jî xuşka mezin wêneyek nerênî di çavê wan zarokan de çêdike û tirsê bi zarok re çêdike ku nikare bi hêsanê rewşa xwe ji endamên malbatê re bêje. Hinek tiştên ku zarok dixwazin li gel bavê wan hebe ji ber dişkên nikarin, niha gelek kesên ku alikariya derunî dibînin dibêjin: ‘Ez gelek ji bavê xwe hez dikim lê belê nikarim bêjim ji ber hertim dema me tiştek dikir dayika min di got bisekinin heta bavê we tê, bavê me di mejiyê mede bûye kesek negatîv.’ Ev yek dihêle ku zarok nekare bi endamên malbatê re rehet be.”
“Çareseriya herî baş perwerdekirine”     
Hediye Elî bal kişand li ser çareseriya perwedeya zarokan û wiha dom kir: “Ya yekem li hevkirina dayik û bave, dema bav ne amade be dayik çawa nêzî zarokan bibe, di dema ne amadebûna dayikê de jî bav çawa nêzî zarokên xwe bibe. Ji ne amadebûna her yek ji wan de jî dayik wêneyek negatîv di mejiyê zarok de çênake, herçendî dû perwerdeyên ji hev dûr bin jî ewqas hesta şikestinê ji bo zarok çêdibe û kes aliyê malbatî dixwaze. Di perwerdekirina zarok de divê perwerde hebe ne saza, di perwerdeyê de divê heskirina dayik û bav hebe dema ku zarok perwerde kirin dema zarok tiştek ne bi dilê dayik û bav kirin wê çaxê bizanin çawa nêz bibin ku têde şikandin û seza nebe.”