Cejn tê wateya aramî û ewlehiyê, lê welatî ji ber alozî û dagirkeriyê nerehet in

Cejn peyama xweşbûn, aramî, bextewerî û pêkve jiyanê ye, lê li Herêma Kurdistanê ji ber qeyranan û nebûna aramiyê welatî nerehetiyê dijîn.

BERÎVAN KEMAL

Silêmanî Di eslê xwe de cejn tê wateya aramî, xweşî û bextewariyê, alîkariya hejaran, bihêzkirina lihevhatin û bihêzkirina peywendiyên civakî ya di navbera hemû welatiyan de. Lê ji ber qeyran û aloziya heyî, dagirkeriya li ser xakê tê meşandin hemwelatî nagihin vê wateya cejnê û dibêjin ku ew ji ber kuştin û dagirkeriyê nerehet in.

Piştî bidawîhatina wecîbeyên olî, welatiyên bi deng, reng û çandên cuda ku hemû jî xwediyê heman armancê ne, hewl didin bi hev re bijîn.

Her çend ev cejn peyama bedewî, aştî, bextewerî û pêkve jiyanê ye, lê rewşa Herêma Kurdistanê bi qeyrana aborî, civakî, siyasî û perwerdeyê re rewşeke nebaş ji bo hemwelatiyan ava kiriye.

Ji ber bûyerên tundiyê, êrîşên dagirkeriyê, hewldanên kuştinê û terorîzmê, welatî ji ewlekarî û parastina canê xwe û malbatên xwe nebawer in û malbat rastî komkujî û birîndaran tên, her roj ev bûyer dubare dibin û welatî xwe di ewlehiyê de nabînin.

Hemwelatiyên Silêmaniyê re behsa wate û naveroka cejnê ya rastîn dikin û heta çi radeyê rewşa Herêma Kurdistanê ew rewş pêşkeş kiriye ku hemwelatî di cejnê de hest bi dilxweşî û aramiyê bikin.

“Hin kes hene nan nîne bixwin”

Faima Hema Husên a niştecihê Silêmaniyê destnîşan kir ku ew ji cejnê wek salên berê kêfê nagirin û wiha got: “Cejn pîroz û bextewar e, lê ji bo kesê ku bextewar be, di salên destpêkê de xelk xwe ewle û netirs hîs dikir, bê cudahî pêdiviyên eydê bikire ji ber ku tişt erzan bûn. Niha mirov hem feqîr û hem jî malzemeyên buha ne. Mirov hene ku nanê eydê tune ku bixwin.”

Faîma Hemê Husên hêvî kir ku aramî pêk were û alozî bîdawî bibe û wiha got: “Sedema têkçûna rewşa welatiyan hikûmet û desthilatdar in. Roj tune ku yek-du kes neyên kuştin, kujer nayên cezakirin, di nav malbatan de bi hezaran çekên qaçax hene.”

“Di cejnê de barê jinên ku debara malbata xwe dikin zêde dibe”

Perî Ebdullah a dayika sê zarokan ku debara malbata xwe dike, wiha got: “Rewşa jiyana min wisa ye ku ji bo min şahî û wateyeke Cejna Qurbanê nemaye. Ji bo hin kesan pir xweş û bi coş e ku amadekariya cejnê bike û ji bo yên din jî nabe. Ez bi xwe li zarokên xwe xwedî derdikevim, ez kirêdar im û dema ku ez nikarim debara zarokên xwe bi rêkûpêk dabîn bikim, dahata min tune û tiştê ku ez dixwazim ji wan re bikirim û nikaribim bikirim min aciz dike. Lê îro jiyan pir dijwar bûye û me ew bextewarî ji bîr kiriye, hêvîdar im hikûmet ji bo xelkê belengaz tiştekî bike.

“Ji ber vê hikûmetê xelk bextewariyê nabîne”

Nahîde Mehmûd behsa cejn û qeyrana aborî jî kir û wiha got: “Eyd ji bo me girîng û pîroz e, lê tiştên li bazarê ewqas biha ne ku em nêzîkî cejnê dibin, ji ber wê jî em neçar in ku cejnê bi deyn û nîvî derbas bikin. Bi dilgermî, ku me wateya rast ya cejnê ji bîr kir û xwest ku betlane nebûna. Ez hêvî dikim ku di cejnê de xelk kêfxweş bibin, lê ji ber vê hikûmetê xelk bextewariyê nabîne. Cejn tê wateya aramî û ewlehiyê, lê ji ber vê kuştin û birînan tu kes ne ewle ye. Her kes êrîşî yekî din dike û dikuje. Kes jê napirse, her kes çi bixwaze dike û tu helwesta dadgehê nîne.”

“Tevî qeyranê jî em hewl didin di cejnê de zarokên xwe kêfxweş bikin”

Welatiyekî din Perwîn Mihemed jî wiha got: “Eyd ji bo me cejneke taybet e û hûn dikarin her kesî biborînin, rast e mûçe wek berê nemaye lewra mirov nikare tiştên pêwîst ji bo xwe û malbata xwe bikire. Her tişt li bazarê zêdetir bûye û ev jî ji bo welatiyan zehmetî çêkir. Di vê heyamê de li Kurdistanê gelek kuştin û alozî çêbûne. Hêvîdar im aştî û aramî were Kurdistanê. Her çend em xwe ji bo cejnê amade dikin jî, lê em ne kêfxweş in, ji ber ku dema kesek tê kuştin em dilgiran dibin.”